Rojnameya Ronahî

Xelata xwe diyarî gelê Rojava kir

 

Derhênera Îtalyayî Benedetta Argentîerî xelatê ji Mîhrîcana Fîlmana Kolnê ya 32’an de girtî diyarî Rojava kir û got, Ez vê xelatê diyariyê gelê wêrek ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim.

Di Mîhrîcana Fîlman a Kolnê ya 32’an de, di 6 beşê cuda de xelat tên dayîn. Benedetta, bi belgefîlma xwe ya bi nave “The Matchmaker“ Xelata Phoenîx wergirt.

Benedetta Argentîerî merasîma dayîna xelatan de wiha axivî: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Kurd, Ereb, Asûrî û jinan civakeke nû ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz ya bi pêşengiya jinan tê avakirin. Civaka nû hêdî hêdî bi pêş de diçe û em hemû jî bi vê civakê re hînê tiştan dibin. Ew li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan. Ji bo Ewropayê li ber DAÎŞ’ê rabûn. Ji bo Xweseriya Demokratîk ne hêsan bû. Ew, di rewşeke ku dewleta Tirk, her roj welatiyan, bi taybetî jinan bi dronean qetil dike de, tekoşîna xwe bi israr didomînin. Divê mirov ji bîr neke ku parastina vê projeyê ku wê Rojhilata Navîn pê biguhere û wê piştî ewqas şer aştiyê bîne, pir girînge. Lewma ez jî bi vê boneyê vî xelatî diyariyê wan mirovên wêrek ên li wir dikim.“