Rojnameya Ronahî

‘Nameyên ji Şengalê’ serpêhatiya Şengalê vedibêje

 

Filma bi navê “Nameyên ji Şengalê” ku ji aliyê Produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin û derhêneriya wê ji aliyê Dersîm Zêrevan ve hatiye kirin, derdikeve pêşberî temaşevanan.

Amadekariya filmê ji 2018’an ve destpêkiriye û dê di roja rizgarkirina Şengalê ango di 13’ê Mijdarê de dê bê nîşandan. Filma “Nameyên ji Şengalê” ji 6 beşan pêk tê û di her beşê de nameyek tê xwendin. Bi van nameyan û dîmenan êş û azara Şengal kişandiye tê vegotin. Film li Festîvala Filmên Kurdî ya Londonê jî hatibû nîşandan.

 

Têkildarî filmê çêker û lîstikvana sereke ya filmê nihêrînên xwe anîn ziman.

 

Endama Komîna Film a Rojava û her wiha çêkera “Nameyên ji Şengalê” Sevînaz Evdikê diyar kir ku armanca sereka ya çêkirina vî filmî nîşandana serpêhatiya Şengalê ya ji cîhane re bû û got; “Çiyayê Şengalê devereke pirr asê ye û heya niha kes zû bi zû ewder bidest nexistiye. Civaka Êzidî heya niha bi 74 fermanan re rû bi rû maye. Herî dawî jî bi destê şervanên Kurd pêşî li fermana qirqirina Êzidiyan hat girtin. Ji ber wê şansê me çêbû ku em vê serpêhatiyê bi riya filekî bînin ziman. Ji lewma di her beşeke film de ango bi her xwendina nameyekê serpêhatiya Şengalê tê vegotin.

 

Civak xwe li wir bi rêxistin kiriye

 

Lîstikvana sereke ya filmê Rozan Mistefa jî der barê rola xwe ya di filme de axivî û wiha behsa serpêhatiyên xwe kir, “Di dema şerê li Şengalê de ez şervanek bûm. Tevlî pêngava rizgarbûna Şengalê bûm. Mi di wê pêvajoyê de gelek tişt dîtin. Piştî Şengal rizgar bû vê carê ji bo film em vegeriyan. Dema min dît civaka me xwe li wir bi rêxistin kiriye û ewder bi rêve dibin ez pirr kêfxweş bûm.”

 

Dayikek, şervanek û 12 siwarî

 

Rozan Mistefa di derbarê filmê de ev agahî jî dan; “Ji dervayî min dayikeke ji Şengalê û şervanek bi navê Elî jî heye di film de. Rola me her sêyan cuda bû. Rola dayikê ewe ku hêvî, bawerî û azadkirina Şengalê temsîl bike û di nameyan de vê rolê pêk tîne. Ez jî rola wê şeravana jin ya ku ji serê şer û heya dawiya şer ji Şengalê derneket û her tim bi gel re bû dilîzim. Wê heta dawiyê gelê Êzidî parast û li ber xwe da ji lewma jî gelê Şengalê pirr jê hez kiribû û qîmet didayê. Me xwest em keda wê şervanê nîşan bidin. Her wiha Elî jî ji rêveberê 12 siwariyan e. Ew siwariyên ku ji bo şengalê hatibûn. Ew siwarî jî hêz dane gelên Şengalê û piştevaniya wan kirin.”

JINHA