Rojnameya Ronahî

Xelk dijî bihayê neftê nerazîne 

Welatiyên navçeya Soran û Rewandizê diyarkirin ku ew nikarin bi bihayê hikumetê diyarkirî, neftê werbigrin û gotin, Divê xelk dijî vê helwestek cidî nîşan bide, ji ber xedrek mezine.

Piştî Wezareta Çavkaniyên Xwezayî biryar da ku li herêmên çiyayî wê neft were belavkirin û her 200 lître wê bi 102 hezar û 500 dînar were firotin, welatiyan nerazîbûna xwe nîşandan. Xelk dijî biryarê nerazîne û dibêjin, hikumeta Iraq bi bihayê 30 hezar dînar neft ji bo Herêma Kurdistanê şandiye.

Welatiyên navçeya Soran û Rewandizê derbarê mijarê de ji Rojnews re axivîn. Welatiyê binavê Rêbwar Mistefa diyarkir ku biryara wezaretê dijî xelkêye û dijî welatiyan suce. Rêbwar got; “Ji ber ku xelk nikare bi vî bihayî neftê bikire, ji ber ku hikumeta Iraqê gelek bi erzanî neftê ji herêmê re şandiye. Ji bo vê nabe biryar were qebûlkrin û em vê biryarê red dikin. Ger wisan be wê bi hezaran welatî nekaribin neftê werbigrin. Pêwîstiya xelkê Soran her zivistan bi zêdetirî du bermêlan heye, ev jî barê xelkê giran dike.”

Welatiyê bi navê Ziryar Rehman ku xelkê Rewandize, li ser heman mijarê axivî û got; “Bihayê ku Hikumeta Herêmê dibêje, ne raste, biryara hatî dayîn suce û xedreye, divê xelk vê biryarê red bikin. Bang li xelkê Soran û Rewandiz dikim, vê biryara hikumetê red bikin û vî pereyî nedin. Hikumeta Herêmên ti xizmetek ji bo welatiyên xwe pêşwazî nake, başe wê xelk çawa bikare bi vî awayî jiyan bike. Zivistan zehmete, ji bo vê pêwîste xelk dijî vê biryarê helwestek nîşan bidin.”

ROJNEWS