Rojnameya Ronahî

Karkerên paqijiyê: Çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye

Darîn Silê/Qamişlo

Karkerên paqijiyê yên Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo diyar kirin ku çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye. Herwiha gotin, em çiqasî paqij bikin jî, eger welatî bi me re ne alîkar bin paqijî çênabe û wê diyardeya avêtina çopê dewam bike.

Paqijî çand û exlaqê civakê ye, lewma herî zêde jî civakê eleqedar dike. Karkerên paqijiyê jî dibêjin, pêwîst e civak parastina paqijiya herêma xwe bike û li paqijiya jîngehê baldar be. Bi taybet di milê avêtina çopê de divê welatî baldar bin û çopê biavêjin cihê selikên çopê ku belavî derdor nebin.

Komkirina çopê yek ji karên herî girîng yê dijwar e, herwiha parastina çanda paqijiyê ye. Li bajarê Qamişlo rojane erebeyên çopê û karkerên Paqijiyê yên Şaredariya Gel ya Qamişlo ji serê sibeha zû ve li nava tax û kolanên bajêr digerin, da ku çopa ber deriyê malan û ya li kolanan kom bikin. Tevî ku erebe digere û li her taxê jî selikên çopê hene, dîsa jî piraniya welatiyan çopê danaynin cihê wê yê guncaw û diavêjin devê deriyê male. Ev jî dibe sedem ku çop li derdorê belav bibe û çareke din karkerên paqijiyê çopê kom bikin.

Derbarê rewşa paqijiyê li Qamişlo û kar û xebata karkeran ya komkirina çopê, karkerên Şaredariya Gel yên bajarê Qamişlo ji me re axivên û dan zanîn ku ew sibaha zu heya êvarê çopa ku li derdor hatiye belavkirin kom dikin, lê dîsa jî gemera derdor xilas nabe.

Karkerê paqijiyê yê bi navê Telal Mihemed ku 3 sal in karê paqijiyê dike, da xuyakirin ku li bajar û navçeyên herêma Cizîrê ji aliyê paqijiyê ve guhartineke berçav heye û got, ji bo paqijiyekê demdor hê jî kar û xebat jê re pêwîst e. Da bihêjin çareseriyekê ku tevayiya pirsgirêkên jîngehê yên li herêmê bi dawî bibin.

Telal got, Em ji saet 6`ê sibehê ve de dest bi kar dikin, heta duduyê piştî nîvro. Hin caran jî ji ber ku çop li kolanan belave ye, em di komkirina wê de dereng dimînin. Ji bo wê jî em karê xwe dereng diqedînin.

`Pêwîste her kes serê sibehan çopa xwe amade bike`

Telal bal kişand ser kesên ku çopa xwe datînin devê deriyên xwe û axaftina xwe wiha domand: “Kesên ku êvaran çopê datînin ber deriyên xwe û li hêviya erebeya çopê dihêlin, bi şevê heywan wê çopê tev li kolanê belav dikin û ev dibe sedema ku qirêjî li nava bajêr çêbibe û karê me jî girantir bibe. Ji bo wê jî, pêwîste her kes danê sibehan, berî ku erebe li nava kolanan bigere çopa xwe amade bike, da ku dema erebe digere wê çopê kom bike.”

Telal bîr xist ku şaredariyê, berî demekê gelek selikên çopê li nava bajar belav kirin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Şaredariya Gel ya Qamişlo li her taxê û li kolanên sereke, gelek selikin çopê danîne. Pêwîste her kes çopa xwe bixe van selikan, da ku çop li kolabnan belav nebe û karê me jî girantir nebe.”

`Parastina paqijiya bajar ne erka me tenê ye`

Telal da zanîn ku rola welatiyan di parastina paqijiya bajêr de pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina cxwe : “Parastina paqijiya bajar ne erka me tenê, erka her kesî ye. Divê welatî bi me re alîkarbin. Çimkî yên ku li vî bajarî dijîn ne tine emin, her kesê ku di vî bajarî, di vî walatî de dijî berpirsyarê pakijiya wî bajarî û wî walatiye. Em jî ji bo paqijiya bajarê xwe û walatê xwe kar dikin. Ji bo wê jî pêwîste em tev li paqijiya bajarê xwe xwedî derkevin. Paqijî exlaq û çanda civakê ye. Çawa ku welatî parastina paqijiya malên xwe dikin, divê di heman demê de parastina kolanên bajarê xwe jî bikin. Lewra çareseriya paqijiyê di hevkariya gel de ye. Em çiqasî paqij bikin jî, eger welatî bi me re ne alîkar bin paqijî çênabe û wê diyardeya çopê dewam bike.”

Telal behsa kesên ku li nava çopa digerin kir û got, dema dawî ev diyarde zêde bûye. Ev pirsgirêka herî mezin e. Çimkî ev kes komkirina çopê ji xwe re wek karekî dibînin û rojane di nava çopa kolanan de digerin, tişta ji wan re pêwîst kom dikin û çopa heyî belav dikin û tev li erdê dihêlin. Ji bo wî jî, dema em li kolanan digerin em bi saetan çopa li erdê kom dikin. Ev jî astengiyan ji dixe karê me de.

`Bi hevkariya welatiyan wê pirsgirêka çopê çareser bibe`

Telal di dawiya axaftina xwe de got, Em ji bo avakirina welatekî paqij û bi ewle kar dikin. Tevî ku karê me pir giran e, em hewl didin parastina paqijiya bajar bikin. Bi hevkariya welatiyan wê pirsgirêka çopê çareser bibe.

`Derxistina çopê di demên diyarker de, dê pêşî li pirsgirêka me bigire`

Ajokarê erebeya çopê Enes Yûsif Xelîl jî behsa astengî û zehmetiyên ku di dema kar de bi wan re derbas dibin kir û wiha got: “Gelek caran em bi saetan li ber hin malan disekinin, heta ku çopê derdixin. Tevî ku em stranan pêdixin, da ku agahdar bibin û çopê derxînin. Lê dîsa jî dereng dimînin. Hin jê bi şevê çopê datînin devê deriyê xwe û heywan wê çopê tev belav dikin, em jî neçarin bi saetan bisekin da ku kom bikin. Ev yek bandorê li erebeyê dike, lewra erebe bi saetan pêxistî dimîne û dibe sedema ku hin caran erebe xirab bibe.”

Enes yûsif Xelîl di dawiyê de got, hevkariya welatiyan bi me re û derxistina çopê di demên hatîn diyarkirin de, dê pêşî li pirsgirêkên me bigire. Ji bo wê jî em bihêvîne welatî di vî alî de bi me re alîkarbin û çopa xwe di dema ku erebeya çopê digere de derxînin.