Rojnameya Ronahî

Nivîskaran 6`emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol nirxandin

Nivîskarên ku beşdarî 6’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bûne, diyar kirin ku pêşangeh roleke mezin û erênî di piştgiriya nivîskaran de lîst ku pirtûkên xwe pêşkêş bikin û şênî teşwîqî xwendina bi zimanê zikmakî û naskirina çand û dîrokê bikin.

Li dijî kurdan gelek hemleyên qirkirin û bişaftinê, komkujiyan ji aliyê dewletên mêtinger ve, pêk hatine. Her wiha kurd ji mafê axaftina bi zimanê dayîkê bêpar hatin hiştin û di aliyê çandî de hatin pişaftin.

Piştî destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çand hat vejandin û derfet ji hemû pêkhateyan re peydabû ku zimanê xwe yê zikmakî bi awayekî fermî di dibistanan de fêr bibin, wî ji siyasetên bişaftin û qirkirinê biparêzin.

Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelek çalakî û mîhrîcanên wêjeyî yên ji bo parastina zimanên gelên herêmê ji bişaftinê, pêşxistina çanda xwendinê û nivîsandinê di civakê de, hatin lidarxistin nexasim Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a ku salane li ser asta Kurdistanê û cîhanê tê lidarxistin.

6’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 22’ê Cotmehê de, li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi dirûşma “Pirtûk Serweta cîhanê” bi beşdariya bêhtirî 50 weşanxane, pirtûkxane, saziyên rewşenbîrî û navendên lêkolînan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Heleb, Laziqiyê, Iraq, Başûr û Bakurê Kurdistanê, Misir, Tirkiyê û Ewropayê, hat lidarxistin.

Parastina dîrok û çanda kurdî

Der barê girîngiya vê pêşangehê de, nivîskar û lêkolerê Kurd Salihê Heydo yê ku bi 60 sernavên li ser dîroka Kurdayetî, kevneşopî û çanda Kurdî, çîrok, dîwaneke taybet ji bo zarokan û jiyannameya xwe, beşdarî pêşangehê bûbû, wiha axivî: “Min xwest ku ez pirtûkên xwe bi rêya vê pêşangehê pêşkêşî gelê xwe bikim, ji sala yekê ya lidarxistina vê pêşangehê ez beşdar dibim.”

Heydo diyar kir ku ew her sal pirtûkên xwe di beşeke taybet de dide pêşandan û got: “Hejmara sernavên min gihîşt 76 ku piraniya wan li ser Kurdayetiyê ne, ez bi 60 pirtûkan beşdarî pêşangehê bûm, ji ber wê jî Komîteya Alîkar ji bo min beşek eyar kir da ku ez pirtûkên xwe tê de pêşan bidim.”

Di pêşangehê de 130 pirtûk bi 13 hezar sernavên çandî, dîrokî, wêjeyî, siyasî û civakî, her wiha beşên zarok û jinan, bi zimanên Erebî, Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Îngilîzî û Fransî, hatin pêşandan.

Heydo bal kişand ser girîngiya vê pêşangehê bi giştî û ji zimanê Kurdî re bi taybet û wiha got: “Pêşangeh çalakiyeke wêjeyî ya pir xweş e; ziman û çanda me ji gelek salan ve tên bişaftin. Axaftina bi zimanê me wê demê qedexe bû. Îro gaveke xweş û erênî ye ku ji bo parastina dîrok, çand û zimanê Kurdî, bi hezaran pirtûkên Kurdî bi serbestî werin pêşandan.”

Pêşxistina çanda xwendinê

Heydo wiha domand: “Pêşketina civakan di xwendin û nivîsandinê de ye, ji ber wê jî ev pêşangeh diyadeyeke şaristanî ya gelek girîng e. Êdî pirtûkên bi zimanê kurdî serbest belav dibin, ji ber ku ciwan çand û zimanê nas bikin.”

1’emîn Pêşangeh Pirtûkan a Şehîd Herekol li bajarê Qamişlo di 2017’an de, ji bo bîranîna nivîskar û têkoşer Hisên Şawîş (Herekol) ê ku di 2016’an de şehîd bûye, hat lidarxistin.

Der barê rola Şoreşa 19’ê Tîrmehê de di parastina çand, folklor û zimanê Kurdî de, Heydo wiha axivî: “Eger ev şoreş dest pê nekira, me ev roj nedidît. Bêguman em bi saya Rêveberiya Xweser, têkoşer û şehîdan gihîştin vê rojê.”

Heydo pêşangeha îsal nirxand û got: “Ji ber buhabûna li herêmê û pêşketina teknolojyayê, şênî ji xwendinê dûr dikevin. Ev jî bû sedema paşketina tevgera çûn û hatina pêşangehê, lê tevî wê jî, bi qasî em dikarin me hewl da ku nirxên pirtûkan nizm bikin da ku li gor hemû beşên civakê bin, armanca me ne qezenckirina pereyan, lê belê pêşxistina çanda xwendinê di civakê de ye.”

Şoreşa zimanê kurdî

Nivîskar Anahîta Sîno jî wiha axivî: “Îsal pêşangeh bi serenav û zimanên cuda, taybet bû. Pêşangeh roleke mezin di piştgiriya nivîskar û teşwîqkirina xwendekaran li ser xwendin û nivîsandinê de lîst. Di salên dawîn de û di encama teknolojiyê de, ew ji xwendinê hatin dûrxistin.”

Her wiha Anahîta Sîno tevlêbûna kêm a şêniyan di pêşangehê de û buhabûna pirtûkan di pêşangehê de, rexne kir û got: “Bêguman wê kêmasî û encamên erênî hebin. Beriya lidarxistina şoreşa 19`ê Tîrmehê, bi awayekî veşartî me pirtûkên bi zimanê kurdî dixwend. Niha em bi serbestî bi zimanê xwe diaxivin. Ev bi xwe şoreşeke mezin e.”

Di pêşangehê de panel, şahiyên îmzekirina pirtûkan, stran û pêşbaziyên rewşenbîrî hatin pêşkêşkirin û pirtûk wek xelat li serlêderan hatin belavkirin. Tê payîn ku pêşangehê di 29’ê Cotmehê de, bi xelatkirina nivîskar, wêjevan û weşanxaneyên beşdar bi dawî bibin.

ANHA