Rojnameya Ronahî

‘Heger em nebêjin dê ruhê me bifroşin!’

Mihrîcana Şanoyê ya Amedê ku Şanoya Bajarê Amedê bi rêve dibe dewam dike. Di çarçoveya mihrîcanê de gelek lîstik hatin nîşandan û her wiha semîner pêk hatin. Ji Kurdistana Rojhilat jî lîstikvan û derhênerê şanoyê Ghotbedîn Sadeghî (Qutbedîn Sadiqî),  ku ew di heman demê wekî “hosteyê sinehata şanoyê” jî tê naskirin jî tevlî mîhrîcanê bû bi navê “Girîngiya Şano û Şanonameya Kurdî” semînerek li dar xist.  Qutbedîn Sadiqî berê jî hatibû Bakûrê Kurdistanê û tevî Şanoya Bajêr a Amedê şanoya bi navê “Spîmend” derxistibû ser dikê û her wiha derhêneriya lîstikê kiribû.

Semînera Qutbedîn Sadiqî ji semînerê bêhtir weke “MastarClass” derbas bû. Ji lewre bi ruhekî Kurdewar bû û kesên ku salonê tije kiribûn heta dawiyê li hosteyê şanoyê guhdar kirin. Sadiqî jî li gel temenê xwe yê dirêj bi kelecanek mezin û dengekî berz axivî. Ji ber ku wî emrê xwe bi folklor, antropolojî û şanoya Kurdî derbas kiriye tûrikê wî tije bû û li gel serpêhatiyên xwe behsa karakterê neteweyî yê Kurd kir. Ji bo şanonameyek bi hizrên Kurdî were hazirkirin û lîstikvanên ser dikê jî bi tevger û kodên çanda Kurdî bilîzin ji tûrikê xwe gelek tiştan pêşniyaz kir. Ev pêşniyaz, lêkolîn û çavdêriyên wî yên bi salan bûn. Diyar bû wî li ser şano, karakter û bi giştî hunera Kurd gelek lêkolînan kiribû.

Sadiqî van çavdêrî û lêkolînên xwe yên giranbuha bi kesê salonê re parve kir û bi mînakên şênber niqaşên li ser şanoya Kurdî kûrtir kir.

Şêwazeke taybet û serbixwe

Sadiqî destpêkê ji dinyayê mînakan da û wiha peyivî, “Çawa ku li Japonya, Çîn û Hindistanê şanoyên wan yên taybet hene li vir ango li welatê me şanoyeke me ya taybet ava nebûye. Her wiha şêwazên wan yên cuda hene ji bo şanoyê lê mixabin me şêwazeke taybet ji bo şanoya xwe ava nekiriye. Hewceye em şêweya xwe bibînin û lê bigerin. Li Ewrûpayê jî li welatên weke Fransa, Îtalya, Ingilîstan û Elmanya hewl dan ku piştî ronesansê şanoyên taybet bi xwe çêbikin û şêwaza xwe biafirînin. Lê mixabin li çar perçeyên Kurdistanê em hîna nebûne şahidê şanoyeke taybet û serbixwe. ‘’

Rîwayet an jî vebêjî

Sadiqî ji bo şanoyê behsa du encamên xwe yên girîng kir û van encamên ku xwe gihandiyê, wiha nirxand, “Li gor lêkolînên ku min kirine ez gihîştime du encamên sereke. Yek ji van “Rîwayet” ( gotin ango vebêjî) ya din jî “Ayînî” ye. Destpêkê beriya mirovahî dest bi cotkariyê bike li gor xwezayê rêûresmên xwe ava kiriye. Dema dibû şev ji bo têkbirina tirsê li dora agir li hev kom dibûn û yek ji nava wan çîrokekê digot. Di gelek pirtûkên şanoyê de ev kombûn weke tiştekî “epîk” tê binavkirin. Yanî ruhê vê kombûnê epîk e. Nifşek ezmûn û cerebeyên xwe radigihîne nifştê dîtir. Bi vî awayî ezmûn li ezmûnên din zêde dibin û her diçe ev rewş berfirehtir dibe. Dema ku ev ezmûn zêde dibin meriv dikarin bibin hakimê çarenûsa xwe jî. Piştê vê têgihiştinê meriv dibêjin ez dikarim pirsgirêkên xwezayê û civakê çareser bikim. Rîwayet an jî vegotin di hemû demên dîrokî de her tim bi awayekî xwe nîşan daye. Di efsane, çîrok û mîtolojiyan de meriv dikare bi hêsanî rîwayetê bibîne.”

‘Em mecbûr in vebêjin’

Sadiqî di dewamê de da zanîn ku “Rîwayet” çarçoveyekê ji bo zanist û displînê ava dike. Her wiha têkiliyan ava dike û ji van hemûyan jî girîngtir civakekê meşrû dike. Sadiqî wiha domand, “Civakeke ku rîwayet tê de tine be ne meşrû ye. Rîwayet ew tişt e ku di rabihuriyê de ji bo siberojê hatiye gotin. Kesê ku rîwayet dike ango vebêj kesekî notr nîne, fêhm dike û li gor têgihiştinên xwe tiştan li meseleyê zêde dike. Ji ber vê sedemê heger em bi xwe meseleyên xwe nebêjin, vegotinên xwe ranegihînin, valahiyek çêdibe û ev valahî gelek caran bi destên kesên din tê dagirtin. Ev kes jî nihêrîn û zanînên xwe li meseleyên me bar dikin. Bi vî awayî ruhê me tê firotin! Lewma jî em mecbûr di hemû kêliyên dîrokê de meseleyên xwe vebêjin.”

Ozgurpolitika