Rojnameya Ronahî

Dema hinarên Helebceye 

Hinarên Helebce ku bi tama xwe navûdengin, çend rojin ketine bazaran. Li gor gotina xwediyên baxên hinaran rêjeya berhemê îsal li gor salên din bi qasî nîvî kêm kiriye. Xwediyên baxan diyar dikin ji ber anîna hinarên derve, hinarên wan wek pêwîst xerc nabin.

Bi hatina demsala Peyîzê re hinarên Helebce dikevin bazarên Herêma Kurdistanê. Lê îsal ji ber sermaya demsala Biharê ku gulên hinaran werand, berhemên baxên Helebce gelek kêm bûn. Bazar jî tije bûn ji hinarên Suriye û Misrê.

Rêbaz Bekir li Helebce xwediyê baxê hinara ye, got: “Îsal hinarên me gelek xweşikin, lê ji ber rêjeyek zêde ya hinarên Misir û Suriye ketine bazarê, hinarên me xerc nabin.”

Rêbaz diyar kir ku kîloya hinar li ser wan bi 650 ta 750 dînar dike. Rêbaz Bekir daxwaz ji wezareta çandiniyê ya Hikûmeta Herêmê kir ku anîna hinarên derve ragire daku cotyar zererê nebînin.

Derbarê berhemê îsal de jî Rêbaz got: “Par 15 ton hinar ji baxê min derket, lê îsal kêmbûye û bi qasî 7 tone. Ev jî ji ber serma û seqema Zivistana par bû. Em tevayî berhemên xwe dişînin elweya Silêmaniyê û li wêderê difiroşîn.”

Rêbaz Bekir da zanîn tama hinarên xwemalî ji hinarên Misrê û Suriyeyê gelek xweştirin, lê ji ber anîna hinarên derve, hinarên me bi qasî pêwîst pere nake.

Li sinorê parêzgeha Helebce zêdetirî 20 cûrên hinaran hene, her wiha 9 hezar 850 donim zevî baxên hinaran hene û 3 hezar kes xwediyên van baxan hene.

Berpirsê Beşa Baxan li Rêveberiya Çandiniyê ya Helebce Necmedîn Omer jî diyar kir ku îsal li gor salên din qalîteya hinaran gelek başe, lê rêjeya berhemê îsal gelek lêm bûye. Necmedîn got: “Salên din ger 30 hezar ton hinar li sinorê Helebce berhem bihata, îsal wê bibe 10 hezar ton hinar. Ji ber sermaya par piraniya gulên hinaran weriyan û ji ber wê jî berhemê îsal kême.”

Derbarê anîna hinarên ji derve bo nava bazarên Herêmê jî Necmedîn Omer got: “Em nizanin ev hinarên Suriye û Misrê bi kîjan rêyan tên nava bazarên Herêma Kurdistanê. Lê wezareta me ji dema çêbûna hemû berhemên navxweyî ta dema temambûna wan anîna berhemên derve qedexekiriye.”

Her wiha Necmedîn Omer diyar kir; “Berhemê hinarên navxweyî ji berhemên derve gelek cûdatire. Berhemên derve madeyên kimyawî gelek li ser hatine bikaranîn. Ew jî ji ber nedewlemendiya xaka wane ku hinaran lê berhem tînin. Li piraniya welatan berhemên wan ji ber qalîteya xirab tên red kirin. Lê li Kurdistanê ev lêpirsîn nayê kirin. Ji bona wê bi hêsanî digihin nava bazarên Kurdistanê. Ji ber bi nirxek kêm digihe vir,  bandorê li ser daketina nirxê berhemê navxwe yî jî dike.”

ROJNEWS