Rojnameya Ronahî

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê xebatên sererastkirina nexweşxaneya Kesra didomîne

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armanca pêşxistina qada tenduristiyê û sivikkirina barê welatiyên rojavayê Dêrazorê xebatên sererastkirina nexweşxaneya giştî ya Kesrayê didomîne. Tê payîn ku xebatên sererastkirinê di destpêka meha bê de bi dawî bibin.

Beriya rizgarkirina herêmê nexweşxaneya giştî ya Kesrayê û gelek cihên din ên tenduristiyê li rojavayê Dêrazorê wêran bûn. Di encamê de aloziyek di qada tenduristiyê de çêbû, ji ber ku nexweşxane û navendên tenduristiyê li herêmê tune ne.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi armanca pêşxistina qada tenduristiyê, di destpêka Tîrmehê de dest bi xebatên sererastkirina nexweşxaneya giştî ya Kesrayê kir ku mezintirîn nexweşxaneyên herêmê ye û dermankirinê ji zêdetirî 400 hezar nexweş re pêşkêş dike.

Têkildarî mijarê hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Meryem El Ewad got: “Ji bo pêşxistina herêmê di gelek aliyan de, me gelek proje danî. Lê herî zêde me girîngî da vê projeyê da ku kar û xebatên di qada tenduristiyê de pêş bixin.”

Meryme wiha berdewam kir: “Lêçûna nexweşxaneyê derdora 463 hezar dolar e. Heta niha bi rêjeya ji sedî 70 kar û xebat tê de hatiye meşandin; torên kehrebe û kanalîsazyonê hatine dirêjkirin, ode û banê nexweşxaneyê hatiye sererastkirin.”

Welatiyê bi navê Hisên El Ehmed got: “Em ji aliyên têkildarî hêvî dikin ku dema nexweşxane bê vekirin, kadroyeke tenduristiyê ya giştî û amûrên tenduristiyê hebin. Da ku xebatên herî baş ji welatiyên rojavayê Dêrazorê re pêşkêş bikin.”-ANHA