Koçberên Efrînê yên kampa Berxwedanê ya Şehbayê diyar kirin ku tevî hemû zehmetiyên jiyanî jî ew bi îradeyeke xurt debara jiyana xwe dikin û gotin, ne dorpêç û ne jî êrişê wê karîbe îradya wan têk bibe
Zana Roj/ Şehba
Koçberên Efrînê ku li herêma Şehbayê dimînin rojana rastî zehmetiyan tên. Tevî hemû zor û zehmetiyan û dorpêça ku li ser wan hatiye ferzikirin jî, ew bi îradeyeke xurt li ber xwe didinin û debara jiyana xwe dikin.
Derbarê zehmetiyên jiyanî yên ku koçberên Efrînê yên kampa Berxwedanê li herêma Şehbayê dibînin, koçberên Efrînê ji me re axivîn.
`Rêxistinên mirovî bi erka xwe ranabin`
Koçberê bi navê Şêx Heyder Mistafa ku li kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimîne, diyar kir ku ji ber reweşa koçberiyê, ew zehmetiyan dibînin û bi hatina demsala zivstanê re zehmetî zêdetir dibin û wiha got: “Di kampan de jiyan kirin hinek cuda ye, bi hatina zivistanê re hîn zêdetir rewş tengavtir dibe. Di milê jiyanî de yên ku zêde zehmetiyan dibînin, jin û zarokin. Ji destpêka avakirina kampê ve û heya niha jî rêxistinên navnetewyî yên ku bi navê alîkariya koçberan derbasî kampê bûne, bi erkê xwe ranabin; hîn çadirên gel jî nehatine nûkirin. Em hewil didin ku tedbîra xwe li hember baran û sermayê bigrin, lê ji ber kêmderfetan ev yek zehmete.”
`Armanca dorpêçê bêzarkirina gel e`
Şêx Heyder destnîşan kir ku dorpêça domdar ya li ser herêma Şehbayê bandoreke neyênî li jiyana wan dike û wiha domand: “Ji destpêka derbasbûna gel ji herêma Şehbayê re, hikumeta Şamê li ser wan dorpêçê ferz dike; Riya di navbera Şehba û Helbê de qut dike, nahêle sotemenî û kelûpelên jiyanî derbasî herêmê bibin. Herwiha her dem dermanê nexweşan û avê jî qut dike, nahêlin nexweş ji bo tedawiyê biçin Helebê jî, armanca hikumeta Şamê eşkere ye, ew dixwaze gel bêîrade bike û wan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne.”
`Rêveberiya Herêmê bi her awayî dibe alîkar`
Welatiya bi navê Hediyet Elî ku ew jî li kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimîne, da zanîn ku Rêveberiya Xweser li gorî derfetên xwe ji her alî ve alîkariya wan dike û wiha domand: “Ji bo peydakirin pêdiviyên sereke yên jiyanî, Rêveberiya Xweser li gor derfetên xwe alîkariya me dike. Weke belavkirina mazot, gaz û avê, herwiha peydakirina kar ji bo welatiyan. Ji bo kesên nexweş navendên Heyva Sor a Kurd hatine avakirin.”
`Dewamkirina berxwedanê erka me ye`
Hediyet Elî da xuyakirin ku li hemberî êrişên dewleta tirk ya dagirker û dorpêça hikumeta Şamê, gel asta berxwedanê bilintir kiriye û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê ku li ser xeta Şehîdên xwe û Fikrê Rêber Apo bimeşe, wê serkeftinê bidest bixe. Emê meşa di xeta parastina nirxên xwe û xwedîderketina li şehîdan, bi îradeyeke xurt dewam bikin. Herwiha li ser wê bingehê tu carî em ê ji têkoşîn û dewamkirina berxwedaniyê dûrnekevin.”.