Rojnameya Ronahî

Jinên ciwan : Hêza jinên Kurd tavahî sînor derbas kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan bi boneya 30’emîn demazrandina Artêşbûyîna Jin,  Salvegera şehadeta Bêrîtan û bîranîna 17 gerîlayên ku di encama bikaranîna çekên kîmyawî de Şehîd bûne, li herêma Şehbayê  çalakiyek li dar xistin.

Zana Roj/ Şehba

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Efrînê ji bo bîranîna 17 gerîlayên ku di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker yên bi çekên kîmyawî yên qedexekirî  ku li ser Herêmên Parastinê yên Medya şehîd bûn, herwiha bi bûneya Salvegera 30’emîn ya Avakirina Artêşbûyîna Jin di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de û bîranîna şehîd Bêrîtan, çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi sedan jinên ciwan li navçeya Ehdas kom bûn. Di çalakiyê de sînevîzyon hat pêşkêş kirin û li ser navê Jinên Ciwan axaftin hatin kirin.

Têklidarî çalakiyê hevseroka Yekîtiya Sporê ya herêma Efrînê Dunya Bekir û endama Jinên Ciwan Zîn Henan ji me re axivîn.

`Ji bo têkbirina têkoşîna 50 salî, kîmyasalê bikar tîne`

Hevseroka Yekîtiya Sporê ya herêma Efrînê Dunya Bekir, bikaranîna çekên kîmyawî li ser gerîla weke despêkirin û xistina rêzê de yê şerê kimyawî yê navdewletî nirxand û got, Ji bo têkpirina berxwedanî û têkoşîna a ku ji 50 salî ve ji aliyê qehremanên azadiya Kurdistanê ve tê meşandin, dewleta Tirk a faşîst bi hemû cure wehşiyetê, gerîlayên azadiyê dike hedef.  Dewleta Tirk ya dagirker, ji ber têkçûyîna artêşa xwe li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna çekên kîmyawî bikar tîne. Herwiha bêdengiya dewletên navnetewî jî tê wateya ku dixwazin karanîna kîmyawî li ser mirovahî yê normal bikin. Lê xeta Şehît Bêrîtan wê van plana têk bibe.”

`Tavahî hêzên navneteweyî  ji bo tunekirina Kurdan hevalbendin`

Dunya da zanîn ku ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk çekê kîmyawî li qadê gerîla bikar tîne û wiha domand: “Divê her kes bizanibe, di têkoşîna Kurdistanê de ev ne cara yekemîne ku dewleta Tirk ya dagirker çekên kîmyawî bikar tîne, ev yek jî li beramberî tavahî cîhanê tê kirin û ispatên bikaranîna dewleta Tirk  ji kîmyawî re hene. Lê, dîsa jî hêzên navnetewî bêdengin, ev yek jî dide diyar kirin ku her kes ji bo tunekirina gelê Kurdan destekê didin dewleta Tirk ya dagirker. Ji ber ku herkes dizane di armanca dewleta tirk ewe ku piştî gerîla, gelê kurd qir bike. Lewma parastina gelê kurd gerîla ye. Eger gerîla û tekoşîna gerîla neba ye, niha tiştekê bi navê kurd û Kurdistanê nedibû. ”

`Artêşbûna Jin, bi îdolojiya Rêber Ocalan pêşengiya tekoşîna rizgariya Kurdistanê kir`

Endama Jinên Ciwan Zîn Henan jî 30’emîn Salvegera Avakirina Artêşbûyîna Jin di şexsê Şehîd Bêrîtan de pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Jinên Kurd, ji destpêka avakirina Tevgera Azadiyê de rola xwe ya pêşengtiyê dilîst. Ji bo xwenaskirin û li azadiya jin xwedî derkertin, bi her awayî di asta herî bilind de têkoşîn dida meşandin. Ev berxwedanî û têkoşîn bû hêz ku beriya 30 salî artêşbûyîna jinên leheng bê avakirin, ev artêş ji bo me û tavahî jinên cîhanê, weke dawîanîna li tevahî zihniyetên ku li dijî jin kar dikine bû. Herwiha bi pêşengiya jina kurd bi îdeolojiya Rêber Ocalan ev 30 salin,  têkoşîna azadiya Kurdistanê tê meşandin”.

`Hêza jinên Kurd sînor derbas kirin`

Zîn da nîşandan ku silogana Jin Jiyan Azadî a ku mîrasê jinên qehreman e, bû sembola serhilanan û got: “Hêza Artêşa jin a ku niha em di silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ de dibînin ku derbasî tavahî cîhanê jî bûye, ji bo xwedîderketina li mafê jin û têkbirina zihniyeta paşverû a ku li ser jin hatiye ferz kirin e. Niha li tavahî qadên cîhanê jin rabûne ser piyan, ev yek jî dide diyarkirin ku hêza jinên Kurd derbasî her derê cîhanê bûye”.

`Dem dema têkoşînê ye`

Endama yekîtiya jinên ciwan Zîn Henan bang  tavahî jinan kir ku asta têkoşînê bilind bikin û wiha axaftina xwe qedand: “Bi bûneya salvegera 30 yemîn a artêşbûna jin, em banga tavahî jinan dikin û bi taybet jinên ciwan ku dem dema têkoşîn û xwedîderketina li îdeolojiya Rêber Ocalan e. Divê em biherikin kolanan û dengê jin di tavahî cîhanê de bilind bikin. Divê em guh bidin dengê tekoşîna gerîla û xwedî li berxwedan û fedekariya wan derkevin. Divê em bizanibin dem dema azadiya jin û gelan e û em tekoşînê xurt bikin.”