Rojnameya Ronahî

Li Efrîn’ê lîstok xelas nabe

 

Zekî Bedran

Dewleta Tirkan tiştekî ku nehanîye serê Efrîn’ê nemaye. Li dora wî çend komên çete hebin hemû şand ser gelê Efrîn`ê. Gûhertinek mezin ya demografî û qirkirinek netewî çêkir. Mohra xwe li sûcên dij moravayî xist. NY jî tê de, di raporên gelek saziyande hat tomarkirin ku hember gel sûcên şer kiriye. Şûna bi sed hezaran Efrînî yê ku dan koçber kirin û revandin, ji derve malbatên çeteyan hanîn. Mal û milkê gel û qadên jiyanê wan hatin talankirin. Yên ku dan revandin jî, mal û milkê wan yên ji derve hatin bicîh bûn. Tecawuz, revandin êşkence û fidye(bertîl) girtin bû weke tiştek ji rêzê û asayî.

Wekî ku ev têrê nekirin, vê carê jî dewleta Tirkan El Qaîde yanî El Nusra şand ser Efrîn. Çeteyên din nedikarîn ji polîtîkayên Tirkan re bibin bersîv. Hevdîtin û lêgerînên lihevkirinê ku bi navbeynkariya Rusya destpêkir, van komên çete tirsand. Ketin nav fikarê ku Erdogan wan bifroşe. Hat fêmkirin ku, Ji ber vê taybetmendiyê wan di dagirkeriyek nû de nikarin wek tê xwastin bidin şerkirin. Ji ber vê xwastin bi destê El Nusra van komên çete bikşînin ser xeta xwe û herêmên weke Ezaz wan asê bikin û bixin bin kontrole.

El Nusra li İdlib’ê bin parastina dewleta Tirkan de weke dewletek avakiribû. Bi deh hezaran çeteyên çekdarê wan hebûn, bi milyonan mirov kontrol dikir. Di beşa Aborî û peyda kirina mirovande xwe finanse dikir. Dewleta tirkan qaşo El Nusra weke rêxistineke terorîst pejirandiye. Hêzên mezin wek, DYA, Rusya û Ewropa hemû El Nusra xistine lîsteya rêxistinên terörist. Lê ber pozê Rusya bi salane xwe bicîh kiriye û rêveberiyê dike. Rêveberiya Şam`ê bi hêza xwe nikare Îdlib`ê bigre. Pêwîstiyê wî bi Rusya heye. Rusya qada esmanî vekir û pêşîya dagirkirina Efrîn`ê vekir. Bin vê dagirkerîyê de tiştek nema ku bînin serê Kurdan. Lê Rusya hember van sûcên dij mirovayî her tim weke temaşeker ma. Hewldanek yan jî mûdaxaleyek wan çênebu, El Nusra ket Efrin û herêm xist bin kontrolê, cardin ji Rusya helwestek yan jî hewldanek nehat dîtin.

Qaşo dewleta Tirkan heza leşkerî şandiye herêmê, pêşî lê girtiye ku El Nusra nekeve Ezaz. Û tê gotin, El Nusra hêzên xwe paşve kişandiye. El Nusra çima dikeve Efrin’e? Ji bo vê sedemek gûncav û pêbawer heta niha nehatiye nişandan. Efrîn ji xwe bin dagirkeriya Tirkan de ye. Ew komên çete yên ku li Efrîn`ê bûn, dewleta Tirkan wan hanîbû. Diyare ku li vir dewleta Tirkan şanoyek amade kiriye û El Nusra weke encamê şerê navbera komên çeteyan de çalak bike.

Erdogan, Kurdan bi gîştî ji holê rakirinê kiriye armanca xwe. Û dibêje: tû carî hebûn û statûyê wan wê nebe. Başûrê Kurdistan di bin êrîşeke girande ye. Rûxmî hemû dîmenan û bangên hatine kirin, çekên qedexekirî û xazên kîmyayî tên bikarhanîn. Ji bo Rojava bipelçiqîne niha jî xwe bi lîngê Putîn girtiye. Erdogan, weke endameke NATO zêdetir endameke Putîn e. Weke îttîfaqê Putîn tevdigere. Ji rojava têra xwe alîkarî girt, lê bi van alîkariyan encamê ku tê xwastin nahatiye girtin. Ji ber vê dixwaze Rusya di tasfiyeya Kurdan de hîn çalaktir bikar bîne.

Bi destê El Nusra dixwaze, nexşeya çand û dîroka Efrîn bi gîştî ji holê rake. Li gor Erdogan ger El Nusra Efrîn kontrol bike, ewê gel bi gîştî ser esasê ol rêxistin bike û hember rojava bi bandor wê şer bike. Dîyar dibe ku bi El Nusra re peymaneke wiha çêkirine. Di bingeha vê şanoyê de, nîyetek dijminayiya Kurdan û şer merheleyek jortir meşandin heye. Ji xwe Erdogan wiha gotibû; ‘’ji vir wiha emê şer bi rêbazên cûda bimeşînin.’’

Efrîn ber çavê hemû cîhanê, bi êrîşeke pir zalimane hat dagirkirin. Ji Efrîn hember Tirkiyê tû êrîş çênebû bû. Hêzeke wê ya gefan ji Tirkiyê bixwe jî nebû. Kesên li pey tişteke wiha bin jî nebûn. Tenê li dora dijminayiya Kurdan de zilmek hate nîşandan. Bi sed hezaran Efrîn`î axên ku bi çandina darên zeytûnan kiribûn weke bihişt, hatin koçberkirin. Niha gelek ji wan di konande jiyan dikin û li benda vegerêne. Beşek ji wan jî li herêmên cûrbecûr belav bûn.

Saziyên weke NY divê, raporên ku amade kiribûn û rastiyên ku gîhîştibûn lê xwedî derkevin. Hemû Kurdistanî û yên li derveyî welat dijîn, divê dijî vê qirkirinê û koçberkirina Kurdan ji Efrîn û her wiha lîstokên li ser axa Sûrî têne kirin bê navber di nava tekoşînêde bin. Bêyî Efrîn Rojava nabe. Efrîn di nava hemû Kurdistani`yan de birîneke vekiriye. Divê hîn zêdetir rê neye dayîn ku dagirker û çete Efrîn xirab bikin. Hêzên ku bûne şirîkê van sûcan jî divê rûyê wan ê rast bê derxistin. Divê şirîkên sûcên mirovayî yên ku li Efrîn`ê hatine kirin û yên ku temaşe kirine bên teşhîr kirin.

Hember lîstokên hêzên dagirker ê ku dibêjin; Li Efrîn`ê hin bûyer qewimîn, şer sekinî. Niha rewş vegeriye asayî, divê daîmî di nav sekneke serhildan û berxwedan de bin. Heta Efrîn azad nebe tiştek venagere rewşa asayî!