Rojnameya Ronahî

Xemla Payîzê

Sîpan Şînda

Dema bayê hişk li guliya te dide

Û belawela dike wan biskên te

Yên li ser eniya te de hatîn xwarê

Dibizdine qulfên keziyên te

Ji tirsa bayê pîre payîzê

Bayê pîre payîzê bi awayekî gurr li guliya darên çiyayên poz bilind dide û mişînê têxe wan. Guliya wan darên qurmê wan stûr, rayê wan hinde kûr û qayîm li nav guhên hev dixe. Rayê dilê wan darên kevnar diqetîne. Ew dizanin ku ev ba ne bayê xêrê ye. Ew dizanin ev ba nîşana rewşeke din, hatina demsaleke din e. Ew dizanin êdî temenê xemla wan kurt bûye, ta laşê wan digire, ew diricifin, ew nikarine êdî ji cihê xwe bi lepitin. Ji ber ku ew dizanin rev feyde nake. Ewê li ber xwe bidin lê belê, ew dizanin xilasî ji ber payîzê nîne. Ew dizanine wê payîz wan têk bibe, wan rep û rût bike. Tirsa bayê payîzê pîse. Dema ew li guliya daran dide, wan çiqilîn e wan li nav guhê hevdu dixe, tirs xwe berdide di nava kûrahiya rayên wan. Zeratî tavêje pelên guliyên wan û hêdî hêdî xwe berdidin xwarê û kirasekî nû li ser bejna wan dike. Ew pel bi pel, çiqil bi çiqil, ta bi ta zer dibine.

Darên herî pêşî rengê xwe tavêjine darên herî kevnar. Pêşiyê ew xemla xwe diguherine,  rengê payîzê ewilî li ser bejn û bala wan dixemile, ew mizgîniya payîzê didine. Belê rêlên welatê alîyek deşt û yek zozan êdî kirasê xwe diguherin û xeml û xêla wan mirovî sermest dike. Dema mirov li serê bistîyekê, li ser girekê yan ji kûpekê disekine û li xemla wan rêlistanên welatê poz bilind dinêre, mirov sermest dibe, mirov her û her mirêkare seyra wê xemlê bike, wan dîmenan bê mirin bikin. Mirov dikare salê carekê, wê xemlê bibîne û bijî ji ber wê destê mirovî jê naqete. Ji ber ku xemla payîzê kurt e. Çawa ku bûk xwe dixemilîne û ew xemla wê ya hinde xweşik kurt e, eyn xemla payîzê jî welê ye. Xemla wê kurt e, lê belê mirov jê têr nabe. Ji ber wê ew kêliyên hinde mirovî sermest dikin û dikişînine xwe, dest mirovî nakevin. Mirov dixwaze her tim di nava wê şahiyê de be. Ew dilê mirovî xweş, giyanê mirovî geş dike. Ew kêliyên kurt yên ku mirov di payîzê de dijî, giyanê mirovî ter dike, dilê mirovî şad û temenê mirovî dirêjtir dike. Dema ba li guliya wan darên kevnare dide û pelên wan li bin guhê hevdu dixe û wan li hewa direqisîne, çiqas mirovî sermest dike! Kêliyekî çiqas xweşe! Ew kêlî rayên dilê mirovî yên qurmiçî geş dike, sewtên evînê berdide kûrahiyên dilê mirovî.

Xemla payîzê çiqas dilê mirovî geş dike jî, lê belê ew xemgîniyekê jî bi xwe re tîne. Xemla payîzê dilê mirovî dibe welatên dûr, hizrên mirovî dibe rewşên kûr. Ji ber ku ew xeml û xêl jî kurt e. Ji ber ku di nava demekî kurt de wê ew xezam hemû wan daran terk bikin û wê ew dar, ew rêl hemû bimînine rût û tazî. Êdî ew wê di bin sir û seqema zivistanê de bi tenê bimînine.

Dema bayê payîzê li guliya daran dide

Bablesîtik wan xezaman

Yek bi yek ji jiyanê qut dike

Evîna min û te ji nû ve zîl dide

Di bin wan xezaman de