Rojnameya Ronahî

Vekirina pêşangeha 6`an ya Şehîd Herekol ya pirtûkan

Darîn Silê/Qamişlo

Bi armanca pêşkêşkirina berhemên wêjeyî û çapkirina pirtûkên nû, herwiha belavkirin û pêşxistina çanda xwendinê, pêşangeha Şehîd Herekol ya pirtûkan li Qamişlo hat vekirin.

Bi pêşengtiya Desteya Çand û Hunerê ya bakur û rojhilatê Sûriyê û bi alîkariya Desteya Çandê li herêma Cizîrê, 22`yê vê heyvê li hola zana ya bajarê Qamişlo, bi durişma “Pirtûk Samanê Cîhanê ne”, Pêşangeha 6`an ya Şehîd Herekol hat vekirin. Ji herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bi sedan rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, endamên saziyên civaka sivîl û heskiriyên çand û nivîsê, tevlî vekirina pêşangehê bûn. Pêşengeh wê heta 29`ê Cotmehê dewam bike. Di pêşangehê de jî, jin di her alî de cih digire û pêşengtiyê dike. Herwiha rengê niviskarên jin jî di vê pêşangehê de diyar e.

Pêşangeha bi tevlêbûna 51 weşanxane, pirtûkxane, saziyên çandê, navendên lêkolînan yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şam, Latkiye, bakur û başurê Kurdistanê û dewletên derve (Iraqê, Misir, Tirkiyê, Belçîka û hwd. hat lidarxistin.

Di pêşangehê de 130 hezar pirtûk û 13 hezar sernavên pirtûkên çandê, dîrokê, wêjeyî, lêkolîn, fikrî, siyasî û civakî hene. Herwiha tê de beşên pirtûkên zarokan û yên li ser jinê jî hene. Pirtûk, bi zimanê erebî û kurdî ku bi zaravayên kurmancî, soranî û zazakî, herwiha bi zimanên suryanî û ingilîzî û tirkî jî hene.

Derbarê vekirina pêşangehê û giringiya wê de, endamê komîteya amadekirinê û nivîskarên ku beşdarî pêşangehê bûne, ji me re axivîn û dan zanîn ku vekirina pêşangehê gaveke pîroz e.

`Armanc pêşxistina çanda xwendinê ye`

Endamê komîteya amedekirina pêşangehê Ebdilmecîd Xelef got, armanca me ji vekirina vê pêşangehê ew e ku çanda xwendinê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêş bikeve. Herwiha komkirina tevayiya nivîskaran û lidarxistina çalakiyên derbarê giringiya pirtûkan û pêşkêşkirina pirtûkên ku nû hatîn çapkirin e.

`Tevî rewşa awarte me pêşangeh neda sekinandin`

Ebdilmecîd diyar kir ku îsal ji ber rewşa li herêmê, pêşangeh bi derengî hat vekirin û axaftina xwe wiha domand: “Tevî rewşa awarte me pêşangeh neda sekinandin. Her salê di heyva Tîrmehê de pêşangeh tê lidarxistin. Lê, îsal ji ber rewşa avarte, alozî û zêdebûna êrişên dagîrkeriyê, vekirina pêşangehê dereng ma.”

`Îsal tevlibûna pêşengehê ji salên çûyî baştir e`

Ebdilmecîd bal kişand ser tevlîbûna nivîskar û weşanxaneyan ji pêşangehê re û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Îsal jimara beşdaran ji salên çûyî baştir e. Herwiha gelek nivîskar û weşanxaneyên cûda tevlî pêşangehê bûne.”

Çalakî û semînerên di pêşangehê de tên lidarxistin

Ebdilmecîd behsa çalakî û pêşbirkên ku wê di pêşangehê de bên lidarxistin kir û wiha got: “Wê rojane çalakî werin lidarxistin. Semîner wê bên dayîn û nîqaşên derbarê giringiya xwendina pirtûkan û çareserkirina pirsgirêkan û sedemên lewaztiyên çanda xwendinê, wê bên kirin. Herwiha wê pêşbirk werin çêkirin û wê pirtûk diyarî kesên serkeftî bên kirin.”

Endamê komîteya amadekirinê Ebdilmecîd Xelef di dawiiya axaftina xwe de got, em serkeftinê ji tevayiya nivîskaran re dixwazin û emê hewl bidin her salê pêşangehên wisa li dar bixin, lewra Pêşangehên bi vî rengî di serî de ziman, çand û hunera civakê diparêzin û bi pêş dixin.

`Pêşangeha Herekol gava pêşketinê ye`

Nivîskarê bi navê Ciwan Silo ku ew jî beşdarî pêşangehê bûye da zanîn ku ev pêşangeh, çanda herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê xurtir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em pir kêfxweş in ku pêşangeheke wiha hat lidarxistin. Lewra pêşangeha Herekol ji bo gelê herêmê, bi taybet ji bo nivîskaran pir biwate ye û gava pêşketinê ye.

‘Di pêşangehê de Keda bi salan tê pêşkêşkirin’

Ciwan di berdewamiya axaftina xwe de got, mirov bi pêşangehan jîhatî dibe û xebata xwe ya bi salan derdixe û pêşkêşî civaka xwe dike. Niha jî di pêşangeha Herekol ya pirtûkan de, gelek nivîskaran nivîs û pirtûkên xwe yên bi keda salan pêşkêş kirin. Ev jî dihêle ku nivîskar bikaribe xwe bigihîne xwandevanê xwe.

‘Paşroja xwe bi xwendina pirtûkan ava bikin’

Nivîskar Ciwan Silo di dawiyê de bang li ciwanan kir ku li çanda xwendinê xwedî derkevin, herwiha zimanê xwe biparêzin û paşrojeyên xwe bi xwendina pirtûkan dewlemet û ava bikin.