Rojnameya Ronahî

Alikariya Yekîtiya Çandinî û Sewaldariyê ya ji bo sewalvanan

Rojbîn Zagroz/Dêrik

Hevserokê Yekîtiya Çandinî û Sewaldariyê li bajarê Dirêkê Hisên Usman, da zanîn ku Yekîtiyê ji destpêka damezrandina xwe ve gavên pir girîng avêtine û got, em tevayiya cotkar û sewalvanan bi rêxistin dikin û hewl didin ku pêwîstiyên wan peyda bikin.

Di van salên dawî de rewşa hewayê li seranserê cîhanê hatiye guhertin. Çimkî baran kêm e û ne di dema xwe de dibare. Ji ber wê bandoreke neyînî li çandinî û sewalkariyê hatiye kirin. Îsal jî baran li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kêm bû. Ev jî ziyanê ne li çotkaran tenê li sewalvanan jî dike. Lewma, bihayê êmê sewalan pir bilind bû ye. Ji bo wê jî her salê yekîtiya Çandinî û Sewaldariyê êmê li sewalvanan belav dike.

Belavkirina êm li ser sewalan yek ji gavên girîng e ku ji hêla yekîtiya Çandinî û Sewaldariyê, bi alîkariya Kompanya Pêşxistina Çandiniyê ve tê kirin. Belavkirin li gorî navên qeydkirî ji hêla Komîteyê ve tê kirin.

Derbarê rewşa sewalan li bajarê Dirêkê, Hevserokê Yekîtiya Çandinî û Sewaldariya li Dêrikê Hisên Usman ji me re axivî û bal kişand ser bandora hişkesalî, kêmbûna baranê û ziyana çandiniyê di van salên dawî de û got, rewşa hewayê bi awayekî pir neyînî bandorê li ser Sewalan dike.

`Belavkirina êm barê sewalvanan sivik dike`

Hisên Usman diyar kir ku ew bi tevayiya derfetên xwe alîkariya sewalvanên li herêmê dikin û axaftina xwe wiha domand: “Belavkirina êm li ser sewalan barê madî li ser milê xwediyên sewalan sivik dike. Lewra şêniyên Herêma Cizîrê bi taybetî yên gundan piraniya wan sewalan xwedî dikin. Herwiha çavkaniya wan ya sereke xwedîkirina sewalan e. Ji bo wê jî ew bi tevayiya derfetên heyî hewl didin ji wan re bibin alîkar.”

Hisên Usaman derbarê jimara kesên ku sewalan xwedî dikin û jimara sewalên navçeya Dêrikê de ya li gorî serjimariya dawî ku ji aliyê Rêveberiya Çandinî û Sewaldariyê ve hatibû diyarkirin wiha got: “Jimara sewalvanan li bajarê Dêrikê 2 hezar û 850’î ye. Jimara sewalên weke pez 154 hezar e, ya bizinan hezar û 800 e, ya çêlan 4 hezar 700 e, gamêş hezar in û ya hespan jî 100 e.”

`Komxebatên belavkirina êm alozî û pirsgirêkên belavkirinê çareser dikin`

Hisên da zanîn ku wan komxebatên ji bo belavkirina êmê sewalan ava kirine û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo ku em, êm bi awayekî lez li ser asta sewalan belav bikin, me hin komxebat ava kirin. Me dît ku ev rêbaz serkeftî bû, ji bo wê jî me komxebatên xwe zêde kirin. Niha jî 40 komxebatên belavkirina êmê sewalan li bajarê Dêrikê hene. Ev komxebat alozî û pirsgirêkên belavkirina êm çareser dikin.”

Usman derbarê armanca aktîvkirina komxebatan de got, ji bo alîkariya cotkar û sewalvanan, herwiha sivik kirina barê wan di milê aborî de, me ji bo her 3-4 gundan komxebatek ava kir. Her komxebat ji pênc endaman pêk (Hevserokatî, Dîwan, erşîf, deravî û endamekî çavdêrê komeleyê) pêk tê. Herwiha got, tevayiya endamên di komxebatan de jî, qaxezên endamtiyê ji wan re tên çêkirin û li gorî wê qaxezê, êm ji Yekîtiya Sewaldariyê werdigire.

Usman behsa qaseya ku ji her sewalekê re tê dayin kir û wiha got: ” Ji bo her seriyek gamêş, hesp, çêlek û deve 50 kg êm tê dayîn. Ji bo bizin û pez jî 10 kg tê dayîn.

Hevserokê Yekîtiya Çandinî û Sewaldariyê Hiseyîn Usman di dawiya axaftina xwe de wiha got, wek yekîtiya Sewaldariyê emê hewl bidin rewşa sewaldarî li herêmê bi pêş bixin û di her rewşê de ji sewalvanan re bibin alîkar. Da ku Sewaldarî li herêma me têk neçe.