Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Li Tebqayê semînerk derbarê xetereya madeyên hişbirê de  hat dayîn

 

Li Tebqayê têkildarî xetereya madeyên hişbirê li ser civakê semînerek hat dayîn.

Komîteya Jinan a Rêvberiya Sivîl a Herêma Tebqayê bi koordîneya Komîteya Tenduristiyê semînerek li ser xetereya madeyên hişbirê û bandorên wê li civakê û taybet li ciwana da.

Semîner li hola perwerdeyê ya Nexweşxaneya Wetanî bi amadebûna nûnerên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, meclisên leşkerî, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hate dayîn.

Semîner ji aliyê bijîşkê pisklojîk Ebdulsemed El Casim ve hat dayîn.

Dr. Ebdulsemed El Casim diyar kir ku pirsgirêka karkotîkê pirsgirêkeke cîhanî ye û got: “Bê guman pirsgirêka madeyên hişbirkê û bazirganiya wê yek ji dosyayên ewlehiyê ye ku di gelek kongre, an semîner an jî komxebatên navneteweyî de tê nîqaşkirin, ji ber ku yek ji pirsgirêkên cîhanî ye ku di 20 salên dawî de aştî û ewlehiya cîhanê dixe metirsiyê û wekî şerekî taybet li dijî beşeke civakê tê bikaranîn.”

El Casim behsa sedemên ku dihêle mirov madeyên hişbirê bibin û got, hinek sedem girêdayê ferd, hinek malbat û hin din jî girêdayî civakê ne. El Casim bal kişand ser bandorên madeyên hişbirê yên li dirûnî, fîzîkî, aborî civakî, siyasî, bi taybet li bandorên wê li ciwanan.

El Casim rêbazên pêşîlêgirtina birina madeyên hişbirê û rêbazên tedawiya wê anî ziman û got: ʹDivê malbat li zarokên xwe guhdar bikin û pirsgirêkên wan nas bikin û çareser bikin. Malbatên ku bi zarokên xwe ve eleqedar dibin îhtîlama ku zarokên wan madeyên hişbirê bi kar tînin bi qasî 5 caran ji yên ku bi wan re eleqe çênabe kêm dibe. Divê malbat bi zarokên xwe re aram bin û rêbazên durist ji bo wan deynin.”

Hêjayî gotinê ye ku Komîteya Jinan bernemayeke taybet ji bo hişyarkirina ji xetereya madeyên hişbirê daniye. li gorî bernameyê, wê hefteyê carekê semîner were dayîn.-ANHA