Rojnameya Ronahî

Aloziya Xazê berdewame û hê çareserî jî nehatiye dîtin

Darîn Silê/Qamişlo

Aloziya Xazê hê berdewame û rojane welatî zehmetiyan di peydekirina xazê de dikşînin. Li milekî din jî bihayê Cereyê Xazê bilind bûye.

Peydekirina xazê ji bo her malbatekê bûye pirsgirêkeke cidî. Her kes dema ku xaza wî/wê di malê de namîne, dikeve tengayiyê. Kirîna xazê ji deverên cuda jî pir biha ye û hin caran jî peyda nabe. Niha cereya Xazê(10 litre) ji 3 hezar bûye 7 hezar. Lê pirsgirêka mezin ew e ku bi hêsanî nayê peydakirin.

Derbarê pirsgirêka Xazê li kantona Qamişlo û zehmetiyên peydekirina wê, herwiha bihabûna cereya xazê, şêniyên bajar û rêveberê Beşê Xazê ya Kantona Qamişlo nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

`Nebûna xazê pirsgirêkeke cidî ye`

Welatiyê bi navê Ebdullah Hisên yê ji taxa El Zihûr ya bajarê Qamişlo da zanîn ku pirsgirêka Xazê pirsgirêkeke cidî ye û axaftina xwe wiha domand: “Peydekirna cereyê xazê pir zehmet bûye û Cereyê wê jî têra mehekê nake. Lewra xaz, ji bo gelek tiştan tê bikaranîn. Heyva ku em cereyê xazê bi baldarî bi kar tînin, 20 rojan têra me dike. Ji bo wê jî divê her 20 rojan carekê ji bo her malbatê cereyek were dayîn. Bi taybetî malbata ku jimara wan zêde be. Çimkî di malê de, xaz pir tê bikaranîn û madeyeke sereke ye. Eger xaza me nebe, em nikarin xwarina xwe amade bikin. Bi taybet di dema zivistanê de pêwîstiya me bixazê pir heye.”

Ebdullah ji bo bilindbûna bihayê cereyê xazê jî wiha got: “Bilindbûna bihayê cereyê ji bo me ne pirsgirêkek mezin e. Lê, pirsgirêka mezin ew e ku peyda nabe. Berî niha xaz peyda dibû, lê demek e peyda nabe. Em bang li berpirsên sotemeniyê dikin ku li ser vê mijarê bisekinin û çareseriyeke lezgîn jê re bê dîtin. Çimkî birsgirêka me ne xaz tenê ye.”

`Em neçarin paporê bikar bînin`

Ebdullah Hisên bîr xist ku ew gelek caran papora gazê jî bi kar tînin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber ku cereyê xazê têra me nake em neçar dimînin paorê jî ji bo gelek xwarinan bi kar bînin. Tevî ku bikaranîna paporê xetere jî, lê em bi kar tînin. Da ku cereyê Xazê heta dawiya heyvê têra me bike.”

Ebdulla Hisên di dawiya axaftina xwe de got, em bihêvîne Rêveberiya Xweser çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bibîne û barê me welatiyan kêm bike. Lewra xaz di her malbatê de madeyeke sereke ye.

`Divê kesên ku xazê bi bihayên bilind difroşin bên cezakirin`

Welatiya bi navê Esmaa Hesen jî diyar kir ku bihabûna cereya Xazê barê wan girantir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bihayê niha du qat ji nirxê berê ye û nayê peydekirin jî. Em her du mehan carekê cereyekê Xaz werdigirin. Pêwîste her mehê carekê be, lê her carê dereng dikeve. Ji bo wê jî wergirtina wê bi ser heyvekê dikeve.”

Esma bal kişand ser firotina xazê li hin deverên teybet û axaftina xwe wiha qedand: “Cereyê xazê li gelek deverên taybet peyda dibe, lê ew jî bi bihayekî pir bilind tê firotin. Hin jê bi 35 hina jî bi 40 hezarî difroşin. Lê em nikarin xazê bi vî bihayî bikirin. Lewra pir bihaye û aboriya me têrê nakê. Herwiha got, divê kesên ku xazê bi bihayên bilind difroşin bên cezakirin û rê li pêşiya wan were girtin.”

`Jimara cereyên xazê têra tevayiya malbatan nake`

Rêveberê Beşê xazê li bajarê Qamişlo Qasim Xelef sedema derengmayîn kêmbûna xazê ya vê dawiyê de derketiye holê da xuyakirin û wiha got: “Ji ber ku zext li ser kargeha Xazê heye nêzî du hefte ne me gaz ji kargehê wernegirtiye. Ev jî dibe sedem ku belavkirina xazê dereng bikeve.”

Qasim derbarê kêmbûna xazê jî wiha got: “Rêjeya xazê ya ku ji Qamişlo û gundewarên derdora wê re hatiye veqetandin 44 hezar cere ye. Lê ev jimar bi temamî nagihêje me, lewra hin caran kargeh pirsgirêkên teknîkî tê de çêdibin, ji ber wê jî berhemê xazê nayê derxistin û kargeh tê sekinandin. Di rewşên wisa de xaz kêm tê derxistin û dibe ku welatî demekê bê xaz bimînin. Herwiha got, her heyvê kargeh nêzî 35 hezar cereyê xazê dide me. Ev jimar jî têra malbatên kantona Qamişlo nake. Lewra nêzî 75 hezar kartên xazê li gel me hene. Ji bo wê jî, em neçarin li nîvê malbatan belav bikin û nîvê din jî, di pêla duyem de li wan tê belavkirin. Bi vî awayî her 45 rojan xaz dighêje her malbatê. Raste ev yek zehmetiyan ji malbatan re çêdike, lê em neçarin bi vî awayî belav bikin, da ku xaz bighêje tevayiya malbatan.”

Qasim bal kişand ser bilinbûna bihayê cereyê xazê û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku nirxê pereyên Sûrî her ku diçe li hember dolar kêm dibe. Ji bo wê jî vê dawiyê bihayê cereyên xazê bû 7 hezar.”

`Eger gel xwe tine aliyê gazindê tine bibîne, wê alozî kurtir bibe’

Rêveberê beşê xazê li bajarê Qamişlo Qasim Xelef di dawiya axaftina xwe de got, Em bi her awayî hewl didin xazê ji welatiyan re peyda bikin, herwiha alozî û pirsgirêka gelê xwe çareser bikin. Ji bo wê jî em bihêvîne gelê me jî bi me re alîkar be, da ku em bi hev re vê aloziyê derbas bikin. Lê eger gel xwe weke aliyekî gazindê tenê bibîne, wê alozî kûrtir bibe.