Rojnameya Ronahî

“Civîna Aliman” Li Amedê

Ahmed Aktaş

Li alîkî civîna Aliman li Amedê pêktê, li aliyê din li Kurdistanê gelê me, di bin êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk de ye.

Bê şerm û fedî, di civînê de behsa “parastina” Kurdistanê dikin.

Weke ku ev civîn, ne li bajarekî Kurdistanê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de pêktê!

Li dewletek wisa civiyane ku, êdî ne bi tenê çekên konvansiyonel û froke, nuha çekên kîmyewî  jî pir tên bi karanîn.

Her wiha ne bi tenê  hinek kesan; jin, mêr, zaro, pîr, çekdar, sivil, hema hemû civak, belê li gel mirovan, xwezaya Kurdistanê jî daye ber qirkirinê.

Ka em bala xwe bidin beşdarên civînê.

Jixwe civînek taybet e û xwedî armancek giring e. Ji her çar parçeyên Kurdistanê û nûnerê Efxanîstanê beşdar bûne:

Ji Efxanistanê berdevkê Rêveberiyê Zahîbullah Mucahid. Ji Rojava Şêx Zahid El Xeznewî. Ji Hewlêrê nûnerê Yekîtiya Alimên Cîhanê Pro.Dr.Ehmed Abdulwehab Pencewînî li gel çar kesên din. Ji Bakur Zekeriye Yapicioglu yê serokê Huda Par(a ku navê xwe yê erebî Hizbullah guheriye kurdî).

Dibe ku mijara herî balkêş a armanca vê civînê dide nîşandan ev be: Kesê ev civîn vekiriye û bêgûman bi navê R.T.Erdogan tevgêr kiriye û birêve biriye; Serokê Yekîtiya Aliman û Medreseyan Mele Enver Kiliçaslan e! Ev kes, tawanbarê kuştina 42 kesan û Izettin Yildirim ê serokê Weqfa Zehra Med û Konca Kuriş a femînîsta îslamiye. Her wiha, vî gunehkarî, bi serokê Hizbulahê Huseyin Velioglu re gelek hevaltî kiriye û bi hevre çûne Îranê, li bajarê Kûmê perwerde jî dîtine û hwd.

Îca, gelo civînek ji kesên wisa pêk hatibe, dikare hêviyek baş/pozitif jê bibe? Her wiha, ev civîn, him li Amedê û him jî di demek wisa de ku êrîşên qirker ên dewleta tirk, di asta herî dijwar de û bi çekên kimyewî, bi taybetî li ser Tevgêra Azadiya Kurdistanê û bi giştî li dijî hemû gel û xaka pîroz a Kurdistanê tê meşandin?

Gelo, di navbera zîhniyeta bi giştî li dijî mirovahiyê û bi taybetî li dijî jina azadîxwaz, ku li Efxanistanê, li Îranê, li Rojava(li Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî û hwd), li Başûr(li Şingalê, li Mexmûrê  û hwd.), çi bi navê Talîban an DAIŞ, HTŞ, El Nusra û hwd.tê meşandin de û zihniyeta qirker û dagirker a R.Erdogan tu cudahî heye?

Diyar dibe ku armanca bingehîn a vê civîna 7an a ALIMAN(Ittihadul Ulema) a Amedê, avakirina eniyek bi navê ola (sunî)îslamî li dijî Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye.

Wisa diyar e ku li ASTANA, ev plan hatiye pejirandin. Hewldana valakirina Idlibê û guherîna çeteyên Efrînê, nîşanek e.

Her wiha avakirina rêveberiya nuh a li Bexdayê jî nîşaneya dudaye.

Dibe ku, hêzên hegemonên sereke jî li ser vê planê pêkhatibîn.

Ev plan, ne li goreyî dilê Îranê ye. Jixwe nîşanê vêna di pêkhatina Bexdayê de tê dîtin; hêzên alîgirên Îranê beşdarî rêveberiya nuh nabin. Her wiha nakokiyek din a giring jî cudahiya mezhebî ye. Heman nerazîbûn li Idlibê û hemû Suriyeyê jî tê xuyakirin.

Bêgûman xeter ne biçûke, lê weke hercar tê gotin, derfet jî ne biçûke!