Rojnameya Ronahî

BÊ EXLAQ ME BI JEHRÊ DIKUJIN

 Hafiz Ahmet Turhalli

 Neyarekî me yê hov heye û di cîhanê de tu hovîtî nemaye ku dijî kurdan bikar neanî be.

Ev bi salane me dikujin, têr nabin û dixwazin me ji holê rabikin. Dewleta bê exlaq, li hember gelê me û zarokên me tu çek nemayîne ku bi kar neanîn. Ev dewlet hêzekê ji NATO‘yê ye û dewletên endamên wê hemû, qaşo desthelatên cîhanî ne. Lê, an alîkarên vî şerî ne, an jî bê deng dimînin. Divê were zanîn ku ev sosreta han, rureşîya cîhanê ye. Pêwiste tu Kurdek, vê wehşetê tu caran ji hişê xwe dernexîne! Ji ber ku welatê me wek xak û niştiman, stargeha wan ya dawiyêye. Ji ber wê jî ev sedsala dawiyê qirkirinên bê sînor li ser miletê me pêk tînin.

 

Li Dêrsimê û Helepça birîndar, ev felaketa han bi ser mede anîn. Em îro jî dibînin li hember Egîd û Qehremanên Kurdan, çêkên bi jehrî bîkar tînin. Li gor agahiyên piştrastkirî, dewleta hov îsal bi hezarê caran ev çek bikar anîne. Bi frokeyan, topan û bi teqemenîyan vê hovitiyê didomîne. Desthilatdarên îro qaşo li ser cîhanê desthelatiyê dikin jî, wek dewleta tirk bê exlaq û bê pîvanin. Bi xwe zagon çêkirine û têde nivisîne, bikaranîna çekên bi jehrî qedexe ne. Lê ji hevalbenda xwe yê NATO‘yê re jî çekên kîmyewî û bi jehrî amade dikin û radestî wê dikin.

Divê bê guftugo, Kurd li dij van sosretan, xwe bikin yek deng û yek hêz. Kesê li dijî vê felaketê nesekine, divê nebêje ez Kurdim û behsa Kurdistana pîroz neke! Lewre, îro Kurdekî dengê xwe dernexîne, dij vê sosretê nesekine, ewê kengê dengê xwe derxîne! Kesê/Kesa ev dîmen temaşe kiribe û rehet li mala xwe bixwe, vexwe û raze, bira behsa Kurdbunê neke.

Kesên ji xwe re dibêjin, em Misilmanin û di nav vê hovitiyê de behsa Îslamê bikin, bila bizanibin ku Îslam ji wan bêrî ye. Lewre Îslam dijberiya zilmê û hovitiyê, li ser me Misilmanan ferz kiriye.

Çi bi serê we hatiye, win çima di rêya xwedê de, ji bo wan kesên ku bindestin, fîxan dikin, dibêjin Xwedawo, ji mer ji hêla xwe ve alîkaran bişîne, me ji vê bajarê ku desthelatdarên wan zalim û zordarin derîne, şer nakin‘. Nîsa 75.

 

Ev çekên Jehrî ku NATO dide vê dewleta qirker û dagirker, ew jî li dijî me kurdan, bê tirs û fikar bikar tîne. Desthelatdarên we, çekên jehrî, ji dewletên ku hûn dibêjin, ‘kafirin‘ digrin û pê zarokên me dikujin.

Gelî Misilman yê rast û dirust! destê Kurdan bigrin, milê xwe bidin milê Kurdan, ji ber ku îro li dijî Kurdan wehşetekê dijwar heye. Azadiya Kurdan xelasiya Ola Îslamêye û xelasiya Misilmanên dirust e. Divê, dijî van minafiq û qirkeran tekoşîna heqîqetê were bilind kirin. Pêxember silavên Xwedê lêbin dibêje, eger we xirabiyek an zilmek dît, bi destê xwe sererast bikin; ger hêza we tûnebe wê bi zimanê xwe eşkere bikin, ger we ew jî nekarî, ji dilê xwe ji wan zaliman nefretê bikin.

Îro em bi jehrê tên kuştin, welatê me hatiye dagirkirin ,zilma ku li me tê kirin erd û asîman tijî kiriye, êdî bese! Pêwiste em li dijî dewleta Tirk biserkevin û tola xwe helînin.