Sûriye wê bi kuve biçe wê di van rojan de hinek din jî eşkere bibe. Encamên hevdîtina Pûtîn û Trump wê rewşa Sûriyê hinek din jî zelal bike. Dibe ku rojên despêkê de em encamê eşkere nebînin, lê wê bi demek kurt de gelek aliyên wê eşkere bibin. Lê ji niha ve gelek rewşên ku em bikaribin nirxandinan li ser bikin hene. Ji bo vê rewşa başûrê Sûriyê wê rewşa Sûriyê giştî diyar bike. Li başûrê Sûriyê çi bibû min dinivîsa xwe ya hefta din de hinek nirxandibû. Bi taybet lihevkirina di navbera Erebîstana Siûdî, Urdin, Îmarat, Îsraîl, Emerîka û Rûsya de gelek aliyên wê raxistibû berçavan. Niha mirov nikare li başûrê Sûriyê qala rejîma Sûriyê bike. Mirov dikare di warê leşkerî de hinek qala wê bike. Ev jî ne wek heremê din yên lihevhatina di navbera komê çekdar û Rûsya de bi navbênkariya dewleta Tirk ya dagirker pêkhatin. Rewşa başûrê Sûriyê berovajî wê ye. Li gorî hin rojnameyên Ereb tê gotin ku Rûsya bi lihevkirina bi komên çekdar yên başûrê Sûriyê, wê hebûna xwe li herêmên di bin destê xwe de biparêzin û çekên giran teslîmî Rûsyayê bikin. Dîsa wê rejîma Sûriyê saziyên xizmet û fermî yên xwe li herêmê bicih bike. Lê wê rêveberiya herêmê komên çekdar û meclîsên herêmî bikin. Dîsa Rûsya başûrê Sûriyê kiriye çar beş û rêveberiya leşkerî teslîmî komeke girêdayî Îmaratê kiriye. Ev koma heta niha alîkariya xwe ji Îmaratê digre, di bin mîsogeriya Rûsya, Emerîka û Îsraîl de wê herêmê birêvebibe heta di qada navnetewî de rewşa Sûriyê zelal bibe. Ev lihevhatin li Sûriyê rewşek nû ye. Hêzên esas li ser Sûriyê şer dikirin, bi vê ceribandina lihevhatinê bi serkeve wê li hemû Sûriyê bi rengê cûda bê meşandin. Lê ev jî dide xuyakirin di dema pêş de ji şer zêdetir wê danûstendin bibe rojev. Xuya dike ku him Rûsya, him Emerîka piştî 7 salan şerê li Sûriyê ji bo çareseriyê wê hin gavan bavêjin. Hevdîtina Trump û Pûtîn wê gavên bên avêtin diyar bike. Piştî ku Emerîka li ser DAIŞê êrîşê xwe da destpêkirin, di navbera her dû hêzên cîhanî de lihevhatinek çêbû. Ev lihevhatin li ser herêmên ku operasyonê lê bikin bû. Ji bo wê jî di navbera herdû aliyan de çemê Feratê wek sînorê herdû dewletan be li lihevkirin. Ev lihevhatin heta niha didome. Li Minbic, dîsa Reqa Emerîka derbasî aliyê din yê çeme Firatê buye û Rûsya jî li Dêra Zor derbasî aliyê din yê Firat buye. Ev jî dide xuya kirin di vê mijarê de jî lihevhatinek heye. Berî niha jî min gotibû du dewlet hene li Sûriyê lihevhatina Rûsya û Emerîka diberjewendiyên xwe de nabînin. Yek dewleta Tirk û yek jî Îran e. Daxuyaniyên dawî yên rayedarên wan dewletan yên dawî jî dide xuya kirin ku wê zû bi zû dev ji hebûna xwe ya fizîkî li Sûriyê bernedin. Dewleta Tirk ya dagirker li ser Sûriyê daxwaza axê dike, Îran jî ji bo hîlala Şîî ava bike û şerê li ser xwe lidervî axa xwe bihêle Sûriyê ji bo xwe cihekî stratejîk dibîne. Wê herdû dewlet jî heta ji deste wan were wê hebûna xwe ya niha li Sûriyê bidomînin. Ji bo wê dibe ku muzakereyan jî bikin, dibe şer jî bikin û dibe li dijî siyaseta Rûsya û Emerîka têkevin nava hevkariyê jî. Ev hersê ihtimal jî dibe bibin. Lê xala herî li pêş herdû dewlet jî wê him lidijî hevbin, him jî wê bixwazin hebûna xwe ya li Sûriyê bidomînin. Ger derketina Îranê li Sûriyê ji daxwaza rejîma Sûriyê re bê hiştin, rejîma Sûriyê tu carî vê yekê nake. Dîsa dewleta Tirk ya dagirker jî bi xesteka xwe ji Sûriyê dernakeve. Ji ber herdû dewlet Sûriyê ji bo xwe staretejîk dibînin, bi daxwaza Rûsya jî dernakevin. Lê ya ku herdû dewletan neçarî derketinê bike, hêz e. Dewleta tirk ya dagirker ne bi şer be, yek gav paşde navê je. Ji bo wê jî lihevhatina DYE û Rûsya bibe jî, du kelem li pêşiya wan hene. Gelo wê bikaribin wan keleman li pêş xwe rakin?
Ezîz KOYLUOGLU