Rojnameya Ronahî

Li Şedadê nexweşxaneya gel hat vekirin

Nexweşxaneya Gel a Şedadê xizmetê ji bêtirî 350 hezar welatiyên başûrê kantona Hesekê re pêşkêş dike û ev gav ji aliyê şêniyan ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê di 6’ê Cotmehê de nexweşxaneya gel li navçeya Şedadê vekir. Nexweşxane ji 4 beşên sereke pêk tê ku xizmetên tenduristî ji welatiyan re pêşkêş dike.

Ev nexweşxane navenda tenduristiyê ya tekane ya herêma başûrê Hesekê ye ku xebatên xwe ji 350 hezar kesî re pêşkêş dike.

Piştî ku nexweşxane ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat talankirin û amûrên wê hatin dizîn, ji nû ve hat avakirin ku lêçûna wê jî gihîşt 514 hezar dolarî.

Beşên ku niha li nexweşxaneyê hatine vekirin ev in: Lezgîn, taqîgeh, nexweşiyên jinan û klînîkên gerok. Ji bo vekirina beşên din, ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve xebat tên kirin.

 

Ferhan El Xelef ku ji şêniyên Gundê 46 ê Şedadê ye,  wiha axivî: “Wek van projeyên

????????????????????????????????????

xizmetguzariyê hêviyên me mezin dikin û pêdiviya me ya bi nexweşxaneyê peyda dikin. Berê em neçar bûn ku nexweşên xwe bibin Hesekê û Qamişloyê, ev jî ji bo me di aliyê lêçûnê de barekî giran bû.”

 

Her wiha, welatiyê bi navê Husam El Esed wiha anî ziman: “Hebûna nexweşxaneyê li herêma başûrê Hesekê pir girîng e, ji ber ku berê nexweş rêyên dirêj qut dikirin, ku di gelek rewşan de jî pêwîstiya bi nexweşxaneyeke nêzîk hebû.”

????????????????????????????????????

El Esad wiha domand: “Îro ev nexweşxane dermankirinê ji hemû bajarok û navçeyên herêma başûrê Hesekê re peyda dike û tevî ku bi temamî nehatiya amadekirin, lê ji bo şêniyan tiştekî pir baş e.”

Der barê wergirtina nexweşan de, gerînendeyê Nexweşxaneya Gel a Şedadê Husam El Elî ji ajansa me re wiha axivî: “Ji roja destpêkê ve me dest bi wergirtina nexweşan kir, lê xizmetên me tenê di 4 beşan de ne. Ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve ji bo amadekirina beşa x-ray (rontgen) soz hat dayîn.”

Di dawiya axaftina xwe de, Husam El Elî diyar kir ku ew li hêviya destekdayîna Desteya Tenduristiyê ne ku nexweşxane di rojên pêş de bi temamî amade bibe.

                                ANHA