Rojnameya Ronahî

Fîlmê `Kurmê Darê`: Dijminê kal û bavan nabe dostê ewladan

 

Tîma fîlmê “Kurmê Darê” hewl dide balê bikişîne ser ajantiyê û xiyanetê, sedemên vê yekê dikole. Lîstikvanê fîlmê Cuma Mihemed got: “Hişyarkirina civakê bi hevkarên dagirkeriya Tirk armanca fîlmê ye. Dijminê kal û bavan nabe dostê ewladan.”

Di nav vê wêranî û aloziyan de, huner bûye navgîna herî girîng a ravekirinê. Aliyên hunerî hewl didin peyamên şoreşgerî yên redker ragihînin da ku planên li dijî gelên herêmê têk bibin.

Hêzên dagirker, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker bi şerê taybet ku dimeşîne hewl dide gelên herêmê teslîm bigire û wan ber bi wêraniyê ve bibe, her wiha çanda wan a resen û zimanê wan asîmîle bike.

Dagirkeriya Tirk hin kurdan dixapînin ji bo sîxurtiyê ji wan re bikin û destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibin. Ji bo wê jî rewşa aborî ya li cîhanê bi kar tînin. Li beramber van hewldanan, aliyên hunerî bi rêya fîlmê “Kurmê Darê” civakê hişyar bikin.

Koma şehîd Osman (Bavê Teyar berê) ya Navenda Çand û Huner a Serdemê ya Hêzên Xweparastinê ya Herêma Cizîrê amadekariyên pêşandana fîlmê “Kurmê Darê” dikin. Di fîlmê de gelek hunermend û lîstikvan cihê xwe digirin weke; Cuma Mihemed (Bavê Teyar), Îsa Oso, Hecar Remo, Bêrîvan Oso, Zeyneb Xeyrudîn, Asim Sîno, zarok jî; Cûdî û Nobel Lewand

Mehek pêwîst bû heta ku film hazir bibe ku senaryoya wê Behcet Lewand nivîsiye û Mihdî Îsa derhêneriya wê kiriye.

Bûyerên fîlmê têkildarî bikaranîna hêzên kurdî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo ku pere bi dest bixin û xwe li paş perdeya doza kurd veşêrin. Her wiha hevkariya wan bi dagirkeriya Tirk re nîşan dide û çawa ciwanan bi pereyan dixapînin, ji bo ku kesayetên navdar ên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin hedef. Çawa xayîn û ajanan erkdan dikin û doza gelê çewisandî, binpê dikin.

Cume Mihemed yek ji hunermendên ku beşdarî fîlmê bûne diyar kir ku ew fîlman her dem weke bûyerên ku li herêmên wan diqewimin, amade dikin da ku ev fîlm bibin xwedî wate û hin pirsgirêkan çareser bikin û wiha domand: “Ji ber ku tîmên me ji aliyê gel ve tê şopandin û bi deng in, pêwîst bû ku em fîlmek wiha amade bikin ji ber gelek xayîn, ajan û sîxur li herêmê di vê dawiyê de zêde bûne.”

Mihemed wiha dewam kir: ” Tiştê herî zêde ku me dixwest em bal bikşînin ser, hin partiyê siyasî yên idîa dikin ku ew ji bo doza Kurd û berjewendiya gel dixebitin. Li aliyekî din xayin û sîxurên ku bûne sedema şehadeta fermandarên leşkerî û sivîlan, eşkere bikin. Her wiha me dixwest ku gel rastiya xayinan, karê wan û ji kê fermanên xwe digirin, nas bike.”

Mihemed destnîşan kir ku armanca vê fîlmê ew e ku kesên alîkariya dewleta Tirk dikin, hişyar bikin, ji ber dijminê bav û kalan nabe dostê zarokên wan û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê de gelek hêzên kurd hevkariya dewleta Tirk kir. Îro jî bi wan itîraf nake. Me bi rêya vê fîlmê bal kişand ser wan kesan ku tenê bi gotin banga mafên gel dikin û li dawiyê dagirkeriya Tirk dev ji wan berdide.”

Mihemed bang li hevkarên dewleta Tirk ên ku welatê û gelê xwe ji bo pere difroşin kir û got: “Dev ji  rêya ku wan hibijartiye berdin û bi saziyên sivîl û leşkerî re bibin alîkar da ku rê li ber xiyanet û sîxuran bigirin. Her wiha li kêleka Rêvberiya Xweser a ku bi saya xwîna şehîdan ava bûye bisekinin û destkeftiyên wê biparêze.”

Mihemed diyar kir ku di dawiya fîlmê de eşkere dibe ku çawa dewleta Tirk dev ji kesên hevkariya wê kirine berdide piştî ku planên wê bi encamên bibin.

Mihemed di dawiyê de got: “Gelê kurd tecrubeyên zehmet der bas kiriye û divê dersê jê bigire. Dagirkeriya Tirk nikare me lawaz bike. Bi her şehadetekê re rihê berxwedan û israra li ser serkeftinê û têkoşîna li hember hemû cûreyên êrişan zêde dibe.” -ANHA