Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

LI EFRÎNÊ ÇI DIKIN?

18/10/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê PDK`ê li dijî tevayiya gelê Kurd e!
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Di van rojên derbasbûyî de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Heyet El-Nusra) bi hêzeke mezin êrîşî Efrîna dagirkirî kir. Di navbera wan û çeteyên din ên ser bi Tirkiyê ve şer derket. Tevî şerê li Efrînê li ber pozê artêşa Tirk pêk hat, xwe wekî haya wan ji meseleyê nîne, nîşan dan. Şerê em behsê dikin, şerê çend sal berê, yê li Babê qaşo di navbera çeteyên Dewleta Tirk û DAIŞ’ê de rû dayi tîne bîra mirov.

Wê demê şerekî çêkirî hate nîşandan û DAIŞ’ê Bab û derdora wê radestî çeteyên girêdayî dewleta Tirk kir. Niha jî hema bêje heman sînaryo tê nîşandan. Dewleta Tirk wê demê ji raya giştî re nîşan da ku ew li dijî DAIŞ’ê ye. Tevî di rastiyê de hemû piştgiriya DAIŞ’ê ji aliyê dewleta Tirk ve dihat kirin jî, Ji aliyekî din xwest berxwedan û serkeftinên QSD’ê yên wê demê li dijî DAIŞ’ê ji raya giştî veşêre û bi filimê girtina Babê, bêje emin yên ku DAIŞ’ê têk dibin.

Lê tişta niha hatiye guhertin, dewleta Tirk bi Rûsya re di nava danûstendinan de ye, da bi hikûmeta Şamê re ittîfaq bike. Li aliyê din jî ne aramî û bûyerên ne ji rêzê yên li herêmê dagirkirî zêde bûne. Ev jî bandorê li ser projeya dewleta Tirk a bi cihkirina koçberan dike û di qadên navdewletî de dijberiyên wan zêde dike.

Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi van gavên xwe, destpêkê Rûsiya û hikûmeta Şamê ya niha pê re di nava danûstendinan de ye, razî dike. Her du alî wê bi hêsanî karibin her derê bombebaran bikin. Dibe di demên pêş de jî li dijî hin herêmên Idlibê êrişan pêk bînin û hin herêman bi awyekî plankirî ji destê Cebhet El-Nusra bigrin.

Li aliyê din dewleta Tirk dixwaze serweriya herêmên di bin dagikiriya wê de, di bin yek alî de be. Da ji raya giştî re nîşan bide ew dikare koçberên Sûriyê li wan herêman bi cih bike. Yenî bi wate ew ê îda bike ku herêm arame. Ji xwe wiha jî komên çete yên girêdayî xwe yên li dijî agahiyên itîfaqa wan, bi hikûmeta Şamê re derketin, terbiye kir û peyama “ew mecbûrin wekî Tirkiyê tevbigerin” da. Bi wate armanca dewleta Tirk ji vê sînaryoyê çend çivîkan bi kevirekî bikuje.

Ji xwe hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) di vê derbarê de nerîna xwe da û got, ji bo wan û gelê Sûriyê tu cûdahî di navbera çeteyên Dewleta Tirk de nîne. Nusra û çeteyên din ji hev ne cûda ne û hemû bi ferman û fînanseya dewleta Tirk tevdigerin. Tişta berê jî ev nerîn piştrast kiriye, kuştin û girtina DAIŞ’ê li herêmên Idlib, Ezaz, Serêkaniyê û hemû herêmên di bin dagirkirina hemû cûreyên çeteyên dewleta Tirk de pêk hatine.

Eger Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, li Sûriyê de hedefa xwe ya tunekirina DAIŞ’ê de cidî be, gerek planên xwe bide guhertin û di stratejiya xwe de, şerê li dijî El-Nusra û komên girêdayî dewleta Tirk bide destpêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.