Rojnameya Ronahî

`Felsefeya Rêber Apo ji Komploya Navneteweyî mezintir e`

Zana Roj/ Şehba

Hevserokê Meclisa Zagonsaz ya herêma Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku armanca Komploya Navneteweyî ya ser Rêber Ocalan, tunekirina gelê kurd e û got, felsefeya rêber Apo ji komploya navnetewî û ji tecrîda girankirî mastire.

Beriya 24 salan di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de bi derxistina ji Sûriyê re Komploya Navneteweyi, ya li ser gelê kurd û gelê azadîxwaz dest pê kir. Rêber Ocalan 15’ê Sibata 1999’an radestî dewleta Tirk hate kirin, di nava şert û mercên tecrîda giran a li Girtîgeha Îmraliyê de, heya niha tekoşîna azadiya gelan didomîne.

Ev 19 meh in bi tu awayî, agahî ji Rêber Apo nehatine girtin. Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd û tevayiya gelên bindest, herwiha ji bo guhartina zihniyeta dewletparêz û modernîteya kapîtalîzm, bi pergala xwe ya Netewa Demokratîk berxwedan û têkoşîneke pir bi heybet dimeşîne. Hêzên komploger xwestin di şexsê Rêber Ocalan de tunebûna gelê kurd misoger bikin. Lê bi saya têkoşîna Rêber Apo û ya Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelên azadîxwaz, komploger negihiştin armanca xwe.

Derbarê Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Efrînê Silêman Cafer ji me re axivî.

Silêman Cafer Komploya navnetewyî ya ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got: “Komploya ser Rêber Apo komployek navnetewî bû. nêzî 50 hêzên navnetewî, partî û dewletan têde cî girt. Komplogeran dîtin ku fikrê Rêber Ocalan û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê li ser desthilatdariya wan ya ku bi xwîn û keda gelan avakirî xetere, bi hemû hêza xwe beşdarî komployê bûn.”

“Pirojeya demokrasiyê desthilatdariya wan hejand”

Silêman di axaftina xwe de da diyar kirin ku Rêber Ocalan, bi pergala xwe ya ji bo azadiya gelan ava kirî, xeterî li ser sîstema desthilatdar ya hêzên navdewletî da avakirin.

Silêman Cafer wiha berdewam kir: “Pirojeya dewletên hegemon yên li rojhilat ya li ser Rojhilata Navîn, rûb rû pergala netewa demokratîk ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşkêşkirin hat. Lewra van dewletan ne karî vê pirojeya xwe ya xirabkirina Rojhilata Navîn pêk bînin. Ango armaca NATO û Amerîka hat pûçkirin. Ji ber vê yekê ramanên Rêber Ocalan bû bend li pêşiya dewletên navnetewî yên ku dixwastin bikevin Rojhilata Navîn û perçebikin. Ev jî bû sedem ku hemû dewlet bibin yek û pîlanên xwe yên girtina Rêbertî bixin piratîkê û bi tecrîdekê giran ji gel qut bikin”.

Silêman wiha domand: “Ji bo bi dawî kirina vê komployê tu dewlet û rêxistinên mirovî nebûn alîkar; rêxistina CPT qaşo mafê girtiyan diparêze, derbasî Îmraliyê dibin lê, tû agahiyan di derheqê rewşa Rêbertî de nadin. Ev jî tê wê wateyê ku hemû rêxistinên mirovî û eleqedar, ji bo berjewendiyên dewletên navnetewî û yên wek Tirkiyê dixebitin.”

Silêman Cafer bîr xist ku piştî dîlgirtina Rêber Apo, bi gîştî rewşa cîhanê û teybet jî rewşa Rojhilata Navîn ber bi kaoseke mezin ve diçe. Herwiha da diyarkirin ku ji derveyî tekoşîn û şoreşa azadiyê ya ku li Kurdistanê bi pergala Rêber Apo didome, tû hêzên din li dijî vê kaosê tekoşîn nakin û çareseriyê ji gel re nabînin.