Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG`ê : 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

18/10/2022
in NÛÇE
A A
HPG`ê : 13 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG`ê ragehand ku di encama çalakiyên  hêzên wan de 13 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin.

Hêzên Parastina Gel HPG`ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan 13 leşkerên Tirk yên dagirker ceza kirin.

HPG`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rêbaza şerê tîm ê pispor li her qadê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin û got: “Bi çalakiyan hate ispatkirin ku rêbaza şerê tîm ê pispor ji metropolan heta bi Bakurê Kurdistanê, ji Bakur heta bi Herêmên Parastinê yên Medyayê li her derê teknîk û îstîxbarata dijmin dikare bê pûçkirin û derbên gelekî bi bandor ji nişka ve li dijmin bê xistin.”

HPG`ê da xuyakirin ku hêzên wan bi performansa şer a bilind û bi taktîkên afirîner hem derbên xurt li dijmin dixin hem jî çewtkirin û derewên eniya şerê taybet a Tirk pûç dikin û wiha dewam kir: “Tîmên me yên profesyonel ên xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî xurt kirine, bi çalakiya xwe ya dawî ya li Botanê ev yek careke din ispat kirin û raxistin pêş çavan.Di encama çalakiyên hêzên me de 13 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.”

 

HPG`ê ragehand ku 13’ê Cotmehê saet di 09:00 de li navçeya Şax a Wanê li qada Kato Xelîlayê, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê komeke dagirkeran a ji 13 kesî xistin bin kontrola xwe. Herwiha da zanîn ku hêzên wan saet di 17:50’î de ji sê baskan ve bi rengekî koordîneyî bi çekên ferdî li dagirkrean xistin. Di vê çalakiyê de ku ji sê baskan ve bi çekên ferdî û ji nêz ve li dagirkeran hate xistin, 10 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Piştî ku helîkopterên êrîşê û balafirên şer bombardûmaneke giran li qadê kirin, dijmin mirî û birîndarên xwe bi 5 helîkopterên Skorsky ji qadê birin.

HPG`ê diyar kir ku 16’ê Cotmehê saet di 09:00, 12:00 û 15:50’î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên wan yên bi tevger bi çekên giran sê caran li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin.Di16’ê Cotmehê saet di 22:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.