Rojnameya Ronahî

Sansûr

Sîpan Şînda

Di roja me ya hemdem û pêşketî de, sansûr bûye bela serê gelek nivîskar, rojnamevan, rojname, weşanxane, akademîsyen û hwd. Bi taybetî ji di qada medya ya nivîskî û dîmenî de ev gotin bûye weke keraneyeke giran û li raseyî serê wan sekiniye. Kî ji “rêzê” derbikeve gurm li serê wan dikeve. Bi taybetî ji di van salên dawî de sansûr li ser çapemeniyê zêde bûye û gelek desthilatdarî dixwazin bi rêya sansûrê çapemeniyê bi taybetî ji çapemeniya dîjîtal bêxe bin kontrola xwe. Ji ber ku îro înternet bûye qada çapemeniyê ya serekeyî.

 

Peyva sansûrê ji gotina Frensizî censure ê tê û ew jî ji peyva censura ya Latînî tê. Di salên 1530’ê de sansûr di wateya “nirxandin”, “qîmet diyarkirin” û “darizandin”ê de;  di salên 1580 yê de di wateya “darizandin”, “hikumkirinê” de; paşê di wateya “rexna nerênî”, “kêmasî dîtin” û “hikum dayîn”ê de hatiye bikaranîn.

 

Di Latînî de ev peyv hişktire û jiber wê wateya “darizîner” û “exlaqperestê hişk” de hatiye şixwilandin. Ji salên 1640 ê û pêve ev peyv ji bo kesên ku “pirtûk, lehîstûk û weşanên din ji aliyê exlaqî ve kontrol dikirin” hatiye şixwilandin.

 

Di sedsala 19’an de ev peyv di Ingilîzî de ji bo sîxurên dewletê yên ku “pêşiyê” li axaftinên siyasî û weşanên ji bo dewletê “nebaş” bigirine hatiye bikaranîn. Bi vî hawî peyva sansûrê êdî bûye neyarê axaftin, nivîsandin û pênûsa azad. Îro mirov Ewropa û Emerîka jê derbixe, pênûsa azad li seranserê cîhanê bi sansûrê re rûbirû dimîne û gelek rojnamevan, nivîskar û weşanger ji ber pênûs û weşanên xwe têne darizandin, têne girtin û bi salan di zîndanan de dimînine.

 

Her desthilatdarî dixwaze rojname, kovar, malperen înternetê û mediya civakî bêxe di bin “emrê” xwe de û tişta li gorî dilê wan bê nivîsandin û ya ne li gorî dilê wan jî be ji nedîtî ve tê dîtin. Tehmûla desthilatdariyên hişk, otorîter û dictator ji  rexneyan re, xeletî anîn zimên re nîne. Dibêjine divê her tişt li gorî bawerî, bîrdozî û felsefeya me be. Dema hinek ji “rêzê” derbikevin jî, hema cihde nivîsên wan yan na weşînin, yan jî li gorî dilê xwe didine “sererastkirin” û paşê destûrê didine bê weşandin.

 

Gelek caran me dîtiye ku rûpelên rojnameyan reş, nîvreş hatîn weşandin û mohra “sansûrê” lê hatî dayîn. Ev yek bi taybetî ji aliyê desthilatdarên xwediyê hizrekê tekane û pirhizirînê, fikir û ramanên cihê napejirînin ve tête kirin. Mixabin bîrdozî û baweriya desthilatdaran bûye bela serê pênûsên azad û hizir û ramanên azad. Lê belê rastiyek heye ku pirhizirîn, fikir û ramanên cuda her tim civakê pêşve dibe û desthilatdaran ji ronî dike.

 

Lê mixabin desthilatdar berûvajî vê difikirin û ew dibêjin, ne li “gorî” me ye. Ne li “gorî” wa tê, ji ber ku peyvên ji devê wan derdikevin, nehatîne nivîsandin. Li gorî wan, divê nivîskar ya dilê wan bêje û tişta di serê wan de dibûre binivîse. Dema ew bixwînin divê bêjin, eve te tiştê min dixwest aniye ziman. Lê belê îro derfetên nivîsandinê û weşandinê gelekî zêde bûne û sansûrkar pêre nagihin hemûyan kontrol bikin. Yên sansorê dikin, jibîr nekin, pênûsa azad ji bo we ye jî.