Û roja hevdîtina herî dihate payîn a ji bo cîhana me hat. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)yê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladmir Putin di zîrveyekê de tên cem hev. Berê jî, par di dema Lutkeya G-20’an de li Hamburga Almanyayê piştî wê jî, Li zîrveya aborî ya Asya-Pasîfîk de, herdu lîder li Vîetnamê hatibûn cem hev. Lê ev herdû civînên wan, bi muqayesekirina ya roja me, ne ewqasî girîng bûn.
Bajarê Helsînkî yê Fînlandiyayê, wê weke gelek carên din, ji vê civîna hêzên super ên cîhana me re malovaniyê bike. Ne bi qasî ya Reykjavikê be jî -ku hingê cara pêşiyê di navbera Ronald Reagan û Mîkaîl Gorbaçev de, civîna van welatan pêk hatibû-, ev civîna li Helsînkiyê, wê bibe civîneke ku dîrokê biguherîne.
Donald Trump ji civîna NATO’yê derketiye û li Îngilîstanê bêhna xwe vedaye. Heta divê mirov bibêje, li Îngilîstanê serkeftina xwe ya bidestxistina piştgiriya Ewrûpiyan pîroz dike. Trumpê hê di riya Brukselê de bû, berê xwe dabû welatên Ewrûpî û ji ber dayina kêm a pereyên ji bo NATO’yê, wan rexne kiribû. Civîna, NATO’yê di atmosfereke tengezar de destpê kiribû û heta dawiyê jî bi vê hewaya giran derbas bûbû. Trump, Almanya bi bûyina êsîra Rûsyayê sûcdar kiribû. Gotibû, em destekê didine wê, wê diparêzin, lê ew diçe enerjiyê ji Rûsyayê dikire. Trump endamên din jî di mijara lêçûnên aborî yên NATOyê de bi pêkneanîna wezîfeyên xwe rexne kiribû û di encamê de, hemû welat mecbûr kiribû ku ji %2 yê hatina xwe ya neteweyî, ji bo NATO’yê xerc bike.
Trump di axaftinên xwe yên li civîna NATO’yê de bahsa hevdîtina xwe ya bi Putin re jî kiribû. Ji gotinên wî hatibû famkirin ku, lihevkirinek peyda bûye. Bi taybetî li ser nêzîkatiya Rûsyayê ya ji bo Îranê, alî nêzîkî hevdû bûne. Di warê vekişîna hêzên wê yên ji Sûriyeyê de û hwd. Jixwe rojnameyên Amerîkî û Îsraîlî nivîsandin ku, birrîna aleqeya Îranê ya bi Sûriyeyê re şertê yekemîn e ku Trump ji bo vekirina kanalên dîplomasiyê daniye pêşiya Rûsyayê.
Di van kanalên dîplomasiyê de tişta ku gelekî li ser tê rawestîn, naskirina Kirimê ye ku bi ser Rûsyayê ve hatiye girêdan. Ji ber vê yekê Rûsya di bin ambargoyeke giran de ye û pêşiya ticareta Rûsyayê ya bi Ewrûpiyan re digre. Dawetkirina Ûkraynayê ya ji bo zîrveya NATO’yê jî îşareteke di vî warî de bû. Dîsa di devên lîderên welatên endam û Sekreterê Giştî yê NATO’yê de, gotinên nexweş ên ji bo Rûsyayê hebûn. Bi gotinên ji dema “şerê sar” mayî, sûcdariyên li rêveberiya Moskovayê dihatin kirin jî, ketin nava belgeyên zîrveya vê rêxistina Hevkariya Bakurê Atlantîkê. Vana weke mînak, zêdekirina çekên nuklerî yên Rûsan û bihêzbûna wê ya çekdarî ya li deryaya reş û deryaya sipî bûn. Dîtina sereke ya li cem pisporên Amerîkî ew e ku, ji bo bêtesîrkirina Îranê ya li Rojhilata Navîn, divê desteka Rûsyayê kêm bibe. Riya vê yekê jî ji Şamê derbas dibe. Bêbandorkirina Îranê ya li Şamê, ji Lubnanê heta Yemenê, wê tesîra xwe li herdeverê bike. Di vî warî de jî Îsraîlî pêşengiyê dikin ku li cem Washingtonê destê wan xurt e. Di bingeha xwe de jî, bêhêzkirina Îranê ya li Sûriyeyê, tê wateya parastina Îsraîlê.
Burhan ERDEM