Rojnameya Ronahî

Desthilat fitna nava misulmana ne

Hafiz Ahmet Turhalli

 Li dewleta Îranê ku dibêje ez komara Îslamî me, buyerên pir giran û ne ji rêzê diqewimin. Îran ev bi salane ku desthelatê bi navê ola Îslamê û mezhebê Şîa dide meşandin. Lê ne aşitî, ne azadî û ne wekhevî, di civaka Îranê peyda nebe. Berovajî wê kuştin, şer, pevçun, xizanî û nezanî pêş ketiye.

Fitneya me Misilmanan di pirsgirêka desthelatdarîyê de asê maye. Xwedê dibêje: ‘Fitne ji kuştina mirovan girantir û xirabtir e‘ (Albeqere 191).

Fitneya umeta Îslamê piştî wefata Pêxember silavên Xwedê lêbe dest pêkiriye. Cenazeya pêxemberê me hê li erdê bûye, buyerên ‘Seqîfê‘ yên ku ji bo desthelatdariyê pevçun û tevlîhevî çêdikirin, ji dîroka me misilmanan de destpêkiriye.

Roja ola Îslamê bi pirsgirêka desthelatê ve rûberû maye, pirsgirêkên me çiqas çûne girantir bûne. Dema di olê de pirsgirêk wekî desthelatan were armancgirtin, berê her tiştê ew ol ji naveroka xwe tê vala kirin û bawermendên wê olê hertim, rastî zilm û neheqiyê tên.

Pirtuka pîroz Qur’an dibêje: ‘Milk yê Xwedêye‘ yanî rêveberîya mutleq ya Xwedêye. Xwedê bê cûdahî dilovaniyê li hemû mirovan dike. Ji ber ku ol, bawerî, reng, çand, ziman û fikrên mirovan cudane, bi wan re danusandinan nake, wan bê dilovanî nahêle. Ew jiyanê dide, ger mirov bi xîret kar û tekoşina jiyana rast bike wê bikare mal, hizur û azadiyê jî bidest bixe.

Xwedê li ser rûyê erdê ne ola kesî, ne rengê kesî, ne zimanê kesî wek pîvan nagre. Ji bo ku henek mirov guhdariya wî nakin, li hemberî wî derdikevin, wan li vê dinyayê ceza nake û behsa jiyanekî dîtir (axret) dike. Dibêje, eger hûn başbin û karê baş bikin, ezê we xelat bikim.

 

Lêbelê çima kesê bi navê ol û Xwedê tevdigerin, mirovan tengav dikin? Li gor zimanê wan, cudabûna bîr û baweriyên wan, mê û nêrbûna wan, dewlemendbûn û xizanbûna wan, rengê wan, cilûberg, çand û erkê wan, nêzî mirovan dibin û wan dabeş dikin.

Gelo ev desthelatên ku bi navê Şîa an Suniyan kar dikin û hêjî desthelat di destê wan de ye, vê Qur’anê naxwînin? Belê dixwînin û pênasa wê jî bi zanebûn dikin. Beriya Îslamê çawa ku alîgirên olên dîn, ola heyî ji bo desthelatê xera kirin û ew xistin xizmeta destheltdaran, heman tişt heta jê xirabtir, bi ser Îslamê de jî anîne.

Desthelata Îranê dibêje, ’divê hûn ligor min, bifikirin, li gor min bixwin û vexwin, li gor min binivîsin, li gor mezheba min, zimanê min, çanda min tevbigerin, yan jî ezê we ceza bikim, bavêjim zîndanan’. Dibêjin, Îmamê me Masume bê gunhe, ew bêje çi divê wek wî em tevbigerin’. Sunnî dibêjin Xelîfeyê me sîya Xwedê ya li ser ruyê erdê ye. Bi gotinekî din Îmam û Xelîfe, ji Xwedê zêdetir xwedî desthelatin. Ev hişmendî û nêzikbûn di dîrokê de wek hişmendiya Fîron û Nemrutan, di Qur’ana pîrozde de tê pênasekirin. Di gotinê de van desthilatdaran jî behsa Xwedê dikirin, lê di rastiyê de Xwedê nêzê desthelata xwe nakin. Ji ber wî jî, ewqas zilm û zordariyê li ser mirovan dimeşînin. Ji bo laçikê dikarin Jinekî bikujin. Piştî zilma giran, pêkanîn û gel rabû ser piyan, îca dibêjin; ev leystoka Îsraîl û dûjminan e! Lê di rastiyê de, ewin yên bi desthilata xwe dijminahiya Xwedê û însanan dikin.