Rojnameya Ronahî

 ‘Tu caran me dagîrkirina bajarê xwe qebûl nekiriye û em qebûl nakin jî`

 

Bêrîtan Çiya-Qamişlo

Têkildarê salvegera dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, Sead Remo diyar kir ku, dewleta tirk ya dagîrker ji bo zindîkirina Îmbiratoriya Osmanî, bi hezaran melbet koçber kir, lê gel dest ji tekoşina rizgarkirina bajarên xwe bernada ye.

Deweleta Tirk ya dagîrker bi êrişa 9`ê Cotmeha 2019’an ya ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî, bi hezaran malbatan koçber kir. Şêneyên her du bajaran jî, ber êrişan neçar man ku dev ji mal û milkên xwe berdin û li kempan, bijîn.

Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, piştî êrişên dagîrkeriya dewleta Tirk, bi hevkariya Heyva Sor ya Kurdî 24`ê Cotmeha 2019`an ji bo pêşwazîkirina 230 malbatî ku 16 hezar mirovên koçberên her du bajaran, li bajarokê Tiwêna yê 12 km li rojavayê bajarê Hesekê, Kampa Waşokanî vekir. Rêveberiyê ji bo perwerdeya zarokan jî bi hevkariya desteya perwerdeyê, destpêka avakirina kampê dibistanek ava kir, lê niha ji ber zêdebûna jimara xwendekaran, sê dibisatan li kampê hatine avakirin û 2 hezar û 344 xwendekar li van dibistanan dixwînin. Herwiha ji bo tenduristiyê jî Heyva Sor ya Kurdî nexweşxaneyek li kampê ava kir û ev nexweşxane bi şev û roj vekiriye.

`Pêwîstiya Kampa Waşokanî bi alîkariyê heye`

Li ser rewşa kampê û salvegera dagîrkirina bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî rêveberê Ofîsa Têkilyan ya Kampa Waşokanî Sead Remo ji rojnameya me re wiha axivî: “Ev 3 salin di ser dagîrkirinê re derbas dibe. 3 sal li ser berxwedana koçberan yên li kampê derbas dibe. Rewşa Kampa Waşokanî zehmet dibe, lewra heta niha dewletên navneteweyî îtîraf bi vê kampê nekiriine, da ku alîkariyê pêşkêş bikin. Çadirên kona ji destpêka avakirina wê ve ye, tirsa me ji çileye ku bi van neyên qedandin. Rêveberiya Xweser heta jê tê li gorî derfetên xwe yê heyî, alîkariyê pêşkêşî koçberan dike. Lê têrê nakê, çimkî em behsa bi hezarê mirova dikin.”

Sead da zanin ku, ji dema teqîna motorsikletê ya di 12`ê Îlona 2022 li Kampa Waşokanî rûdayî,  ku di encamê de sê zarokan jiayana xwe ji dest dan, hêzên ewlekariyê ajotina motorsikletan di kampê de qedexe kir û wiha got: “Ji bo çi kesê di hundirê kampê de bê kar û pêşeyî nemînin,ji temenê 18 salî û jor ve li ser karên pêşeyî tên perwerdekirin.

‘Ji derveyî hêza me baweriya me bi ti hêza nayê’    

Rêveberê Ofîsa Têkilyan ya Kampa Waşokanî Sead Remo axaftina xw wiha bi dawê kir : “Daxwaza me û ya tevayiya koçberan rizgarkirina bajarê me ji dagîrkeran e. Baweriya me bi hêza me heye, emê heta dawiyê jî bi berxwedan û têkoşîna xwe piştgirya wan bikin û em dizanin ku ji derveyî hêzên me ti hêz nexwedî li me derdikevin, ne jî xaka me diparêzin û rizgar dikin. Em tu cara dagîrkirina bajarê xwe qebûl nakin.”