Rojnameya Ronahî

Desteya Enerjî û Peywendiyan 3 gundên Şedadê ronî kirin

 

Desteya Enerjî û Peywendiyan ya herêma Cizîrê piştî xebatên sererastkirinê yên li herêmên tijî mayîn, kehrebe li 3 gundên navçeya Şedadê vegand.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Desteya Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê û Saziya Kehrebeyê ya Şedadê projeya sererastkirina tora kehrebeyê ji bo gundên “Kişkiş a bakur, Kişkiş a navîn û Kişkiş El Cibûr” yên li başûrê navçeya Şedadê ya kantona Hesekê dest pê kir.

Di dema serweriya çeteyan li herêmê tora kehrebeyê ji aliyê wan ve hatibû xirabkirin. Ji ber ku mayîn li wê herêmê pir bûn, xebatên werşeyên kehrebeyê rastî astengiyan dihatin û xebatên sererastkirinê dereng diman.

Di 17’ê Tîrmeha borî de û piştî vegera hejmareke mezin a şêniyên her sê gundan, karê çaksaziyê dest pê kir. Transên kehrebeyê û stûn ji bo kişandina kabloyan hatin danîn.

Têkildarî mijarê, Hisên El Xelef ji şêniyên gundê Kişkiş El Cibûr got: “Ji ber şerên sala 2016’an gundên me wêran bûn û şebekeya kehrebeyê bi temamî hat xirabkirin.”

El Xelef wiha lê zêde kir: “Em spasiya hemû hewlên ku ji bo vegerandina kehrebê hatine kirin, dikin. Em bi dilgermî li gihandina kehrebeyê ne.”

 

Ji aliyê xwe ve hevseroka Saziya Kehrebeyê ya Şedadê Rîm El Reca ev agahî parve kirin: “Piştî xebateke berfireh ji aliyê hemû atolyeyên kar ve û hewldanên ji bo sererastkirina şebekeyên xirabûyî ku di encama şer de wêran bûne de, proje bi dawî hat.”

Rîm El Reca amaje bi vê yekê jî kir: “Bi qasî 3 mehan kar li ser projeyê dewam kir. Gelek astengî li pêşiya xebatê hebûn, ku ya herî girîng hebûna zêde ya mayinan bû. Bi qasî mehekê kar li ser rakirina mayînan hat kirin, lê îro me karî bi temamî projeyê biqedînin.”

Der barê hejmara sûdmendan de, Rîm El Reca wiha got: “Malbatên koçber piştî destpêkirina kar vegeriyan gundên xwe. Vê yekê jî hejmara beşdar û sûdmendan gihand zêdetirî 200 malbatan. Her ku diçe ev hejmar li ser asta sê gundan zêdetir dibe. Li her gundekî transek heye, kapasîteya wê 200 watt e û stûnên pêwîst bi temamî jê re hatine danîn.”

 

Rîm El Reca wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em amadekariyan dikin ku projeyek bi vî rengî ji bo sê gundên din ên li xeta rojhilatê navçeyê jî dest pê bikin; gundê Celal, El Ilwa El Şerqiye û El Seniyûr.”

Hevseroka Saziya Kehrebeyê Rîm El Reca ji welatiyan xwest ku parastina transên kehrebeyê bikin da ku kehrebe bi awayekî berdewam bigihêje gundên wan.

ANHA