Rojnameya Ronahî

Ji Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê projeyên jîngehî

 

Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê ji bo vegerandina qada keskahî ya bajêr, bi rêya piştgiriya projeyên ekolojî û destpêkirina hemleyên çandina daran û paqijiyê, xebatan pêk tîne.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Di çarçoveya parastina jîngeh û xwezayê de û ji bo vejandina qada keskahî ya bajêr, Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê li gor derfetên heyî hewl dide rûberên kesk ên ku herêm di encama şer de ji dest dane, vegerîne.

Bajarê Tebqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji cihên xwezayî yên kesk ên herêmê ye, ji ber cihê wê yê li ser çemê Firatê ye û dar lê pir in.

Hevserokê Gerînendetiya Jîngehê ya Tebqayê, Cemal Ebduletîf wiha axivî: “Herêma Tebqayê yek ji herêmên xwezayî ye, ji ber ku jêderên avê û cûreyên daran û deverên keskahî lê pir in.”

Di rewşên şer ên ku herêm tê re derbas bûn de û di dema dagirkirina herêma Tebqayê ji aliyê çeteyan be ji 2011 heta 2017’an, rûberên kesk ên herêmê hatin şewitandin û xirabkirin.

Ebduletîf diyar kir ku tiştekî pêwîst bû ku projeyên çêkirina deverên jîngehî û çandina daran werin destpêkirin.

Ebduletîf wiha domand: “Projeyên Gerînendetiya Jîngehê giraniyê dide avakirina parkan û çandina daran û çêkirina torên avdana darên derveyî bajêr, her wiha destpêkirina hemleyên çandina daran ku ya dawiyê di vê salê de bû, ku di encamê de 10 hezara şitil hatin çandin.”

Derbarê aliyê perwerdeyî yê parastina jîngehê jî, Ebduletîf diyar kir ku roleke mezin a Gerînendetiya Jîngehê di perwerdekirina şêniyan li ser paqijiyê de hebû, nexasim ku belavokê jî der barê vê mijarê li şêniyan belav kirin.

Ebduletîf wiha domand: “Dersên perwerdeyî ji bo zarokên dibistanan der barê paqijî û parastina daran de hatin dayîn.”

Ebduletîf bang li şêniyan kir ku tev li projeyên ekolojîk bibin û jîngehê biparêzin, da ku hemû deverên me bi awayekî baş û şaristanî xuya bikin.

Her wiha, welatiyê bi navê Selman Mihemed wiha axivî: “Fêdeya daran û rûberên kesk pir e, ya herî girîng paqijkirina bayê û xweşikiya ku dide bajêr û rêyên wê.”

Mihemed destnîşan kir ku dar milkê hemiyan in, ji ber wê jî divê her kes ji bo wan berpirs be.

Mihemed Bang li şêniyan kir ku li daran û qada keskahî miqate bin da ku herêm û xaka me wek berê vegere. ANHA