Rojnameya Ronahî

Kî Bi Ser Ket Û Kî Bi Bin Ket?

Fener…

Idrîs Henan

Di Gulana 1996’an de, dewleta faşîst a Tirk ku kirîz û kaosên mezin li hundir û derve jiyan dikir, hewl da bi tunekirina sentez û modela gelan a demokrasî û azadiyê, pêşeng û afrînerê wê tune bike. Li ser vê bingeha hişmendiya qirker, bi rêya istixbarata xwe û hinek ajan û xwefiroşan, li Şamê cihê ku Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan lê dima, êrişek mezin pêk anî. Lê di encamê de tişta ku wan hêvî dikir pêk nehat û êriş vala derket.

Piştî ku ew plan jî têk diçe, dewleta tirk sala 1997’an, berê xwe dide girtiyên PKK’ê û ji bo agirbestekê lavayan dike û hevdîtinan li ser hev pê re dike. Ev diyaloga rayedarên Tirk bi berpirsên rêxistinê re berfireh dibin û bi destpêka sala 1998’an re li Holandayê dewam dikin. Ji ber ku tevgera Azadiyê li ser bingeha aşîtî û pêkve jiyanê hatiye damezirandin, bi destpêka Îlona 1998’an re, Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan, bi rêya ekranên MED TV re, agirbestê radigihîne. Çend roj di ser re derbas nabin, generalê Tirk Atilla Ateş diçe ser sînorê Sûriyê û dibêje “Eger Ocalan ji Sûriyê dernekeve, em ê êriş bikin”.

Rêber Ocalan armanca vê plana qirêj ya faşîzma Tirk baş fêm dike. Ji bo ku Sûriyê û gelên wê herêmê û nirxên wê, ji hovîtiyeke muhtemel a faşîzma Tirk biparêze û hîncetên şerekî herêmî, bi sernavê qirkirinê ji holê rake, di 9 Cotmeha 1998’an de ji Sûriyê û Rojhilata Navîn derdikeve. Di wê navberê de, Rêber Apo weke gokeke agir li dunyayê mezin dibe û ramanên wî weke fena agirê bi pembûyê ketibe, berbelav dibin. Êdî kesek nediwêre nêzî goka agirê heqîqetê bibe. Lewre, hemû aliyên qaşo xwe xwedî çand dihesibînin, xiyanetê bi dîrok û nirxên xwe re dikin û mirovahiyê di şexsê Rêber Apo de, rû bi rûyî êrişên komplowar dihêlin. Di serî de Yunanîstan, tevahî welatên YE û Rûsya, hemûyan îxanet li nirxên mirovatiyek birûmet û gelên xwe kirin. Ji ber ku bineya avaniya wan a modernîta kapîtal, bi sîstema netew dewlet xemilandiye, wêrekiya wan nîn bû ku xwedî li ramanên Rêber Apo derkevin. Ne rastgir û ne jî çepgir, radîkalên herdu aliyan jî di nav de; nikarîn ramanên Rêber Apo hembêz bikin û biparêzin. Lewra, piştî çend meh di ser zextên gladyoya modernîteyê re derbas dibin, di 15 Sibata 1999’an de, Rêber Apo li balyozxaneya Yonanîstanê li paytexta Kenya-Neyrûbî, bi serperştiya saziyên istixbarata Amerîka, Îsraîl û Ingiltire tê revandin û li Îmaraliyê di bin venerîna faşîzma Tirk de dîl tê girtin.

Îro 24 sal di ser vê Komploya Navnetewyî re derbas dibin. Hîna jî bi teşe û şêweyên cuda cuda dewam dike. Li Rojava bi êrişên li Şoreşa gelan ya 19 Tîrmehê, li Bakur bi êrişên li rêveberiyên xwecihî, li Başûr jî bi êrişên li ser Herêmên Parastina Medya, bajar û gundan dewam dike. Li Rojhilatê Kurdistanê jî êrişî pêşengiya têkoşîna rizgarkirina Rêber Apo dikin û bi mayîndekirina qirkirina jinê re, hewl didin komployê zindî bihêlin.

Lê berxwedan û senteza ku Rêber Apo afirandiye baş diyar dikin kî bi ser ketiye û kî jî bi bin ketiye? têkoşîn, berxwedan, ramanên sînorên cografîk derbas kirine, serketina vîna afrîner a Rêbar Apo baş rave dikin. Di heman demê de binkeftina komplogeran jî diteyisîne ku carek din anîne asta lava û ricakirinê.