Rojnameya Ronahî

Ehmed Gulo: Wê 2023`yan sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan be

 

Darîn Silê/Qamişlo

Di salvegera 24`an ji komploya li ser Rêber gelê Kurd Abdullah Oclan, welatparêz Ehmed Gulo da zanîn ku wê bi azadiya Rêber Apo her kes azad bibe, bi taybet gelê Kurd wê xewin û xeyalên xwe bi cî bîne.

Ji hezarê salan ve lîstok û plan li ser tekoşin û hebûna kurdan çêdibûn. Beriya komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan gelek komployên qirkirinê li ser kurdan dihatin kirin. Herwiha hêzên komploger hewl didan ku hebûna kurdan ji dîrokê rakin. Ji bo wê jî di şexsê Rêber Apo de komplo li ser kurdan û li ser tevayiya gelê bindest pêk anîn. Ev komplo komployeyek navneteweyî bû, ku gelek dewlet tê de hevkar bûn. Heta niha jî komployên li ser kurdan berdewam in. Herwiha Tevayiya êriş û kiryarên ku li ser gelê herêmê bi taybet li ser jinan tên kirin berdewamiya komployê ne.

Derbarê komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan, herwiha berdewamiya komployê ya heta roja îro, welatparêz Ehmed Gulo ji me re axivî.

`Hewldanên Tirkiyê kurdan ji azadiyê dûr naxe`

Ehmed gulo da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker roja komployê ji xwe re weke rojeke dîrokî dibînin û axaftina xwe wiha domand: “Roja ku komplo li ser Rêber Apo hat kirin û heta roja me ya îro gelê kurd ranewestiya ye. Rojane gelê kurd û tevayiya gelên li herêmê, li kolanane û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdulllah Ocalan dikin. Ji bo wê ji Tirkiyê çiqasî hewldanên xwe bi kar bîne ew nikare kurdan ji azadiyê dûr bixe. Tiştê ku Tirkiyê berî niha dikir îro nikare bike. Lewra kiryarên wê êdî nayên qebûlkirin û kurd jî ne kurdê berê ne. mesa ber bi azadiyê vey a herî xurt ya kurdan e. Me têkoşîn derbas kiriye êdî emê azadiya xwe û ya Rêberê xwe bi dest bixin. Em gihîştine qonaxa serkeftinê û ji serkevtinê bi paş ve naçin.

`Êdî tu kes nikare kurdan ji azadiyê vegerîne`

Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got, Ji ber ku plana komployê bi ser neket û Tirkiyê armanca xwe ya tinekirina kurdan pêk neanî, êdî Tirkiyê nizane ka bi çi awayî kurdan tine bike. Ji ber wê jî niha rojana êrişî kurdan û tevayiya pêkhateyên li herêmê yên ku li kêleka kurdan dixebitin dike. Hewl dide bi rêya êriş û balafirên xwe gelê herêmê yên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo tev digere, bişkîne û bitirsîne. Lê îradeya gelê me ne bi van kiryaran û ne jî bi şêwazên din nayê şikestin, bi taybet gelê kurd wê heta kêliya dawî li ber xwe bide. Êdî tu kes nikare zoriya xawe li kurdan bike. Yan serkeftin yan jî serkeftin. Ji bilî serkeftinê me tiştekî din nedaye ber çavên xwe.

`Fikir û felsefeya Rêber Apo hewldanên Tirkiyê vala derdêxe`

Ehmed Gulo da xuyakirin ku fikir û felsefeya Rêber Apo hewldanên Tirkiyê vala derdixîne û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Raste rêberê gelê kurd di zindanê de tecrîdeke giran li ser tê kirin, lê kurd jî bi fikir û felsefeya rêberê xwe Tirkiyê tengav dike. Rojbiroj hewldanên Tirkiyê yên li hember kurdan lawaz dibin. Şoreşa ku niha em tê de ne jî, bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan dewam dike û wê bi saya fikrê wî jî bi ser bikeve. Di şoreşê de bi hezarê, bi milyonan şagirtên Rêber Apo çêbûne û tev daxwaza azadiya wî dikin. Herwiha li ser fikrê wî şoreşa xwe bi rêve dibin. Ji bo wê jî şoreşa ku li ser fikrekî rast û dirust bimeşe, helbet wê serkeftî be.”

Ehmed bîr xist ku komploya li ser Rêber Apo divkeve sala 24`an û wiha domand: “komploya li ser rêber Apo komloya li ser gelêazadî xwaz bû û azadiya me girêdayî azadiya rêberê me ye. Divê tevayiya dadgehên cîhanê, li gorî pîvanên parastina mafê mirovan, mafê rêberê me jî bidinê û divê qebûlbikin ku tekoşina rêberê me tekoşina herî pîroz ya mirovahiyê ye. Herwiha divê wî wek Rêberê têkoşîna azadiyê qebûl bikin. Bi azadiya Rêber Apo re wê bi milyonan girtiyên doza azadiyê azad bibin.”

`Ti caran em ji Rêberê xwe qut nabin`

Ehemed diyar kir ku Rêbertî bandorekî xwe yê mezin li ser civakê heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirk dizwaze gel û rêbertî ji hev qut bike, çimkî baş dizane ku rêbertî hêzeke mezin daye kurdan. Lê ti caran em ji rêberê xwe qut nabin. Rêbertî bandorekî xwe yê mezin li ser civakê heye, bi taybetî civaka kurd. Sekna rêber Apo û zanista ku di nava civaka me de dabû avakirin xwedîderketin û hêza gelê kurd dide xuyakirin. Rêber Apo dibêje, ‘eger ez ne hazirbim jî  min miletek ava kiriye ku li ser fikir û ramanê min gavên mezin biavêjin’. Ji bo wî jî gel li ser vê yekê têkoşîn dike û li azadiya Rêberê xwe tev digere.”

Ehmed da xuyakirin ku wek gelê bakur û rojhilatê Sûriyê ewê zanist û felsefeya ku di wan de hatiye çandin xurttir bikin û got, pêngava azadiyê me hê bi ser nexistiye, ji bow ê jî me rêberê xwe azad nekir, lewma divê em tekoşina azadiyê bi ser bixin. Wê demê wê rêberê me jî azad bibe û wê jiyana me jî ronî bibe.

`Wê sala 2023`yan bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan`

Welatparêz Ehmed Gulo di dawiya axaftina xwe de got, wê sala 2023`yan bibe sala azadiya Rêber Abdullah Ocalan û serkeftina gelê azadîxwaz. Herwiha bi azadiya Rêber Apo wê her kes xwe azad bibîne, bi taybet gelê kurd û jinên azadixwaz wê xewn û xeyalên xwe bi cî bînin.