Rojnameya Ronahî

Senteza Rêber Apo ya azadiyê bi ser dikeve

Fener….

Idrîs Henan

Bi van raperînan careke din zelal dibe ku armanca hevpar, azadî ye. Peyamên van çend rojên dawîn, ji tevayî cîhanê re, isbat bû ku senteza Rêber APO ya azadiya jinê bi ser dikeve.

 

Yek ji erkên bingehîn ên gelê Kurd ku pêşengiya peywirên demê yên gelên bindest û azadîxwazan dike, rûxandin û hilweşîna pergala faşîst û bi pêşxistina têkoşîna mafdar a gelan e. Gelek bi dehan salan e li hemberî sîstema faşîst, qirker li ber xwe dide û teslîm nabe. Ji ber vê têkoşîna xwe ya bi rûmet, bi hemû pêkhateyên xwe yên zayendî û hebûnên xwe yên razber û şênber ve, ketiye hedefa êrişên mezin. Ji ber xisûsa xwe ya civakî ku her ji binê enqazên sermayadariyê jiyan li dora xwe afirandiye û ji nû ve civak bi sazûman kiriye, veguheriye sedema bingehîn ê serêşiya desthilatdariyê. Lew re xwedî têkoşîna mafdar a dîrokî û parêzvanê xeta herikbar a welatparêziyê ye. Ev xeta han ku bi herikîna hezarê salan re hatiye roja me ya îro, di şexsê Tevgera Azadiyê de hatiye teyisandin û bi pêşengiya jinan hatiye serxistin.

Vê pêşengiya dîrokî ya esîl, her qad veguherandiye qadên azadiyê. Eger îroj li cîhanê “Jin, Jiyan, Azadî” veguherîbe şîara gelan, bi saya wê pêşengiya resen a jina tekoşera azadiyê ye. Îroj, ji çar beşên Kurdistanê bigire û heya tevahî Cîhanê, bi rêgez û prensîbên vê dirûşmê, şer û berxwedana li hemberî sîstemên mîrateya zihniyeta zilam, tê kirin. Bi wê jî destkeftiyên gelan mayînde û misoger dibin.

Roja me ya îro desthilatdariya bi serweriya mêr, rûbirûyî raperîneke zihnî û fikirî ya bi pêşengiya jinê ye. Êdî kiryar, rêbaz û nêzîkatiyên feodal yên baviksalarî yên berê ku qetilkirina jinê sûc nabîne, têra parastina wê sîstema kevneperest nakin. Ne jî dikarin pêşiya herikîna xwezayî ya zanista civakî û pêşketinên gerdûnî bigre.

Gerekçeyên berê yên bi navê namûs û qanûnan ku di bin sîwana wan de, jin dihatin qetilkirin û tûşî xwekuştinê dikirin, bûne sedema afirandina polîtîkayên dijatiya ji jinan re ku desthilatdarî bi awayekî pir xapînok û hîlebaz, bi navê ol, mezheb û gerdişên sexte, didan meşandin. Pergala serweriya mêr didît ku; çareya xwe di zeftkirina fikra jinê de ye ku destwerdana tevayî kêliyên jiyanê bike. Bi gotinek din; bi dorpêçkirin, zeftkirin û mudexeleya fikra jinê re, lingên desthilatdariya baviklasarî serguha dibin û serweriya mêr mutleq dibe.

Lewre dagirkerên Kurdistanê û neyarên Kurdan, çi awayên kirêt ên qetilkirinê li ser rûyê cîhanê hebin, ji bo qetilkirina jinên Kurd rewa dibînin û jê xirabtir jî pêk tînin. Ango; we li kuderê bihîstiye termên şoreşgerên jin bi werîsan hatine kişandin? Li kuderê dunyayê parçeyên termên jinê yek bi yek hatine qutkirin? Li kîjan cihî hatiye dîtin ku jin ji ber laçika serê xwe hatiye qetilkirin? Çendîn pêşengiya jina Kurd siyasî, civakî û gerdûnî bûye, ewqas jî dijatiya ji jina pêşeng a Kurd re bi kok û kîn bûye. Ji ber vê sedemê jî, ji bedenê heya fikirên jinê were, rûbirûyî van cureyên bê mînak ên êrişan mane.

Diyare bi serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, çargoşeya şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” teman dibe û qonaxeke nû a têkoşîna li hemberî projeyên modernîteya kapîtal ku li ser bingeha tunekirina hêza jinan planan çêdike, dest pê kiriye. Bi van raperînan careke din zelal dibe ku armanca hevpar, azadî ye. Peyamên van çend rojên dawîn, ji tevayî cîhanê re, isbat bû ku senteza Rêber APO ya azadiya jinê bi ser dikeve.