Rojnameya Ronahî

Jinên bajarê Qamişlo: Wê bi hezaran Zeyneb li dijî Tirkiyê rabin

Darîn Silê/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo dan zanîn ku Tirkiyê û hevkarên xwe çi bikin, nikaribin vîn û îradeya jina azad bişkênin û gotin, Eger Tirkiyê Zeyneb Saroxan û hevalên beriya wê kirin hedef, wê bi hezaran Zeyneb li dijî Tirkiyê rabin.   

Êriş û bombebaranên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berdewamin. Tirkiyê rojane bi balafirên xwe yên bê mirov welatiyên herêmê, bi taybet jinan dike hedef û hewl dide jinên ku pêşengiya vê şoreşê dikin, tine bike. Herî dawî jî di 27`ê Îlona derbasbûyî de bi riya balafireke bê mirov heval Zeyneb Saroxan, kir armanca êrişên xwe.

Derbarê êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet hedefgiryina jinan, endama Kongireya Star ya Qada Civakî Hediya Evdo û endama Partiya Yekîtiya Demokratîk Nesriya Mehmûd ji me re axivîn.

`Dagîrkeriya Tirk bûye gurê dev bi xwîn`

Endama Kongireya Star ya Qada Civakî Hediya Evdo êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên ser jinên bakur û rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagîrker bûye wek gurê dev bi xwîn û hertim jinê dike hedefa xwe. Herwiha dema Tirkiyê balafirên xwe yên bê mirov bi kar têne dibêje, ‘ez êrişî leşkeran dikim’. Lê, leşker zarokên vî gelîne û parastina vê civakê û sîvîlan dikin. Herwiha ji derveyî parastina gelê xwe xeterî li ser ti hêz û dewletan çênekirîne. Û cîhan jî dibîne û dizana ku, dema mijar dibe kurd ji bo dewleta tirk ya dagirker  leşker, sivîl, pîr, jin, zarok qet û qet ferq nake. Ji zarokê 1 mehî heta yên 70`ê salî tên hedefgirtin.”

Herwiha Hediya bal kişand ser sedama hedefgirtina jinê û got, ji ber ku jin şoreşê bi rêve dibe û bûye pêşenga vê şorşê, dagîrkeriya tirkî dixwaze bi rêya hedefgirtina jinan destkeftiyên şoreşê têk bibe û keda bi salan vala derxîne. Ji bo wê jî jineke birêxistinkirî û siyasetmedar li ku bibîne, êrişî wê jinê dike. Ev jin ji bo ax û civaka xwe tekoşin dikin.

`Ji bo aramî û ewlehiya gelê xwe tev digeriya`

Hediya li ser hedefgirtina heval Zeyneb Mihemed Saroxan jî got, ev ne jina yekê ye ku ji aliyê dagîrkeriya Tirkî ve tê hedefgirtin. Bi hezaran jinên me yên siyasetmedar û berxwedêr hatine hedefgirtin. Beriya heval Zeyneb jî, Hevrîn, yadê Eqîde, Barîn, Avêsta, Zehra û gelek jinên din hatin hedefgirtin. Van Jinan êrişî Tirkiyê nekiribûn, tenê ji bo azadiya jinê û yekîtiya gelan kar û xebatê dikirin. Heval Zeyneb jî jineke ji bo bidestxistina mafê xwe û yê tevayiya gelê xwe kar dikir. Herwiha ji bo ku armiya û ewlehiya gelê xwe tev digeriya.

`Wê bi hezaran Zeyneb rabin`

Hediya Evdo da xuyakirin ku dagîrkeriya Tirk û hevkarên xwe çi bikin jî wê nikaribin vîna jina azad bişkînin û axaftinaxwe wiha qedand: “Wê jina azad hertim xwedî vîn û îradeyeke xurt be. Êriş û hedefgirtinên Tirkiyê rê li pêşiya armancên jinan nagre. Eger Tirkiyê Zeyneb û hevalên beriya wê kir hedef, wê bi hezaran Zeyneb rabin û wê bi hezaran li dijî dagîrkeriya tirk derkevin.”

`Em bêdengiya hêzên qaşo ji bo ewlehiya Sûrî tevdigerin, qebûl nakin`

Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Nesriya Mehmûd jî da zanîn ku hêzên navnetewî yên qaşo dibêjin, ‘em hatine li kêleka QSD`ê, YPG û YPJ`ê parastina xaka rojava bikin’ di bin perdê tev hevkarên Tirkiyê ne û axiftina xwe wiha domand. “Bêdengiya van hêzan dide diyarkirin ku ew jî şirîkê kiryarên Tirkiyê ne. Em ji van kesan re dibêjin, hûn ne hatine aramiyê çêkin. Hûn hatine ku pêşengên şoreşa me tine bikin û vîna jina azad bişkînin. Em bêdengî û hevkariya van hêzan qebûl nakin.”

`Jina kurd qirika desthelad û dagîrkeran girtiye û heya difetisine jî bernade’

Nesriya destnîşan kir ku li dijî êriş û kiryarên dagîrkeriya Tirkî wê jina azad tim li ber xwe bide û axaftina xwe wiha domand: “Çawa ku jin şoreşê bi rê ve dibe û destkeftiyan bi dest dixe, wê serkeftinê jî bi dest bixe. Şoreşa ku bi îradeya jinan dest pê kir ti caran nayê şikandin û bi bin nakeve. Wê jin hata kîliya dawî di jiyana xwe de li ber xwe bide û wê berdewamiya çalakî û perwerdeyên xwe bike. Her ku Tirkiyê dagirker kiryarên xwe yên hovane zêde dike hêz û îradeya jinan jî li hember wê xurttir dibe. Ji bo wê jî asta ku jin gihîştiye rojbiroj bi pêş dikeve û serkeftinê bi xwe re tîne. Jina kurd qirika desthelad û dagîrkeran girtiye û heya difetisine jî bernade”

`Emê xwedî li keda Zeyneb derkevin`

Nesriya Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got, heval Zeyneb bi hezaran jin parastine û xwedî li mafê wan derketiye. Ji bo wê jî emê xwedî li keda wê derkevin û emê tev li ser şopa wê bimeşin.