Rojnameya Ronahî

`Şoreş bi keziyê Jîna dest pê kir û wê bi azadiya jinê bidawî bibe`

 

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Rojnemavan Solîn Mihemd Emîn diyar kir ku ti kes nikare li hemberî vîna jinê bisekine û got, bi tolhildana Jîna Emînî wê jin azadiya xwe bi dest bixe.  

Çalakiyên şermezarkirina bûyera kuştina Jîna Emînî, keça Kurd ya 22 salî, li seranserê cîhanê rojbiroj firehtir dibin û nerazîbûn û pêşandan zêdetir dibin. Çalakvanan li dijî kuştina Jîna Emînî ku ji aliyê Polîsên Exlaqî yên Îranê ve hat kuştin, di çalakiyên xwe de wêneyên Jîna Emînî, bi dirûşmeya  “Jin, Jiyan, Azadî” radikin , herwiha şerpeyan dişwitînin û porê xwe jî qut diki. Jinên her çar perçeyên Kurdistanê jî bi çalakiyên cuda nerazîbûna xwe ya li dijî kuştina Jîna Emînî, diyar dikin. Jinên Rojava jî bi şewtandina şerpeyan û qutkirina porên xwe, tevlî xwepêşandên ji bo piştgiriya bi jinên Rojhilat re, dibin.

Rojnamevan Solîn Mihmed Emîn jî, yek ji wan jinên ku bi qutkirina porê xwe, nerazîbûna xwe ya li dijî kuştina Jîna Emînî, nîşan da. Têkildarê mijarê Solîn Mihemed ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku, divê tevayîya jinan tevlî xwepêşandana şeremezarkirina kuştina Jîna bibin û nerazîbûna xwe diyar bikin.

`Rejima Îranê û DAIŞ du rû bi mejiyekî ne`

Solîn Mihemd Emîn diyar kir bêheqiya rêjîma Îranê ya li dijuî jinan tevayiya sînoran derbas kiriye û wiha got: “Ji destpêka hatina Xumeynî  ser desthilata Îranê û destpêkirina şoreşa bi navê Îslamê û heta roja îro, rejîma Îranê zimê li jinan dike. Ti biryar û zagonên wê yên ku mafê mirovan bi giştî biparze nîne, bi taybetî yên mafê jinê. Biryarên wê yên li dijî jinan pir bêheqî, zalim û zorin. Tiştê ku îro li Îran û Rojhilatê Kurdistan diqewim e, vê yekê piştrast dike.”

Solîn diyar kir ku, rejima Îran her tim xwe ji cîhanê re dide diyar kirin ku ew rejimeke aşîtîxweze û got ku, ji bo rejima Îranê zilm û binpêkirinên derheqê gel de veşîre, di bi navê ola Îsalmê bang dike.

`Şoreşa bi pêşengiya jinê dest pê bike bê guman wê bi ser keve`

Solîn da xuyakirin  ku her kes baş dizane ku Şoreşa bi pêşengiya jinê dest pê bike, bê guman wê bi serkeve û dirêjî da axaftina xwe: “Rejima Îran ji hêza jinê pir ditirse, lewra di heqê jinan de biyarên herî xirab ferz dikin. Îran di wê baweriyê de ye ku, şorşa bi pêşengiya jinê dest pê bike wê bi ser keve û wê hebûna rejima Îranê pûç bike. Ji bo wê weke em dibînin ku rejima Îranê li dijî xwepêşandanên gel, hemû rêbazê tundî û qirkirinê pêk tîne. Ew dizane ku Şoreşa ku bi keziyên Jîna Emînî dest pê kir, wê bi azadiya jinên Rojhilat bi dawî bibe. Lewra ev serhildanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê wê guhertineke pir mezin bi xwe re bîne.”

Solîn da zanîn ku ji ber tirsa rejima Îranê ji hêza jinê,  polîsîn bi navê exlq ji xwe re çêkiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: “Tiştê ku rejima Îranê di heqê gel de dike bi taybtî di heqê jinê de, ji fikrê çteyên DAIŞ`ê ne cuda ye. Çeteyên DAIŞ`ê jî bi navê Îslamê gelek biryar û zagonên dijî miroviyê û exlq li ser mirovan ferz dikirin.”

Solîn Emîn wiha got; Tiştê ku li rojhilatê Kurdistanê çêdibe şoreşa jinê ye, lewra jin bi hemû hêza xwe ji bo tolhildana jina kurd Jîna Emîn, li hember rejima zalim serê xwe radike û şerpeya ku bi ferzkirinê li serê xwe dikirin, dişewitîne.

`Ji bo bidestxistina azadiyê li ber xwe bidin`

Solîn li ser qutkirina pora xwe, wiha got; “Li ku derê tundî li ser jinê were kirin, helbet li ser mine jî. Lewra beriya her tiştî ez jin im û jina kurdim, Jîna jî kurd bû. Em jinên kurd nikarin li hember zilmê bêdeng bimînin. Bi qutkirina pora xwe ya tişta herî buha di jiyana min de, tevlî vê pêşandanê bûm da ku em li dijî desthiladara, xwedî yek helwest bin. Nama min ji tevlîbûnê ewe ku ji jina re diyar bikim ku, derfetê nede ti kesî ku biryarê di heqê wê de bistînin. Lewra em xwediyê por, nerîn, cil û biryarên xwe ne.”

Rojnamevan Solîn Mihemd Emîn li ser girîngiya rola ragihandinê di vê mijarê de gotina xwe bidawî kir û wiha got: “Bê guman di rewşên wiha de rola ragihandinê pir girîng û pêwîst e, bi taybetî rojnamevanên Kurd. Ez bi xwe dibîjim heta dawiyê ezê pêştevaniya van xwepêşandan bikim û bi taybatî ji bo pêşgiriya jinan ezê di riya kerê xwe de bibim dengê wan. Banga min ji bo tevayîya jinên cîhanê li dijî desthiladaran bisekinin, divê em bi hemû hêza û têkoşîn piştgiriya jinên rojhilatê Kurdistanê bikin. Ta ku em bi tkoşîn û berxwedana xwe azadiya xwe bidest bixin, lewra azadî layîqî me ye.”