Zana Roj / Qamilo
Di bin dirûşmeya ’Bi Rihê Ciwantiya Viyan û Nûjiyanan Em ê Şerê Azadiyê Bi Ser Bixin” Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê 2 yemîn Konferansa xwe li dar dixin.
Îro, 28 Îlonê, li Hola Mîtan ya Navenda Çand û Hunerê ya herêma Şehbayê,Yekîtiya Jnên Ciwan ya herêma Efrînê, 2 yemîn Konferansa xwe li dardixin.
Di konferansê de Rêveberiya Gîştî a Yekîtiya Jinên Ciwan, Desteya Jinê, Navenda Lêkolînên Jîneolojî, Kongira Star û bi sedan jinên ciwan têde beşdar bûn.
Konferans bi deqeyekê rêzgirtin li ser giyanê şehehîdan hat destpêkirin, dîwana konferansê hat derxistin û wiha bû : Li ser navê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Zelal Mihemed, Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Cûdî Mistefa û Leyla Întîqam.
piştî wê bernameya konferansê ji aliyê endamên dîwana konfranê ve hat xwendin û bernameya konferansê wiha ye: Xwendina Perispektîvên Rêbertî, axaftina vekirina konferansê, xwendina rapora kar û xebatên 2 salan, rewşa siyasî û rêxistinî, pişniyar û plansazî û herî dawî hilbijartina meclîsa nû a Yekîtiya Jinên Ciwan.
Her wiha perspektîvên Rêber APO ji aliyê hevseroka meclîsa ciwanan Emîne Hec Ebdo ve hatin xwendin û konfrans dewam dike.