Rojnameya Ronahî

Pêşangeha Saziya Êzîdîna…çavkaniya zanîna ola Êzîdatiyê ye

Bêrîtan Elî – Qamişlo           

Bi armanca naskirina ola civaka Êzîdî û cewhrê wê, Saziya Êzîdîna bi navê `Cihek ji bo naskirina Êzidiyan` pêşanghek pirtûk û wêneyan li dar xist.

Ji bo naskirina rastiya ola Êzîdayetiyê  û derxisitina cewherê wê, Gulana 2020, li bajarê Qamişlo  Saziya Êzîdîna, projeya Kulîlka Zeytûnê dest pê kir. Ev projeye gelek çalakiyan di nav xwe de dihewîn, mîna deyêna semîneran li ser baweriya civaka Êzîdî, nîqaşa bi xelkên derdorê re, çêkirina pirtûkan û herî dawî pêşangeha bi navê `Cihek ji bo naskirina Êzidiyan` ku ji 14` Îlonê dest pê kir û wê heta 29`ê dewam bike.

`Rastiya ola Êzdî nasbikin`

Têkildarê mijarê rêveberyê Şopandin û Nirxandinê ya Saziya Êzîdîna Wesîm Şemo ji me re axivî.

Wesîm Şemo diyar kir ku ola Êzîdayetiyê ola ku herî rastî tundî û şaştêghiştinê hatiye û axaftina xwe wiha dweam kir: “Armanca me ji lidarxistina pêşangehê, sererastkirina fikrên şaş yê li ser ola Êzîdayetyê ye. Ola civaka Êzîdî ew ola ku ji aliyê desthilatdaran ve hatiye xerabkirin û ji aliyê gelan ve şaş hatiye fêmkirin. Ev jî bû sedem ku civaka Êzîd rastî gelek êriş û komkujiya were. Yek jî komkujiya ku çeteyên DAIŞ`ê di derheqê civaka Êzîdî de kir. Lewra me lidarxistina vê pêşangehê pêwîst û girîng dît.”

Herwiha Wesîm da zanîn ku ew bi riya pêşkêşkirina pirtûkên pêşangehê ol, çand, jiyan û kevneşopên civaka xwe, bi awayekî berfirih par vedikin û wiha got; “Di pêşangehê de nêzî 120 pirtûkan hene, di hindirê wan de jiyana, ol, çand, kesayetên binavûdeng yê Êzdî û baweriya civaka Êzdî dihewîne û şîrove dike. Beşê pirtûka ya ku me herî zêde balkişand ser, çîrokên jinên ku ji komkujiya çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûn. Herwiha peykerê olxana pîroz ya Laleş bi hûrgulî û girîngiya xwe jî, heye.”

`Projeya lidarxistina pêşangeheke mestir heye`

Rêveberê Şopandin û Nirxandinê yê Saziya Êzîdîna Wesîm Şemo da zanîn ku ew dixwazin tevaiya cîhanê cewherî ola Êzîdayetiyê nas biki û axaftina wiha qedand: “Ev cara yekê ku li bajarê Qamişlo pêşangehek bi vî rengî tê li dar xistin, pêşangeh pir bi çûke, lê ew jî li gor derfetê me ye. Tenê em dixwazin gelên Rojava û tevayiya cîhanê rastiya ola Êzîdayetiyê nas bikin. Ta ku nerîna ne rast yên li ser vê olê ji mejiyê xwe derxênîn. Di ola civaka Êzîdiyan de jî aştî û xêrxwazî bingehê her tiştiye. Di demê pêş de projeyên me hene ku em pêşangehekê mezin li dar xin, ta ku em hîn bêtir ola Êzîdayetiyê bi civakê bidin naskirin. Hêviya me ewe ku, cîhan ola civaka Êzîd baş nasbikin û li gorî wê mafê me jî were parastin.”