Weşanxaneya Wardozê ku bêhtir pirtûkên folklorê çap dike, vê carê jî seta bi navê “Werzeba” ya ku Rêdî Seîd berhevkariya wê kiriye, çap kir.
Di vê setê de bi tevahî 5 pirtûkên ku bi Kurmancî hene.
Weşanşaneya Wardozê derbarê seta “Werzeba” yê de van agahiyan dide;
“Berhemên ku di vê xebatê da cih digirin hemû bi Kurdîya Kurmancî ne. Ji sala 2008an û heta sala 2015an, li bajar û navçeyên Êlih, Riha, Hewag, Wêranşar, Sêwreg, Dîlok, Dîyarbekir, Edene, Qoser, Qers, Dîgor, Qaxizman û Goleyê hatine berhevkirin. Herçiqas me berhevkarîya xwe li van deveran kiribe jî, gelek çîrokbêj ji welatê Hezro, Semsûr, Nisêbîn, Farqîn, Midyad, Misirc, Sirûc, Berwarî, Elezîz û Cizîrê ne.
Ev xebata berhevkirinê ku bi tenê guldesteyeka piçûçik e ji zargotina Kurdî, ji pênc pirtûkan pêk tê. Di seta Werzebayê da; çîrok, xebroşk, destan, serpêhatî, pêkenok û hwd cih digirin. Ji 50 kesan 212 berhem hatine tomarkirin û nivîsîn.
Rêdî Seîd nêzî heft salan mîna derwêşan li gundan û civatan bû mêvan û wî ew berhemên mîrateya me ya devkî qeyd kirin, bi baldarî deşîfre kirin û li ser kaxizê raxistin, ango ew ji mirinê rizgar kirin.”
Navê pirtûkên di seta “Werzeba”yê de cih digirin wiha ne;
Gula Perîyan
Hêka Kelandî û Noka Kelandî
Rêya Çûn û Nehatinê
Rostemê Zal û Cîhangîr
Min Xewnek Dît
-Ozgurpolitika