Rojnameya Ronahî

Zimanê Dayikê…

Tîr

 

Dijwar Ehmed Axa

Neviyekî min heye, navê wî Darvan e. Min ev navê Kurdî lê kiriye. Darvan sê salî ye, ji destpêka ku dest bi axaftina kir, bi Kurdî axivî, her çiqas malbatê û zarokên derdora xwestin erebî hîn bibe, lê wî nexwast hîn bibe. Bi dehê caran zarokên malê û hevjîna min, hewldan ku ji min re bêje “cido” yanî bi kurdî “Bapîr”. Lê ewî zarokî li berxwe dida û ne digot cido dibêje, “kalko”.  Ji ber destpêka naskirina derdorê xwe, min ew fêrî Kurdî kir û min jêra got, ez kalkê te me, lewra ev gotin di mejyê wî de ma ye. Dema wê gotinê dibêje, çiqas bi min xweş û şêrîn e. Ti dibê qey mal û milkên vê dunyayê tev yên min in.

Îsal 59 sal in, ez bûme êsîrê zimanê erebî. Bê çawa êsîrek bi xîret û namûs êsîrtiyê bi rast û ruhnî qebûl nake, min jî zimanê erebî wek zimanê xwe qebûl nekir. Rêjîmê,   zimanê me li dibistanên seretayî qedexe kir, ne dihiştin ku zarokên me bi zimanê xwe bi axivin. Ne tenê di dibistanan de, heta dema navbera de jî mamoste darê wan di destên wan de bûn û dema gotinek kurdî dibhîstin, ji devê kê derketiba wî/wê lêdanek pir giran û dijwar, dixwar.

Bi sedan zarokên Kurdan dev ji xwendinê berdan, ji ber ku mamosteyên ereb li wan didan û xwendin li ber çavên wan reş dikirin. Yên ku diman jî, pirê wan nezan diman û ti sûd jê ne digirtin. Digihan refa 12’an lê, hîn jî rêziman ji hev dernedixistin. Wekî beşên bîrkarî jî baş fêr nedibûn, ji ber ku mamosteyan xwe bi wan re nediwestand. Ji ber ku ew ne zarokên wan bûn, ew ji aliyê rejîmê hatibûn fêrkirin ku ew zarokên dijminên wa ne.

Baş tê bîra min di salên 1983 heya 1993’an, min mamostetî li gundan dikir. Dema min hîn “wane” didan û bi taybet refên yekê, min li ser depê reng çêdikirin û ji zarokan dipirsî: ev çi renge? Teva bi hevre û bi dengekî pir xweş û şêrîn digotin: Ev kesk e, ev sor e, ev zer e. Raste wan zarokan rast digot lê, divê min ew fêrî zimanê biyanî(Erebî) kiriban e. Lewra, min ji wan re digot: ‘Na, exder, ehmer, esfe. Di heman demê de agir bi dilê min diket. Lê, çi bikim zimanê me qedexe bû, em bindest bûn.

Ez ne li dijî fêrkirna zarokan ya çend zimanan im, lê dive zarok di serî de zimanê xwe yê zikmakî (Dayikê) fêr bibe.

Dê ka em niha li rewşa xwe ya Kurdan binêrin. Li her çar perçên Kurdistanê û bi taybet li Rojava ku em lê dijîn. Gelo em li zimanê Dayika xwe xwedî derketin e, an na? Divê em hemû vê pirsê li xwe bikin. Çend ji me zimanê xwe xwendine û heya astekê xwe pêş xwasti ye? Di baweriya min de, Jimar pir kêm e.

Mixabin em bi vê gotinê têşin lê, ev rastiyeke; me zimanê desthilatdara ji xwe re kire zimanê fermî. Heyf, em li zimanê xwe yê dewlemend û kevnar xwedî dernakevin! Ziman, ne tenê axaftine. Ziman rûmet, nasname, hebûn û rastiya me ye.

Divê em li rastiya xwe vegerin û xwe fêrî zimanê xwe bikin. Derfet di destê me de hene. Her kes dikare di rojê de seetekê ji bona hînbûna zimanê xwe veqetîne, ev ne pir zehmet e. Dibistanên kurdî, peymangeh hatine vekirin; mamoste hene, zanîngeh hatine damezrandin. Êdî bese, gerek her kesê bêje ez Kurdim, divê bizanibe bi kurdî bixwîn e û binivîsine.