Rojnameya Ronahî

Ji Ber Kêmbûna Ava Çemê Firatê 2 Himijên Avê Li Tebqayê Rawestiyan

 

Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê, Hemûd El Şêx diyar kir ku kêmkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, bû sedem ku 2 hilmijên ava vexwarinê rawestin. El Şêx bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku wê neçarî berdana para Sûriyê ya ava çemê Firatê bikin.

Dewleta Tirk a dagirker kêmkirina çemê Firatê didomîne ruxmî ku lihevkirinek di navbera wê û Sûriyê û Iraqê de heye ku divê li gorî wê, dewleta Tirk 500 metrekab av di her saniyekê de berde. Lê ew kêmtirî vê yekê tenê 200 metrekab berdide û lihevkirina sala 1987`an a têkildar binpê dike. Karesatên ji ber wê çê dibin û nexweşiyên ji ber wê belav dibin jî paşguh dike.

Di encama berdewamkirina vê kiryarê de, li Tebqayê 2 hilmijên avê; Cerafat û Xerîn rawestiyan. Tê bibîrxistin ku hilmija Xerîn avê dide zêdetirî 10 gundan li başûrê Tebqayê û hilmija Cerafat jî avê dide taxên Tebqayê.

Der barê mijarê de hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd El Şêx got: “Kêmbûna zêde ya ava çemê, bû sedem ku her du hilmijên Cerafat û Xerîn rawestin.”

 

Li Tebqa û gundewarê wê 16 hilmijên avê hene ku avê didin bajêr û gundewar.

 

Her wiha El Şêx destnîşan kir ku li şûna her du hilmijan dê hilmijeke bendavê were xebitandin ku avê bi rêjeya ji sedî 25 ji şêniyên Tebqayê re peyda bike da ku pirsgirêka tunebûna ava vexwarinê li Tebqayê çênebe.

El Şêx ev li gotinên xwe zêde kir: “Heke dewleta Tirk ev kiryara xwe berdewam bike, dê karesatên hawîrdorê li herêmê pêk bîne û dê hilmijên mayî jî mîna Ebû Asî, Ayid, Caber di dema bê de, rawestin.”

El Şêx da zanîn ku her du hilmijên Cerafat û Xerîn stûnî (vertîkal) ne, ji ber kêmbûna avê heta 4 metreyan rawestiyan.

 

Têkildarî çareseriyên demkî ger hebin, El Şêx got: “Dê çareseriyên demkî hebin ku hilmijên horîzonî, li çemê bi cih bikin da ku av ji şêniyan re bê peydakirin. Lê berdewamkirina kêmbûna avê, dê pîsît û bêhnê nexweş ji çemê derkeve û dê ji vexwarinê re ne baş be, dê nexweşî belav bibin.”

El Şêx di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku para Sûriyê ya ava çemê berde.

Çavdêrê hilmija Ayid Ednan El Ciraş got: “Heke kêmbûna avê bi vê rêbazê dewam bike, dê hilmija Ayid bi temamî raweste.”

Her wiha El Ciraş diyar kir ku berê hilmij bi hêza 8 bar av derdixist lê niha tenê hêza wê 7 û nîv e. Di encamê de li gorî ku El Ciraş xuya kirî, av kêm bûye û ji ber wê bi rêya sahrîcan avê li şêniyan belav dikin ta ku Yekîneya Avê ya Tebqayê tedbîrên pêwîst digere.    ANHA