Rojnameya Ronahî

Li Dêrazor Û Qamişlo Projeyên Xizmetguzariyê

 

Komîteya Şaredarî û Xizmetguzariyê ya Dêrazorê li gundewarê rojavayê bajêr gelek projeyên qîrkirina rêyan bi dawî kirin. Her wiha şaredariyên Çilaxa û Til Hemîs ên kantona Qamişlo jî projeyên xwe yên xizmetguzariyê pêk anîn.

Tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û ambargoya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xizmeta welatiyan erka pêşîn a şaredariyên gel e ku hewl didin beriya zivistanî bi dawî bikin.

 

DÊRAZOR

 

Komîteya Şaredarî  Xizmetguzariyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê di çarçoveya plansaziya xwe ya 2022`an de, li gundewarê Dêrazorê dest bi projeyên qîrkirina rêya bajarokê Hîsan kir

Bi dirêjahiya hezar û 600 metreyan rêya Kelasê, rêya Çerxerêya Hîsan a ber bi El Ciê û Meclisa Celamde ve û bi dirêjahiya 4 hezar û 500 metreyan jî Stasyona Tirênê hate qîrkrin

Her wiha qîrkirina rêya gundên Sifêra Jorîn-Sifêra Jêrîn bi dirêjahiya hezar û 600 metreyan dewam dike.

Di vê çarçoveyê de Gerînendeyê Nivîsgeha Teknîkî ya Şaredariya Gel a gundê Hîsan Îmad Ebdulqadir ji ajansa me re axivî û got: “Bi hevkariya Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê, di çarçoveya projeyên 2022`an de plansaziya qîrkirina rêyên herêmê hate destnîşankirin.”

Ebdulqadir anî ziman ku piraniya rêyan beriya ku werin rastkirin, astengî ji welatiyan re derdixistin û wiha dewam kir: “Em ê xebata xwe berdewam bikin heta ku rêyên girîng ên li herêmê werin qîrkirin.”

Welatiyê bi navê Sahir El Eşeb got: “Rê bûbûn kortal û gelek qeza çêdibûn, erebe xirab bûn, heman demê ji ber tozê zirar gihaşt hilberînên çandiniyê. ”

El Eşeb diyar kir ku projeyên qîrkirinê yên li herêmê dê barên wan sivik bike û dê bi hêsanî erebe tevbigerin. El Eşeb spasiya hemû karkerên ku ev xebat pêk anîn kir.

 

ÇILAXA

 

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo Şaredariya Gel projeyên di plansaziya îsal de pêk anîn, ji wan qîrkirina rê, sererastkirina xetên kanalîzasyonan û danîna torên avê.

Werşeyên şaredariyê bi dirêjahiya 8 km rê bi kevirên hûr raxist, û rêya sereke ya naverasta navçeyê bi dirêjahiya 1 km û firehbûna 6 metreyan qîr kir.

Her wiha rêya di navbera gundên Tokel û Girkê Xelo de yên girêdayî Şaredariya Abirê bi dirêjahiya 4 km hat qîrkirin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka qutbûna avê li hin taxên, şaredariyê bi dirêjahiya 160 metreyan tora avê danî.

Heverokê Şaredariya Gel a Çilaxa Feysel Hesen diyar kir ku bûdceya ji bo projeyên wan hatine veqetandin 195 hezar dolar e û wiha dewam kir: “55 hezar dolar ji bo Şaredariya Abirê, 55 hezar dolar ji bo Şaredariya Kêşikê û 85 hezar dolar ji bo Şaredariya Çilaxa hatine veqetandin da ku projeyên xwe yên îsal pêk bînin, ji wan qîrkirin, sererastkirina rêyan.”

Miqdarê ziftê jî 600 metrekab e û 4 hezar û 500 metrekab ji kevirên şikandî ye û 23  hezar dolar ji bo projeyên avê hatiye veqetandin.

Hevserokê Şaredariya Gel da zanîn ku ew hewl didin beriya zivistanê projeyên xwe yên di plansaziyê de bi dawî bikin.

 

TIL HEMÎS

 

Şaredariya Gel a Til Hemîsê di demên dawî de 6 projeyên xizmetguzariyê pêk anîn. Ji wan qîrkirina rêyan, tamîkirina torên kanalîzasyon û avî  û sererastkirina parka giştî ya navçeyê ye.

Werşeyên şaredariyê li navçeyê kevirên şikandî bi dirêjahiya 3 km li ser rêya di navbera gundê El Meslûse û Ebû Xezef û rêya gundê El Qahîre de reşandin û bi dirêjahiya 1 km bi rêya giştî ya Til Hemîs ve girêdan. Her wiha parka giştî ya li naverasta navçeyê sererast kir, hejmarek torên avê berfireh kirin û boriyên kanalîzasyonan jî sererast kirin.

Şaredariya Gel rêya gundê Mişêrfê-El Hemir bi dirêjbûna 5 km û firehbaûna 5 metreyan qîr kir. Her wiha parka navçeyê (2 Hektar)  sererast kir, paqij kir, sûr li derdora wê danî û dar lê çandin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Til Hemîs Mawiya El Hedîd ji ajnasa me re axivî û got: “Me dest bi projeyên xizmetguzariyê yên 2022`an kir ku ew jî berfirehkirina torên avê sererastkirina rêyan bi û kevirên hur e. Ji ber xirabûna rêyan welatiyan di çûn û hatinê de bi taybet di zivistanî de zehmetiyan dikişînin.”-ANHA