Rojnameya Ronahî

Zanîngeha Rojava ji bo sala nû xwendekaran tomar dike

 

Mihemed Xanim/Qamişlo

Bi sedan xwendekarên herêma Cizîrê navê xwe li Zanîngeha Rojava qeyd dikin, xwendekaran diyar kirin ku Zanîngeha Rojava xwin û hêviyên wan pêk tîne.

Di 13’yê Îlonê de Zanîngeha Rojava ji bo sala xwendinê ya 2022 – 2023 dest bi tomarkirina xwendekaran kir û heta 22’yê Îlonê wê dewam bike. Bi sedan xwendekarên herêma Cizîrê û herêmên din, berê xwe didin avahiya zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo û navên xwe tomar dikin. Berpirsê  Komîteya Mufadelyê ya Zanîngeha Rojava, Mihemed Şêx Mûs ragihand  ku mufadeleya Îsal ji ya salin bûrî cûdaye û her xwendekar dê li gor pileyên xwe li ser beşan bêne dabeşkirin. Herwiha da zanîn ku wê xwendekar di ezmûnên qebûlkirinê re derbas nebin.

Hêvî û xeyalên xwandekaran

Xwendekara bi navê Nûrşîn Elî ku ji gondê Til Reşîd yê Dirbêsiyê ye, diyar kir ku ji bo pêkanîna hêviyên pêşerojê, wê navê xwe di Fakulteya Bijîşkî ya Zanînîgeha Rojava de qeyd kir û wiha got: “Ji bo pêkanîna hêvî û xwenên xwe, min navê xwe di Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Rojava de tomar kir. Piştî qunaxekê dirêj ji xwendin û bi dayîna kedeke mezin, min ji sedî 97 pile bidest xist. Mirov bi xwestek û îradeyê dikare hêviyên xwe pêk bîn e.”

Nûrşîn Elî da zanîn ku ji bo xizmeta civakê, wê xwendina beşa Bijîşkî hilbijart û da xuyakirin ku xwandina ji derveyî zimanê dayîkê pir ne watedare û got, me kurdan pir zordarî dît ku em zimanê dayîka xwe neaxivin, fêr nebin û ji bîr bikin. Lê, em niha bi zimanê dayîka xwe zanîngehê dixwînin û li ser zimanê dayîka xwe fêrî pêşeya xwe dibin. Ev tiştekê pir hêjaye û ev yek bi berdêlên pir mezin hatiye bi dest xistin. Divê em ciwan ji derveyî vê rastiya xwe bi tû tiştên din neyên xapandin. Eger hilbijarka me ya yêkem ne xandina zimanê dayîka me be, wê demê em ji xwe û hebûna xwe bawer nakin û em ji hebûna xwe dur dikevin. Berbi tûnebûnê ve bez didin. Eger em zimanê dayîka xwe nizanibin ti qîmetê me nine.”

‘Pêşeroja mirov zimanê dayîkê û xaka mirov bixwe ye’

Nûrşîn da diyarkirin ku heya kesek bawerî bi deskeftî û sîstema xwe neîne, ti wateya zanist û pêşeya wê-wî nîne û wiha domand: “ Eger piştî min zanîngeh xwand û xwandina min nekeft xizmeta civaka min, çi wateya wê zanistê û xandinê nîne. Ji bo wê ez bangî hemû ciwanên xwandevan dikim, bila berê xwe bidin xwandina zimanê dayîka xwe, bila ji hebûna xwe nerevin û ji derfetên heyî sûd bigrin û wî sûdî vegerînin pêşkeftina civakê. Pêşeroja mirov zimanê dayîkê û xaka mirov bixwe ye.”

Zanîngeha Rojava 10 fakulte û 3 pêmangehan dihewînê, navend û beşên wiha ne :

Fkulteya Bijîşkî, navenda wê li bajarê Qamişlo ye û xwendina wê 6 salin.

Fakulteya Zanista Siyasî, navenda wê li bajarê Qamişlo ye û xwndina wê 4 salin.

Fakulteya Endizyariya Çandiniyê, navenad wê li bajarê Qamişlo ye û xwendina wê 5 salin.

Fakulteya Endizyariya Petrol û Petrokîmya, navenda wan li Rimêlane û xwendina wan 5 salin.

Fakulteya Endizyariya Avahîsaziya Ekolojî, navenda wê li bajarê Hesekê ye û xwendina wê 5 salin.

Fakulteya Wêje û Zanistên Civakî, navenda wê li Qamişlo ye û 6 beşan di nava xwe de dihewîne ( Wêjeya Kurdî, Wêjeya Erebî, Werger , Dîrok, Jiolojî ), xwendina wan 4 salin, ji bilî beûê Werger ku 3 salin.

Fakuleteya Mafnasiyê, navenda wê li bajarê Qamilo ye û xwendina wê 4 salin.

Fakulteya Zanist û Teknolojya, navenda wê li Qamişlo ye û 7 beşan dihewîne ( Mekatronîk , Kompyoter, Fîzîk, Kîmya , Zindînasî, Bîrkarî û Biyokîmya),  xwendina  wan jî 4 salin.

Fakulteya Zanistên Olî ( Islamî li Hesekê, Êzîdî  û Xirstiyanî li Qamişlo) , xwendina wan 4 salin.

Fakulteya Perweredehiyê, navenda wê li Qamşilo û beşên wê (Mamostyeyên Refê, Rêbaz û teknîkên Fêrkirinê) û xwendina wan 4 salin.

Peymangeha Endizyariya Avakirinê navenda wê li hesekê ye û xwendina wê 2 salin.

Peymangeha Bilind Ya Ragihandinê navenda wê li Qamiîlo ye û xwendina wê 3 salin.

Peymangeha Bilind Ya Zanistên rêvebertî û Darayayî navenda wê li Qamiîlo ye û xwendina wê 3 salin.

Hêjayî gotinê ku Zanîngeha Rojava di sala 2016’an de ji bo xwendekarên herêmê hat vekirin.