Rojnameya Ronahî

’Amadekariyên bêşwazîkirina xwendekaran li herêma Şehbayê di asteke bilind de ne’

 

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê diyar kir ku avakirina sîstema xwendinê di rewşa koçberiyê de ne hêsan e û got, tevî hemû zehmetiyan em her sal gavên mezintir diavêjin.

Zana Roj / Şehba

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ve, gelê Efrîn koçberî herêma Şehbayê bû, Tevî rewşa dijwar û dorpêça li ser herêmê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê bênavber kar û xebatê perwerdeyê birêvebir. Desteyê ji nûve sîsetma xwe ya perwerdeyê rûniştand, dibestan û pêmangehê bi zimanê Kurdî vekir.

Derbarê rewşa perwerdeya xwendekaran ya sala nû,  berdevka Jin ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrîn, Orûba Xelîl ji me re axivî.

Orûba Xelîl bal kişand ser destpêka avakirina sîstema perwerdeyê li herêma Şehbayê û wiha got: “Ji destpêka bicihkirina gelê Efrînê li herêma Şehbayê, tevî hemû zehmetiyanjî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê di demeke pir kin û awarte de xwe bi rêxistin kir û sîstema perwerdeyê roj bi roj pêş xist.  Lê Ji ber hejmara xwendekaran pir zêde bûn, di milê peydakirina dibistanan ji bo xwendekaran pir zehmet bû û nîn bûn, ji ber ku dibistanên heyî yan hatibûn rûxandin yan jî malbatên koçber di wan dibistanan de bicih bibûn.”

Orûba Xellîl diyar kir ku desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrînê bi îradeyeke xûrt tevaiya astengyan derbas kir û wiha dirêjî da axaftina xwe” :Bi Îsrarbûn û xwesteka xwendekaran ya  ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê,  me hemû astengî derbas  kirin. Di demeke Kurt de me mamoste amade kirin û dest bi perwerdekirina xwendekaran kirin. Li hemberî Îradeyê tevayiya astengyan têk diçin.

Berdevka Jin ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Efrîn, Orûba Xelîl da xuyakirin ku amadekariyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ji sala xwendinê ya nû di asteke bilind de ne û axaftina xwe wiha qedand : “Amedekariyên me ji bo pêşwazîkirina sala xwendinê ya nû di astên bilin de ne. Ji bo pêşxistina ast û şêwazê wênedayînê, dewreyên perwerdekirina mamosteyan ya biranşan hatin vekirin. Hejmara dibistanên di herêmê de hatine avakirin 72 dibistanin.  Herwiha nêzî 15 hezar xwendeka bi zimanê dayîkê dixwînin. Hejmara mamosteyan di herêmê de 1110 mamoste di beşên cûda de perwerdeyê didin.

Hêjayî bi bîranînê ye ku di sala nû de sîstema ezmûnan di gîştî herêmên bakur û rojhilatê suriyê de wergeriye sîstema nirxandinê da ku zêdetir xwendekar di milê îdeolojîk de xurtir bibin.