Rojnameya Ronahî

‘Divê Zarok Ji Amêrên Elektronîkî Bên Durxistin’

Pisporê dixtorê zarokan Beşder Ebdula  ragihand ku nabe ku çenteyên zarokan yên dibistanê ji 2 kiloyan zêdetir be û hişyarî da: “Divê xwendekar ji amêrên elektronîkî werin dur xistin û malbat zarokan di saetên guncaw de bidin nivandin.”

Pisporê dixtorê zarokan Beşder Ebdula bi vekirina dibistanan re ji bo bi tendirust li gel zarokan danustandin were kirin hinek xalên girîng pêşkêş kir û balkişand li ser pirsgirêkên xwendekar hem li dibistanê hem jî li malê pê re ru bi ru dimînin.

Beşder Ebdula di daxuyaniya çapemeniyê de li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin giraniya çenteyên zarokan yên dibistanê ye ku wê di pêşerojê de bibe sedema gelek pirsgirêkên tenduristiyê.

Beşder Ebdula di dewama axaftina xwe de da zanîn mixabin Wezareta Perwerdeyê giringiyê dide ku xwendekar pir pirtûk hebin, ev yek ji bo tendirustiya xwendekaran ne guncawe û dibêje: “Di aliyê tendirustiyê de giraniya çenteyê xwendekaran ger ji sedan 10 be, ango eger qasiya çenteyê xwendekarên dibistana seretayî 20 kilo be, giraniya wê tenê 2 kilo be ne zêde ye. Pirsgirêkek din ya ku xwendekar pê re ru bi ru dimînin pirsgirêka bê xewiyê ye. Bikaranîna amêrên elektronîk xwendekaran teşwîqî bê xewiyê dike. Ya baş ewe ku dayîk û bav zarokên xwe ji amêrên elektronîkî dur bixin. Di saet 21:00’an de bidin xewkirin da ku di saet 07:00’an de bikarin ji xew rabin. Pêwîste taştî bixwin da ku ji bo çûyîna dibistanê xwedî enerjî bibin heman demê de bê xew jî nabin.”

Beşder Ebdula di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ku di dema vebûna dibistanan de derdikevin nexweşiyên weke şewb belavdibine û wiha bi dawî kir: “Curê nexweşiyên şewb li tevahî cîhanê heye û nikare were kontrolkirin. Lê pirsgirêka me ewe ku em li gel nexweşî û şewban rast nêzîk nabin. Gelek dermanan didin zarokan, ev jî di demê pêş de dibe sedema encamên xirab li ser derunî û laşê zarokan.” -ROJNEWS