Rojnameya Ronahî

Kar û Walat

 

Darîn Silê/Qamişlo

Ebdulbarî Mele Letîf diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe ve ji çeksazkirina amûr û alavên elektronîk hez dike û got, eger mirov li ser xaka xwe be, çi kar bike bila bike dil şad e.  

Welatiyê bi navê Ebdulbarî Mele Letîf yê 56 salî ku ji bajarê Qamişlo ye, ev 35 sal in karê çeksazkirin amûrên Elektronîk dike. Ebdilbarî rojane li dikana xwe ya biçûk ya li taxa Hilêliyê bi saetan li pişt maseya xwe di rûdinê û amûrên Elektronîk yên xirabe yên wek radyo, telefizyon, kompîter û gelek amûrên girêdayî karê wî kontrol dike û wan çeksaz dike. Piraniya welatiyên bajarê Qamişlo û malbatên li taxê jî Ebdulbarî nas dikin. Ji bo wê jî dema ku amûrên wan yên malê xirab dibin yekser berê xwe didin wî, da ku ji wan re çeksaz bike.

Bi çeksazkirina amûr û alavên elektronîk tê naskirin

Ebdûlbarî di zarokatiya xwe de dest bi vî karî kiriye û heskirina karê xwe bi girêdana walatê xwe ve girê dide û dibêje: “ Ez ji ceksazkirina alavên elektronîk û elektrîkê hez dikim. Dema ez biçûk bûm, hertim min amûrên malê yên xirabe çeksaz dikir û di wan de dixebitîm. Wê demê min nizanîbû ka çawa amûr tên çeksazkirin, lê her carê dema ku min amûrekê kontrol dikir, ez fêrî tiştekî nû dibûm. Rojbiroj her ku mezin bûm, bêhtir ez pê ve hatim girêdan. Ji ber vê yekê jî min xwendina xwe ya amadayî di beşa elektrîkê de qedand, û ez fêrî çaksazkirina piraniya amûrên elektrîkî bûm û ez di karê xwe de jîr bûm. Eger mirov bi walatê xwe ve girêdayî be wê demê mirov bi karê xwe ve jî tê girêdan û di karê xwe de serkeftî dibe.”

Ebdulbarî got, piştî ku min dibistana amadeyî bi dawî kir, ez derbasî pêmangeha xeta tirênê ya li Helebê bûm. Di pêmangehê de ji bilî fêrbûna di warê elektronîk de, ez fêrî çeksazkirina  alavên nîşana tirênê bûm. Piştî qedandina peymangehê, min demekê li rawestgeha tirênê kar kir. Li wê derê min alavê nîşaneyên trênan çeksaz dikir. Piştî wê jî ez bûn berpirsê beşa trênê ya navbera rawestgehên herêmên Cizîre, Dêrezor û Reqayê.

Ebdulbarî da da zanîn ew dizane tevayiya amûrên girêdayî Elekron û elektirîkê çeksaz bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez amûrên elektronîk û elektrîkê yên piçûk û mezin çeksaz dikim. Lê ji ber dikana ku ez tê de dixebitim, pir piçûke ez zêde nikarim li ser amûrên mezin bixebitim.”

Ebdulbarî destnîşan kir ku dema wî ya ceksazkirina amûran ne diyare û wiha pê da çû: “Ez destpêkê cihê xirabe kontrol dikim. Piştre dest bi çeksazkirina wê dikim. Demê çeksazkirinê jî ne diyare. Lewra her amûrek li gorî xirabûna tê de dem diçe. Hin amûr hene çeksazjkirina wan bi çend deqeyan xilas dibe, hin jê jî çend roj dem dibin.”

`Bi heskirinê zehmetî derbas dibin`

Ebdulbarî behsa zehmetî û astengiyên ku di kar de rastî wan tê kir û wiha got: “Ez herî zêde zehmetiyan di peydekirina parçeyên amûran de dikşînim. Hin caran jî ez zehmetiyan ji ber tinebûna elektirîkê dikşînim, ji ber ku carnan elektirîk bi saetan qut dibe û ev yek karê min dide sekinandin. Ji bilî van zehmetiyan, di dema kontrolkirin û çeksazkirinê de çavên min diêşin û lawaz dibin. Lê çiqas zehmetî hebin jî, dema ku mirov heskiriyê karê xwe be wan zehmetiyan derbas dike.”

Ebdulbarî derbarê berdewamiya karê xwe de, teqez kir ku karkirina di warê elektronîk de pîşeyeke ku her kes nikare fêrî wê bibe û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “kesê ku vî karî bike pêwîste heskiriyê wê be. Lewra eger mirov ne aşiqê karê xwe be, bi pêş nakeve. Ji bo wê jî divê mirov bi xwestek be, da ku di karê xwe de serkeftî be û domandina karê xwe bike.”

`Şuna ku biçin walatên xelkê û koletiya xelkê bikin bila sûdê li civaka xwe bikin`

Ebdulbarî bal kişand ser girêdana xwe ya bi kar û welatê xwe ve û wiha got: “Tevî kêmbûna pereyê ku ez ji karê xwe dertînim, ez ti caran nafikirim ku koçberî welatên Ewropayê bibim, ji ber ku ez tenê dikarim li welatê xwe û li ser axa bav û kalên xwe bijîm. Rewşa min li vir çawa be jî, ji jiyana Ewropayê xweştir e. Ji bo wê jî heta ez saxbin ezê li welatê xwe bim û ez karê xwe û bêhna xaka xwe nadim bi xweşiya ti welatîn cîhanê.”

Ebdulbarî Mele Letîf di dawiya axaftina xwe de got, hêvîdarim ku hertim ewlekarî û ewlehî li herêma me û tevahiya Sûriyê hebe û koçberî jî bi dawî bibe. Da ku xwediyên vê xakê li ser xaka xwe bin û parastina civaka xwe bikin. Bi taybet kesên xwedî pîşe û pispor, li şuna ku biçin Ewropa bila sûdê li civaka xwe bikin.