Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk, Faşîzm Jî Xerab Kiri ye

14/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

 

Memed Serdar

Dewleta Tirk ya dagirker li ser esasê qirkirina gelan bi taybetî jî gelê Kurd, hatiye avakirin. Di ferhengê wan de biratî, hevaltî, cîrantî û nirxên mirovayî nîne û tiştên wiha nas nakin. Paşverûtiya tirkan gihîştiye astekî ku heta faşîzm jî, li gor xwe şîrove kirine. Li gor nerînên beşek ji sîyasetmedaran, faşîzm jî xerab kirine. Ji ber ku dewletên fikrê faşîzm ji xwe re esas digrin, gelê xwe di ser hemû gelan re dibînin û li gor firkrê wan, hemû gelên din divê xizmetê wan bikin. Di dîrokê de yê îdeolojî ya faşîzmê avakirî jî, gelên din biçûk dîtine, tûne hesibandine. Lê ti dewletan zext li kesan  nekirine ji bo ku netewa xwe bigûhere. Li gor taybetmendiyên îdeolojiya faşîzmê, kesekî ne ji gelê wan be, xwe bike ji gelê wan, ew qebûl nakin. Dibêjin em gelek pîrozin, hûn gerek xizmeta gelê me bikin. Lê faşîst ê herî xerab dewleta Tirkî ye, ev sed salin bi darê zorê ji Kurdan re dibêje “Hûnê bêjin em Tirk in“.

Weke gel bê şansiya me ya mezin ewe ku, em bi Tirkan re bûn cîran û piştre jî ew bûn dijminên me. Di cîhanê de kîjan dewlet dijminê me bûya, niha me deh caran pirsgirêkên xwe çareser kiribûn. Lê dewleta tirk, ji ber weke destpêkê me got, nirxên mirovayî li cem wê nîne yan jî pir lawaz e. Îlmî nafikirin û nîqaşan encam nagirin. Hemû hêzên cîhanê niha hewl didin ku pirsgirêkên xwe bi diyalog, dîplomasî û nîqaş çareser bikin. Hemû hewl didin şer kêm bibe, aşîtî û mirovayî pêş bikeve. Di cîhanê de tenê dewleta tirka ya dagirker xwe ji bo şer amade dike û hemû pirsgirêkên xwe bi şer dixwaze çareser bike. Ji ber ku, rê û rêbazeke din heta niha nizanin. Berîya hezar sala çawa ji Asya Navîn ji bo hatine gîhîştine Anadolê û bakûrê Kurdîstanê, niha jî bi heman zihniyet û bi heman tarzê jiyanê dixwazin deshilata xwe berdewam bikin.

Hem ji ber çanda dîrokî, hem jî di serdema nû de, ji xwe re fikreke ku faşîzmê xirabtir, esas girtiye. Mafê xwe dibîne ku destdirêjiya jiyan û hebûna hemû gelan bike; Çand û zimanê gelan qedexe bike, gûhartina demografî bike û li gor berjewendiyên xwe ji nû ve teşe bide gelan.

Di dîroka dewleta tirkan ya dagîrkerde bi dehan gel hatine helandin û tinekirin. Weke nûmûne Laz, Çerkez, Rum; Ermen, Asur, Siryan, Kildan hwd. hebûna van gelan li Tirkiyê weke nav tinê maye. Helîyane û hatine tinekirin. Bi pêşengiya partiya azadiya netewa Kurdîstanî (PKK’ê) gelê Kurd tenê kariye li berxwe bide û xwe ji helandinê û tinebûnê rizgar bike. Ji bo hebûna gelê Kurd biparêze ev 50 salin tekoşînê dike.

Ne pêşketina teknîk-teknolojî û medeniyet, ne jî dersên dîrokî, di fikir û siyaseta dewleta dagirker ya tirkan de, gûhertinek biçûk jî çênekiriye. Ev siyaseta înkar û îmhayê, heta roja îro didome. Mînakê herî nêzîk beriya çend rojan, şefê faşîstê xerabe Erdogan derket ser televîzyonê û li ber çavê hemû cîhanê got: “Herêma bakûrê Sûrî ji bo çand û jîyana Kurdan ne gûncave, li wan herêman emê ereban bicîh bikin. Ew herêm ji bo çand û jîyana ereban gûncavtire“. Bi vê gotinê hemû cîhan baştir fêmkir ku ew hicetên “êrîş li ser me hene“, “ fikarên me yê ewlekarî hene“ hemû derewin. Hedefa wan ya rastî, şefê wan ê faşîst bi xwe, ber çavê hemû cîhanê li xwe mûkûr hat û pîlanê xwe eşkere kirin.

Piştî van gotinan yê dixwazin derewan gûhdar bikin, cardin jî dikarin Erdogan û hevkarên wî gûhdar bikin. Lê ji vir waha, kes nikare bi van derewan gelê herêmê bixapîne. Herwiha hember van rastiyan kî van derewan gûhdar bike û jê bawer bike, şirîkê faşîzmê ye. Divê ev jî waha bê zanîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.