Rojnameya Ronahî

’Ajokarên buhayê zêde ji welatiyan bigrin wê bên cezakirin’

Mihemed  Xanim / Qamişlo

Xelîl Yûsif diyar kir ku buhaya veguhestina weletiyan bi erebeyên veguhestina hundirîn  di nava Qamişlo de 500 lîreyên Sûrî ye û ajokarên ku zêdeyî vê buhayê bigrin wê bên cezakirin.  Herwiha ji welatiyan xwest ku zêdeyî 500 lîreyê nedin.

Bêyî ti biryareke fermî ji Mekteba Veguhestina Hundirîn ya Şaredariya bajarê Qamişlo, hin ajokarên erebên veguhestina hundirîn yên di navbera taxên bajarên Qamişlo de kar dikin, buhayê veguhestina welatiyan li şûna 500 lîreyên Sûrî, 1000 lîreyî  ji welatiyan digrin.

Hin ajokaran bi hicetên cûda yên wekî nebûna banzînê , bilindbûna bûhaya çakirina erebeyan û bilindbûna nerxê dolar, buhayê veguhestinê zêdeyî ya fermî ji welatiyan digrin.

Ji bo pêşîgirtina li ber vê bûyerê, Mekteba Veguhestina Hundirîn ya Şaredariya gel ya bajarê Qamişlo û bi alîkariya Tirafîka Qamişlo, Yekîtiya Ajokarên Qamişlo  û Zabîta Desteya Veguhestinê ya Desteya Şaredarî û Ekolojî ya bajarê Qamişlo, dest bi hemleyekê  di nava bajarê Qamişlo de kirin û hîn jî ev hemle dewam dike.

Di hemleyê de gelek ajokarên erebeyên veguhestina hundirîn yên ku buhaya zêde ji welatiyan digirtin hatin seza kirin.

Li sere mijarê rêveberê Mekteba Veguhestina Hundirîn Ya Şaredariyta Gel Ya bajarê Qamişlo, Xelîl Yûsiv ji me re axivî û diyar kir ku hin ajokarên veguhestina hundirîn yên bajarê Qamişlo bi serê xwe buhayê veguhestinê ji welatiyan zêde distînin û wiha got: “Hin ajokar bi hinceta bilindbûna nerxê banzînê , ji bo veguhestina welatiayan daxwaza 1000 lîreyî dikin. Lê hincetên wan ne di cihê xwe de ne. Ajokar her heftiyekê , 75 lître banzîn ya bi nirxê 210 lîreyan digrin û ev qasey ji banzînê têra wan dike. ”

Xelîl Yûsiv da xuyakirin ku ji bo pêşîgirtina li ber stendina pereyên zêde ji welatiyan, wan dest bi hemleyekê kirin û wiha dewam kir: “Detpêkê me dest bi hemleyek hişarîkirinê ji bo ajokarên veguhestina hundirîn kir û me civîn ji wan re çêkirin. Lê hin ajokaran  di girtina pereyên zêde yên ji welatiyan dewam kirin. Ji ber wê me dest bi hemleyekê kir û di hemleyê de gelek ajokar hatin seza kirin. Wê ev hemle ji bo demeke dirêj dewam bike.”

Xelîl Yûsif da zanîn ku ajokar beşek pir girîng ji civakê ne û wiha got: “Her kesê ku li ser xaka xwe maye û xizmeta gelê xwe dike ew berxwedêre. Ajokarên me jî beûek pir girîng ji civakê ne û xizmeta gelê xwe dikin, nabe ti kes ziyanê bighîne welatian û biriyaran binpê bike. Em di rewşeke awarte re derbas dibin û divê her kes li gorî wê tevbiger e.”

Rêveberê Mekteba Veguhestina Hundirîn Ya Şaredariyta Gel Ya bajarê Qamişlo, Xelîl Yûsiv bang li welatiyên Qamişlo kir ku zêdeyî 500 lîreyî  nedin ajokarên veguhestina hundirîn û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji welatiyan dixwazin ku zêdeyî 500 lîreyê buhaya veguhestinê nedin ajokarên veguhestina hundirîn, ajokarên ku zêdeyê 500 lîreyî  bixwazin, wê bên seza kirin. ”