Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Siwarê Hespê Xelkê Tim Peya Ye..

07/09/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Xulamên Xulama…Êdî Bes e…
Share on FacebookShare on Twitter

Tîr

Dijwar Ehmed Axa

Xwendevanên hêja, di dîroka gelê me de, gelek serpêhatî hene, yek ji wan dibêje, du kes di rêkê de bi hev re bûn heval, yek xorte yê din jî kal e kal. Kalo ji êla şêrwana bû, xort ji êla bohtiya bû, herdû êl dijminên hev bûn.

Kalo ji xort re got: “xwarzê ka emê ji xwe re bazarekê bikin, emê bi rê de birçî bibin, em dest bi xwarina barê te bikin, dema xelas bû emê dest bi xwarina barê min bikin.” Xort qebûl kir. Welhasil dest bi vexwarina dimsa barê xort kirin ta nema, wê gavê xort ji kalo xwest ku dest bi xwarina barê wî bikin, kalo di bin çavan lê nerî û got: “Dema hebû dims, ez mam û ti pis, gava nema mohtî (navekî dimsê ye) ez şêrwan û ti bohtî.

Îca ka em bên ji xwe re li Opozisyona Sûrî û dewlet tirk ya dagirker û bi taybet li Erdogan binêrin. Erdogan ji destpêka xwepêşandanên gelê Sûriyê li Dera û piştre li Şam, Hims, Hema, Helebê, ji gelê Sûrya re got, ‘ez bi were me, ez li pişta we me, çi ji me bê xwestin em hazirin; emê alîkarya we bikin û rêjîma Esed hilweşînin.’ Welhasil ev gel ber bi şer de dehf da, çek û pere bi ser kesên qaşo xwe wek berpirsên şoreşa gel didîtin rijand û bi pereyan ew kirîn, kirin xulam û peyên xwe. Têra xwe ew ji bona berjewendiyên xwe bikaranîn, kirin çete û şandin Lîbya, Azerbeycan, Iraq, Ukranya, û her dera ku ihtiyaca wî lê hebû.

Lê dema ku karê wî bi wan nema û berjewendiyên xwe bi wan qedandin, eşkere diyar kir ku ewî şaş kir û gerek opizisyon û Rêjîm li hev werin û ev meseleya di nava wan de bê çareserkirin!

Wey gidî ev çibû lawo? Çi bi serê wan kir! Wezîrê karê derve ev yek zelal kir û got: “Min hevdîtinek kurt bi wezîrê derve yê Sûrya re li ser darêniga çêkir”. Piştre Erdogan bi xwe axivî û got, xwesteka me çareserkirina alozya Sûrî ye, ne hilweşandina rêjima Esed e.

Bê lomebe, ya sitar, van çi bi serê xwe kir! Weke xortê Bohtî li xwe kirin, Kaxetên xwe tev şewitandin, hey xwelî li sera, ka hûnê çi bikin û bi kude herin feqîr hala. Mane va Tirko xwe ji pişta we da alî piştî ku henekê xwe bi we kir, hevdîtina we ya dawî bi wezîrê derve “Çavişoglu” re ji were eşkere kir.

Divê hûn ji xwe re cihekî din bibînin, eger hûn li cem tirka bimînin dibe ku we radestî Hikûmeta Şamê bikin. Lê ya ku mirov lê ecêbmayî dimîne, ewe ku hîn ev kes û bi taybet nûnerên ENKS ê di nav wan de, parastina Rêjîma Tirkan dikin û di bêjin, ji mafê dewletê ye ku parastina berjewendiyên xwe bike. Ê baş e, Tirk dewletin û ji mafê wane parastina berjewendiyên xwe bike, lê ka berjewendiyên gelê Sûryê ku we idîa dikir hûn temsîlcyê wan  e, li ku man!

Hûn bi qedrê Xwedê kin ji min re rastî bêjin, we di tevahiya cîhanê de ti opozisyon ditine ku li dijî rêjîmekê rabe û têkeve hewldanên têkçûna wê rêjîmê. Lê berovajî wê alikariya rejîmê bike ku di desthilatdariya xwe de berdewam bike, weke ku opozisyona Sûrî dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.