Rojnameya Ronahî

Helwesta Dijminatiyê

Farûk Sakik

Hin carna fotografek, resmek, stranek gelek tiştan îfade dike. Tu kê dera wî fotografê binivîsî wê aliyek wî vala bimîne. Dive ku ev fotograf di destpêkê de were temaşekirin û piştre were nivîsandin an jî nirxandin.

 

Di van demê dawî de li Kurdistanê fotogarafek di nav gel de belav bû.  Na fotograf nebû, rastiyek û dîrokek bû, rûreşiya mirovahiyê, an jî faşîzma Tirk  bû.

 

Bavek di destê wî de torbeyek û di vî torbeyî de hestî û rûmeta kurê wî ya 7 sal berê şehîd bûyî, hebû. Bi awayek serbilind dimeşiya. Têkoşîna xwe ya 7 salan bi serketin bi dest xistibû. Gihîştibû hestiyê dilpolayê xwe kûrê xwe. Û digot bila êdî mirovahî şerm bike.

 

Gelek kesan wek fotografek lênerîn, xemgîn bûn, hêrs bûn, rexne kirin û meşa bav jî bi esalet neqişandin. Lê tiştek ji bîr kirin; gelo, em jî bi bêdengiya xwe ya li dijî dagirkeriyê nebûn şirîkê vî sûcî! Gelo, me jî bi aliyek wî torbeyî negirt û neda destê wî bavê bi rûmet!

 

Heger 7 sal berê dema berxwedana Sûrê, me berxwederên li dijî dagirkeran bi tenê nehişta; Me li Taxa Ofîs dewata zarokên xwe çênekira û heger konvoya cesedên berxwedêrên ji Sûrê dihatin, li Dagkapiyê rastî konvoya bûk û zava nebûya, belkî îro ev torbe li destê wî bavî nebûya.

 

Heger me ew roj li taxa Baxlar dengê def û zirneya dewata keç an jî kûrê xwe, tevlî nav dengê obis û bombeyên dijmin nekira, îroj ew torbe wê li destê wî bavî nebûya.

 

Heger ew roj wek dijmin me negota ev xendek ji ku derketin û li qehwexanê leyizka kaxit de, li du jokêr neketana belkî ev torbe di destê bav de nebûya.

 

Heger piştî ku her tişt derbas bûn diviya me bav li ber deriyê morgê de bi tenê nehişta, belkî ev torbe di destê bav de nebûya.

 

Ha em 7 sal li kêleka bav bûna, roja ku ew torbeyê rûmetê teslîm kirin, me yê bi koşeyek torbe bigirta da ku barê bav hinek siviktir bibûya.

 

Em dizanin ‘heger mafê jiyaneke birûmet tune be, mafê binaxkirina –definkirina bi rûmet jî nîne.’ Heft sal berê mafê jiyaneke bi rûmet nedan me ku em îro zarok-şehîdên xwe bi awayekî bi rûmet defin bikin.

 

Gerîlayên Kurdistanê îro li Zap, Avaşîn û Metîna ji bo ku em şehîdên xwe bi rûmet defin bikin şer dikin.

Gerîlayên Kurdistanê di vî şerî de tu caran li dijî pîvanên mirovahiyê tevnegeriyan. Tu carî bi cesedên eskerên Tirk nelîstin. Cesedên eskeran ên ku cesaret nekiribûn ku ji qada şer derxin, gerîla ew binaxkirin-veşartin.

 

Gerîla bixwesta dikaribû bi dehan cesedên eskerên Tirk di torbeyan de radestî malbatê wan bikira, lê berevajiyê vê yekê heta îmkan hebûna cesedên eskeran radestî wan dikirin. Wan jî ev ceset bi tabûtan dibirin û di tarîtiya şevê de bê ku were dîtin, li balafirxaneyan radestî malbatê wan dikirin.

Cesaret nedikirin mirina wan jî eşkere bikin. Ha li aliyek mirov dikare vê yekê jî bibêje; kesên ku li cenazeyê xwe xwedî dernakevin, çawa wê li cesedê pakrewanên Kurdistanê xwedî derkevin.

 

Lê artêşa dewleta Tirk a dagirker helwestek derveyî mirovahiyê û bêşerefiyeke mezin dikir. Ew dîmenên sûcên wan ên mirovahiyê, yê yekem nîne.  Raya giştî jî gelek sûcên wan ên bi vî rengî re şahidî kiriye.

 

Lê ew nikarin yek mînakek ku gerîla wek wan bi cesedên eskerên wan leyistî nîşan bidin. Gerîla  exlaqê felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas digire.

 

Dive wijdan û hiqûqa dijminatiyê jî hebe. Lê em ji kê re dibêjin!!!