Rojnameya Ronahî

Hisên El Sada: Her kesê ku dev ji xaka xwe berdide, rê ji dagirkeriya Tirkiyê re vedike

Darîn Silê/Qamişlo

Derbarê zêdebûna koçberiyê û derketina ji welat nûnerê eşîra El Sada da zanîn ku ciwanên bakur û rojhilatê Sûriyê ketine xefka planên dagirkeriya Tirkî ya valakirina herêmê. Heriwha got, eger ciwan dev ji axa xwe berdin wê ew xak bê dagîrkirin.

Têkildarî zêdebûna rewşên koçberiyê û pêkanîna siyaseta Tirkiyê ya valakirna herêmê de nûnerê eşîra El Sada Hisên El Sada ji me re axivî û behsa xetera koçberiya ji derveyî walat kir û got, dema ku kesekê xaka xwe terikan êdî ew xak nema ya wî/wê ye.

`Armanc valakirina herêmê ye`

Hisên El Sada behsa siyaseta dewleta Tirkî ya dagîrker ya ku li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Siyaseta dagîrkeriya tirkî siyaseteke pir qirêj e. Tirkiyê bi rêya siyaseta xwe ya qirêj hewl dide gelê me bide koçberkirin. Dema ku êrişî herêmên me dike û dagîr dike, destpêkê gel koçber dike û bajar ji neştecihên wê vala dike. Herwiha kesên ne xwediyê vê xakê li van bajaran bi cih dike. Mînaka vê yekê jî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî hat dîtin. Armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku herêmên me ji xelkên wê vala bike û berê wan bide dewletên derve. Bi taybetî dixwaze ku ciwan li herêmê nemînin û başroja vî welatî tarî bike. Her kes dizane welatê ku ciwan lê nemîne jiyan jî lê namîne. Mixabin piraniya ciwan û zarokên me jî, dev ji welatê xwe berdan û berê xwe dan dewletên derve. Da ku jiyana xwe li wir bibînin, lê ev kes nizanin ku berê xwe didin mirinê. Ew cihê ku pê ve diçin cihê êş û mirina bi saxî ye.”

Wêrankerên walatê xwe

Hisên El Sada da zanîn ku kesê dev ji axa welatê xwe berdidin, êdî ew ax ji wan re namîne û axaftina xwe wiha domand: “Kesê ku dev ji xaka xwe berdide, ti xak jê re namîne û mafê wî nîne ku bêje, ev xak ya min e. Çimkî ew kes ji bo çend qiroşan, an jî bi hêviyên jiyanek hinek rehettir, xaka xwe berdide. Ew xak jî li bendê namine, hin neteweyên din lê bi cîh dibin anjî tên bicih kirin.”

Herwiha got, ji koçberiya mirinê re êdî bes e. Heta kengî wê xort û keçên me berê xwe bidin dewletên derve. Her kesê ku dev ji xaka xwe berdide, armanca dijmin pêk tîne û rê dide ku Tirkiyê welatê wî dagîr bike. Ji ber ku dema em li ser xaka xwe bimînin û parastinê bikin, dijmin nikare welatê me dagîr bike û me tine bike.”

Hisên di derheqê kesên ku li ser canê koçberan bazirganiyê dikin û wan dişînin walatên derve wiha got: “Kesên ku karê tehrîbê(qaçakçetiya mirovan) dikin tev bê wicdan in û li dijî Xweseriya Demokratîk kar dikin. Ev kes bi hezarên dolar ji welatiyan dibin da ku wan derxînin derveyî welat. Em van kesan wekî dagîrkerên welatê xwe dibînin. Ji ber ku ew bûne sedema koçberkirina bi hezaran kes. Eger wicdanê wan heba, karê bê exlaqî nedikirin. Li şûna ku welatê xwe vala bikin bila parastina wî bikin. Divê hesab ji van kesan were xwestin û cezayên giran li wan werin birîn.”

‘Kesên ku malên xwe difiroşin, welatê xwe jî pê re difroşin’

Hisên bîr xist ku piraniya kesên ku diçin Ewropa malên xwe li vir bi dolaran didin û got, Mafê van kesên malên xwe berdan e  nîne ku kiriya malên xwe bi dolar bixwazin. Çimkî ev kesên ku li ser xaka xwe mane, ew xwediyên vê xakê ne. Ji bo wê jî divê qanûnek ji vê yekê re bê dayîn, da ku xanî bi dolar nedin welatparêzên vî welatî.

Herwiha got, hin malbat jî malên xwe difroşin da ku zarokên xwe pê derxin Ewropa. Kesên ku malên xwe difroşin, welatê xwe jî pê re difroşin. Ji ber ku tişetek ji wan re namîne û tu girêdana wan bi vî welatî re namîne.”

‘Bi destê xwe dawî li jiyana keçên xwe neyînin’

Hisên di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku êdî şandina jinên temen ciwan ji bo zewacê li walatên derve, bûye wekî çandekê. Herwiha da zanin ku xetera vê yekê pir mezin e û ev jî politikayekê dijmin ya helandinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dive malbat vê tiştî di rêzê de nebînin û keçên xwe ji bo zewacê neşînin walatên derve. Divê bizanibin ku ew wan zarokên xwe dişînin mirinê. Çand dimire, ziman dimire, hebûn dimire. Êdî tiştekî ku aîdê zarokê wan û wan dimîne nîne. Bê ku nas bikin ev kes kî ye keça xwe didinê. Lê mixabin ev zewac nagihêje serî û piraniya wan ji destpêkê de dûrî hev dikevin û li xerîbiyê bê çare dimînin. Ji bo wê jî em bihêvîne ku malbatên me wisa dawî li jiyana keçên xwe neynin û vê zewaca bê wate qebûl nekin.”

Hisên El Sada da xuyakirin ku kesên dûrî welatê xwe dikevin çand û zimanê wan tê guhertin û dikevin bin bandora çandeke din û wiha got: “Dema ku yek diçe Ewropa destpêkê jê re dibêjin, pêwîste tu fêrî zimanê me bibe, ji ber ku bi rêya guhertina ziman çand û exlaqê wî jî tê guhertin. Ji ber wê jî, dema ku zarokên wan jî çêdibin li ser çand û exlaqê wê deverê mezin dibin. Ev yek di demên pêş de, wê bandoreke pir mezin li wan bike.”

`Tirkiyê sînor ji koçberiya Kurdan re vekiriye`

Hisên teqez kir ku di vê dema dawî de, bi hezaran welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê berê xwe dan wêrankirina walatê  xwe û wiha got: “Piraniya kesên ku niha koçber dibin Kurd in. Xuya dike ku sînorê koçberiyê ji Kurdan re vekiriye, lê dive wisa bi hêsanî dev ji axa xwe ya ku bi xwîna bi hezarên şehîdan hetiye avdan, neyê berdan. Tirkiyê sînor ji Kurdan re vekiriye da ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji Kurdan vala bike û armancên xwe bi hêsanî pêk bîne. Zêdetirî 10 salin e me dest bi şoreşê kiriye, da ku em Kurdistaneke azad ava bikin. Lê eger kurd dûrî vê xakê bikevin wê demê tu Kurdistan ji Kurdan re namîne.”

`Axa xwe ji dijmin re nehêlin`

Nûnerê eşîra El Sada Hisên El Sada di dawia axaftina xwe de bang li gelê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku nekevin bin bandora koçberiyê de û li dijî siyasetê dewleta Tirk ya dagîrker xwe ava bikin û parastina axa welatê xwe bikin û got, axa xwe ji dijmin re nehêlin. Ji ber ku eger em vê xakê naparêzin ti kes wê naparêze. Em xwediyên vê xakê ne, pêwîste em xwedî lê derkevin û siyaseta dijmin têk bibin.